Stiranek ji dûr ve-Wehîd Keleş
Demjimêr hêdî hêdî derbas dibû , û çavên wî yên ziwa , bi
rengên mirovan ve diçûn û dihatin , hêviyên
sar û pûç di rûyê wan re didîtin, ji ber ku xwe nasdike û mirovên
paytexta gemarê jî nasdike
Wa paytextê …
Ma tiştek ma û te
jê ne stand.
Birçî bûn û tirs û xemgîniya rojane û por boz dibe sedem
ne derbas bûna temene , lê rojên tirsê û tirsa ne diyar neyarekî ne nase , ev
tirse min dikuje.
Di nav mitêlê de tirse , di kêşana çixarê de tirse , di
xwarinê de , di vexwarinê de , di ken û girî de di dilê min de , di dilê te de
tirse , xwe ne kenîne , tu dikenî .?
Di kenê te de tirsa mezin heye û tu nikarî xwe veşêrî ?
Ez xwe diveşêrim lê careka din dîsa li xwe divegerim , xwe
dibînim , di vê cadê de , di vê bazarê
de , li ber wê pînê çi difroşim ..? çibe , ku nanek hebe da Dilo û xwîşka xwe
bixun .
Qîr qîra bazirganên vê bazarê , û livandina mirovan ,
hestek di afirand îşev êvara cejnê ye . Lê çavên wî yên ziwa li demjimêrê dinêrîn , dixwest ku bikare
wan kata girêde , da roj bi dawî nebe , da kesin tiştekî jê bikirin .
Çixare li dû çixarê li jor dinêrî û li jêr dinêrî û mejî
diçû dûr .
Di kûrayiya hestên xwe yên birîndar de , ban kurê xwe
dikir :
Dilo tu hîn li benda baboyî .?
Yan tu razayî ?
Dûman ji xwaringehê derdiket , bihna goştê biraştî di wê
cadê de belav dibû.
Aveka miz bi ser zimanê wî diket , û rûviyên vala , mîna
mara xwe li bev dipêçan .
Dîsa di kûrayiya hestên xwe de kazkazdikir û bandikir :
Dilo te şîv xwariye , te çi xwariye , yan te birçî
xewkiriye ..?
Ez dizanim kurê min xewa birîndaran tê lê xewa te û babo
nayê kurê min.
Zaroktiya Dilo û xwîşka wî û xewnên diya wî ya perîşan ,
tev bendewarin li benda vegera babo ne , û babo li benda kiye ?
Serê xwe hilda jor , peşkên baranê li nav çavên wî diketin
, hawara xwe gihand yezdanê roj û şevê :
Tu merd bûna xwe bi
min re bikî , ger ne ji bo min be , ji bo van zarokên guneh .
Destê xwe kir di bin çengê xwe de
Qapûtê kevnare dê çi germ bike ?
Zikê vale, yan ode ya kirê , ya li ser serê wî çiyayî û yan hundirê şil û sar ?
Cade hêdî hêdî vala dibû , û şerê pisîkan li ser goşên
gemarê nîşan dida bese , bû demê çûna malê .
Pîna xwe da hev avêt ser milê xwe , ji dûr ve xatirê xwe
ji hecî xwest û jê re got:
Her sal bi xêr xweşî be , cejna te pîrozbe.
Hecî berdiket, û ji çavên wî yên kûr û rûyê qermiçî dizanî rewşa
wî di çi rengî de ye , ne xasim her roj wî dibîne.
Hecî ew rawestan û tûrikekî mezin kir di destê wî de , û
jê re got :
Ev ji bo zarokên te ye , xweda bi te re be , tu bi xweşî
herî .
Tûrik Ji destê hecî girt , û di hundir wî de dilê wî xwe
diguvaşt û dîsa ban Dilo kir :
Dilo bibûre bibûre kurê min , bizane bavê te ne pîse , bi xwedê ne pîse
lê çi bikim baskên min şikestîne .
Girnîjîneka melûl li ser lêvên ziwa raxist , xatirê xwe ji
hecî xwest .
Bi laşekî pelixî û westiyay , berê xwe da malê û dilê kul
bi tena xwe diraje derdên hezar salî .
Piştî nîva şevê , giha li ber deriyê malê .
Bihna kulîça ketibû taxê , li ser pêpelûnkê , li ber derî
rûnişt , çavên xwe girtin û guhdarkir
Dengê stiranekê ji dûr ve dihat .
ليست هناك تعليقات: