Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Ahenga du dîwanên helbestî lidarxist
Roja pêncşemê 29/12/2022 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê /Şaxê Hesekê/ li hola Cegerxwîn ya partiya PDPKS li Hesekê taxa Tilhecer û bi amadebûna gellek nivîskar û rêxistinên kurdî, ahenga imzekirina du dîwanên helbestî lidarxist, dîwana bi navê (Gulperst) ya nivîskar 'Ebdulxenî Mihemed Emîn, û dîwana bi navê ( Bayê Geliya) ya helbestvan Seyfidîn Qadirî.
Di destpêkê de nivîskar Miş'elê Osman bi navê YNKS bixêrhatina mêvanan kir û kêlîkeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê rawestiyan.
Piştre Osman li ser kurtejiyana her du helbestvanan axivî.
Dipêre her yek ji wan qevdek helbest ji dîwanê xwe xwendin.
Û helbestvan Azadî Osê bi helbestekê beşdarî kir
Û herweha hunermend Masûmê Şikakî bi çend stiranan aheng xemiland, û hunermed 'Ebduselam Gênco bi stiranekê beşdarî kir, û Azad Masûm Şikakî jî bi stiranekê beşdarî kir.
ليست هناك تعليقات: