Karîgeriyek bo piştevaniya berhemendên Zarokan
Li bajarê Amûdê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (şaxê Amûdê)çalakiyek lidarxist li Ofîsa PDKS, û bi beşdarî û amadebûna cemawerkî berfereh û tevî çend rêxstinên Siyasî û civakaî , li destpêkê mamoste Xelîl Alûcî xweşhaliya xwe da xwiyakirin ji bo hemû beşdaran,û pey re bi dest bernameyê semînarê kir piştî xulek bê deng li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê, piştre gotina seroka şaxê Amûdê ya hat xwendin ji bal mamosta Ebîr Dirê'î, û her weha zarok gelek çalakî pêşkêş kirin (Şano, Nîgar, helbest,stran) ,û hunermend Ebdullqadir bavê felek hin awaz û stran pêşkêş kirin,û hunermendê nûhatî Mihemed Lû'eyî çend stran diyarî cemawera kir, û di dawiya çalakiyê de hin Kesayet û Partiyên siyasî hatin Xelatkirin bi Alaye Pîroz û hin gurzê gulan..
5-11-2022
Ragihandina Şaxê Amûdê
herbijî ji we re
ردحذف