Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Girkêlegê - Çilaxa roja siyem hefteya Rewşenbîrî li dar xist
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Girkêlegê - Çilaxa di çarçoveya hefteya Rewşenbîrî de simînara helbestî ya Roja sêyemîn li dar xist
Îro rêkeftî 20-10-2022, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi alîkariya Ofîsa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya li hola pakrewan Nesredîn li bajarê Gikêlegê, dest bi roja seyemîn ya hefteya xwe ya rewşenbîrî kir,bi amadebûna hin kesayetiyên rewşenbîr û nivîskar û siyasî û cemawerekî ji devera Girkêlegê û derdorê.
Li destpêkê mamosta Berzan Husên bixêrhatina amadebûyan kir, piştî xuleyek bêdeng li ser canê şehîdên Kurd û kurdistanê.
Helbestvanên ku beşdarî semînarê bûyîn û her yekî hin helbestên xwe xwendîn ev bûn:
1-Helbestvan Mehemed Emîn Zekî(bavê Kawa).
2-Qasim Mer`ga.
3-Haşim Şêx Zahir.
4-Mehemed Eşrev-helbestek Cizîrî xwend
Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Fewaz bavê Dilo bi dest emzekirina dîwana xwe kir û helbestek jî xwend.
ليست هناك تعليقات: