Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Peyameke pîrozbahî bo Serok Mes`ûd Berzanî dişîne
Birêz serok Mes'ûd Barzanî:
Birêzan, serkirdayetiya
Partî û hemû endam û layingirên wê, bi bûneya lidarxistina kongirê we yê 14 an,
em bextewer in ku ji dil û can
pîrozbahiya we bikin û xweş bawer in ku hunê di vê dema zor û dijwar de bi ser
bikevin û destên xwe deynin ser hemî birîn û nakokiyan. Partî bi serokatiya we
û dûvçûna rêbaza Barzaniyê herdem sax dê baş zanibe çareseriyan ji hemî
pirsgirêkan re deyne ji bo birêvebirina Partî, Herêm û Îraqê bi giştî, her weke
ku rêbaza Barzanî tim û tim di dilê herkesekî Kurdperwer de ye ewê bimîne di
dil de û bi pakî û zanebûna we dê bi ser bikeve.
Careke din em
pîrozbahiya kongireyê we dikin û jinûhilbijartina we bo serokatiya Partî, û
hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.
Yekîtiya Nivîskarên
Kurdistana Sûriya
Qamişlo
4-11-2022
ليست هناك تعليقات: