Şandek ji Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya tevlî konferansa Partiya Demokrata Kurdistan-Îran bû
Şeva Yelda li Almanya
Li ser vexwendina Komîteya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li Herêma Nordrhein-Westfalen ya Almanyayê, li êvariya roja çarşemiyê 21.12.2022ê, şandek ji Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya tevlî konferansa Partiya Demokrata Kurdistan-Îran bû, ku li bajarê Essen hat lidarxistin bi helkefta pîrozkirina Şeva Yelda û jidayikbûna Şehîd Dr. Qasimloyê nemir, li bin navê "Rêbaza Diktor Qasimlo, rêbaza xebatiyê ye bo aştî û azadiyê", ku ji aliyê Hizba Demokrat rêzdar Hisam Ehmedî ve hat pêşkêşkirin û herweha çend helbest û pexşan hatin xwendin bo saxkirina rih û giyanên şehîdan û şermezarkirina terorîzma rejîma Îslamî ya Îranê, û Şeva Yelda wekî wefadarî û peyamek bo piştevaniya şoreşa #Jîna_Emînî û Rojhelata Kurdistanê bi slogana #Jin_Jiyan_Azadî bi dawî hat.
ليست هناك تعليقات: