Helbestvanê Kurd Syahpoş,B#1779-B#1820 :Helbest bi şêwazê Klasîk û hem Romantîzim(Dildarî) nivîsandiye.
BIRAHÎM QASIM
Helbestvanê
Kurd Syahpoş yek ji helbestvanên klasîk ên Kurd tê naskirin,ew jî mîna pêşiyên xwe,
wî bi şêwazê taybetmendiya xwe
helbest organîze kirye ,wek tevlîhevkirina klasîk û Romantîzm (Dildarî).
Syahpoş
helbest di Dîwana xwe ya bi navê Seyf el-Muluk bi şêwaza malikîne nivîsandiye,
herweha efsaneyeya xwe ya dîrokî û diramatîk û pesnêndariyeke bêsînor bi awayê
helbesta tiracîdî li hin cihên buyerên çîrokê berî ku wê bi dirameyeke dilxweşî
bi dawî bike .
Kesayetên
Şehrezad û Şehrîyar ji dîrokê bin yan jî efsaneyê bin jî, di avahiya xwe ya
giştî de di heman demê de beşeke ji cadoyê û xeyalê ne, heger dîrokî yan mîtolojî be,her bi raman û hunerê
re dimînin.
Belkî
nivîsîna wesa efsane yek ji mebesta wî ya
rastîn bê, da ku giyan navbera padîşahan
û mirovên asayî xweş û sererast
bike, yan jî bide zanîn navbera qencî û xirabiyê de.
Syahpoş
li kêleka pesnedarî û aferîneyê, helbesvanekî zîreke di warê dildariyê û
hezkirinê de.
Îro
me j`destê xonçeleban nale ji dil tên
Ahîn
û girîn û şîwen ez cerhê di kul tên
Sed
bilbilê şeyda ji teleb badeyê gul tên
Lê
cimle bi zarî ji xedengan bi qetil tên
bêgoman
Syahpoş mirovekî bîrewer û rewşenbîr e
di dema xwe de, diyare ku li kêleka zanîna olî xwe baş fêrî edebiyata cihanî
kir ye, lewra em di naveroka helbestên wî de çend navên feylesofên cîhanî
dibînin.
Sewdazedeyê
`işqê to em ey rahetê can
Ta
kengî ji hicranê te kem nale û efxan
Bê
dîn û wesala te nihin bo me çu derman
Eflaton
û Calînos û `Îsa me e` loqman
Billah
ji cefa û elemê ma bi xecil tên
Tê
zanîn ku ew yek ji helbestvanên sofî bû, lê ew jî rewşa xwe ya aloz ya ku bê
palpişt û serok û semyan, hem cor û cefa û işqa xwe ne razî bû,lê wê bi xwezayê
ve girêdide û hem jî îlhamê û bûyerên jînenîgariya Pêxemberan xwe girêdide, û
behsa peyamên wan ên Xudayî û serpêhatiyên wan ên tal û dijwar û sebir û hedana
wan ji xwe re berçav dike.
Ah
ji dest nar; firaqê dil wekî biryan im ez
Her
li ber wê iştiyaqê pir kul û kovan im ez
Pir
kovan im derd û ahan aşiqrûyê çu mahem
Bendeyê
û zilfê siyah em Yûsifê canan im ez
Yûsifê
min bir bi kuda xweş ji halê wî çi zû da
Tehliyan
ser li me zû da Ye`qûbê Ken`an im ez
Ye`qûbê
pîr û hezîn im pir fixan û pir girîn im
Mestê
camê `Eyn û Şîn im bê mey û fincan im ez
Şibhê
Mûsa min li Tûrê xweş temaşa kir li Nûr`ê
Naliyam
şibhê bilûrê bi nale û efxan im ez
Nale
û efxan û zarî xoş li min bûne diyarî
Şibhetê
teyrê biharî mailê bostan im ez
Mailê
werd û hilalan çi ze`îf bûn wek xilalan
Ah
ji dest fikr û mitalan bê ser û saman im ez
Eger
dîroka bûna wî rast be dibe ew ji nifşê Pertoyê Begê Hekarî be yan jî gihaye
ser dema Mela Husênê Bateyî û Mensorê Girgaşî.
Dîroka
wî vedigere gelek welatan ku tê de jiya ye û geriya ye û mifa ji zaravên wan
wergirtiye, lewra ew xwediyê ferhengeke mezin a peyvan û jêderan e, ji bilî Şarezayiya wî di zimanê
Kurdî de, hin zimanên din ên wekî Farisî, Erebî û Tirkî jî dizanî.
ليست هناك تعليقات: