Yadî pêncemîn sal li ser koça dawî ya nemir Şêx Ehmedê Şêx Salih -YNKS Şaxê Dêrikê seredana gora wî li gorstana Dêrikê kir .
Îro rêkeftî 22-10-2022, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya şaxê Dêrikê û hijmarek kesayet û siyasetmedar bi helkefta 5emîn sal koça dawî ya helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Ehmedê Şêx salih li ser gora wî lê hat silavkirin.
piştî xulek bêdeng li ser canê nemir Şêx Ehmed û hemû pakrewanên Kurd û Kurdistanê û xwendina Ayeta alfatihê ji Qurana pîroz, Endamê Yekîtiyê Ehmed Sofî gotinek kurt derbarê nemir de axivî,paş re mamosta Elî bavê Dijwar serokê Xocehiya E.N.K.S li ser jiyana wî axivî.
Li dawiyê mamosta Ebdilah Hesen
binavê malbeta nemir spasiya hemû amadeyan kir.
ليست هناك تعليقات: