Şaxê Duhokê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana rêveberiya pirtûkxaneyên giştî li duhokê kir
Li roja yekşemê rêkeftî 6 / 11 / 2022 Z de, şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi serokatiya m. Vanês Mîranî serokê şaxê duhokê yê yekîtiyê li gel m. Şiyar Alyanî, seredana rêveberiya pirtûkxaneyên giştî li duhokê ( pirtûkxana Bedirxaniyan ) kir, piştî pêşwaziyeka herî gerim, ji layê mamosta Mesûd Xalid Gulî rêveberê pirtûkxaneyê ve hate kirin.di çavpêketinê de danûstandin û gengeşe li ser gelek babetên girîng ên wêjeyî û rewşenbîrî hatne kirin, bi taybet girîngiya parastin û pêşxistina ziman û wêje, dîrok,çand û floklorê kurdî, her wesa berêz Mesûd Gulî spasiya şandê kir û daxwaza berdewamiya têkilî û pêwendiyan û seredanên weha kir, bi taybetî li ser van pêngavên herî giring navbera herdu layenan de, di dawiya çavpêketinê de berêz Mesûd Gulî pirtûka xwe diyarî şandê kir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Şaxê Duhokê 6 - 11 - 2022 Z
ليست هناك تعليقات: