34 helbestvan beşdarî 27 mîn Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê dibin
34 helbestvanên beşdarî 27mîn Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê
bûn, ku li hola Zana, li bajarê Qamişlo, 28.10.2022 hate lidarxistin.
Piştî kêlîkeke bêdeng li ser
giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb, Mihrecan bi gotara
komîteya amadekar ku ji aliyê Ebdusemed Mehmûd ve hat pêşkêşkirin destpê kir, û
di Mihrecanê de ji aliyê çend hunermend (Se`d Ferso, Beha Şêxo, Fewaz Bavê
Delo, Nûrî Elî, Masûm Şikakî) navberên
mûzîkê hatin pêşkêşkirin.
Ji bilî pêşkêşkirina
raportekê li ser jiyan û berhemên nivîskar û helbestvan Ibrahîm Mela Qasim.
Komîteya Amadekar xelata
Mihrecanê ya salane radestî nivîskar û helbestvanê Kurd Ibrahîm Mela Qasim kir.
Herweha Kurtejiyana nivîskar Ibrahîm mela Qasim hate
xwendin:
Li gundê Hemze Begê yê
girêdayî navçeya Dêrikê, di sala 1961ê de ji dayîk bûye.
- Di sala 1984an de ji peymangeha Bazirganî li Helebê bawername
stend.
- Endamê komîteya cîbicîkar
ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û endamê komîteya nirxandin û
çapkirina pirtûkan e.
- Endamê desteya weşanê ya kovara - Pênûsa Azad - e
- Di rêvebirina malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê de
kar dike.
- Ew çend salan endamê
komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya bû.
- Li peymangeha Bediraxan
wek mamoste kar kiriye.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- Şîn û Zayîn-Dîwana helbestan çapa şamê 1991z
2- Vekolînek Lezgîn di pêlewazên Helbesta Kurdî de çapa dêrikê
2012z
3- Fîxan Dîwana helbestan çapa Dêrikê 2012z
4- Ciwaniya Helbesta Kurdî Vekolîn çapa Qamişlo 2017
5- Azariya Dêmên Mehweşȋn-Dîwana Helbestan çapa YNKS-2017z
6- Kurteyeke hînkirin li ser binêşeyî û ciwankariyê di wêjeya kurdî
de.
Pirtûkên neçapkirî ev in:
1- Qunaxên wêjeya Kurdî
2- Mijarênên wêjeyî
3- Çîroknên Belav
4- Dîwana Baxçê min
5- Wergerandina dîwana Asoma Girtinhevê ya Helbestvan Ehmedê Şêx
Salih ji tîpên Aramî bo tîpên Kurdî.
Ji bilî wê jî raporteke din li ser helbestvan Qasim Mer`îka
li ser jiyan û berhemên wî yên di xizmeta folklora kurdî de, ku li wir bi
belgeya rêzgirtinê hat xelatkirin.
Ji bo lidarxistina Mihrecanê gelek nameyên
pîrozbahiyê ji nivîskarên kurd û rêxistinên partî û çandî hatin wergirtin.
Herwiha di
Mihrecanê de, pirtûka helbestên beşdarî Mihrecana 26mîn ji hêla komîteyê ve hate
îmzekirin û li amadebûyan hate belavkirin.
Navê helbestvanên ku beşdarî Mihrecanê vê salê bûn ev in:
Awaz Xalid (di nava mijanka rojê - Behcet Osman (Ez û pênûsa xwe) - Beşîra Derwîş (Jîna) - Bêbira Talik (Birîn û jiyan) - Bêwar Girpirî "Ebdulhekîm Muhemed'' (Nerînek kor) - Cawîdan Kasanî (Piyarbûyî) - Deham Şihab (Buhara min) - Dilîn Ehmed (Goristana pakrewan) - Dilsoz Ibrahîm (Derdên 2022) - Ebdalê Amûdê (Te deng nekir) - Ejder Robarî (Mehsa Jîna) - Ebdulxenî Mihemed Emîn (Welatê min) - Fêsel Qadirî (Tişt nemaye) - Haşim Şêx Zahir (Şah ciwan) - Hozan Girkundê (Hîna zû bû)
- Ibrahîm Berces (Bedewê) -
Imran Menteş (Barzaniyê nemir)-Idrîs Hac Tahir (Êş û bîranîn) - Îsa Xelo
(Welatê birîndar)- Jiyan Murad (Dîlber) - Luqman Osman (Yekîtî) - Luqman Yûsif
(Rêwî)- Leyla Reşo (Lûleper )-
Mihemed Zekî Gergerî (Vînosa min) - Ridwan Yûsif (Ka soza te) -
Seyfidîn Qadirî (Axaftina Birînê) - Şahîn Dil bi kul (Li vî dilî) - Şevreş Jaro
- Tûrçîn Reşwanî (Helbest û stiran) -
Zahid Mehmûd (Saw) - Ebdusemed Mehmûd (GumlekêAlan)- Xelîl Alûcî (Hîn bi te ez
heme)- Miş'elê Osman-Jîna Emînî.
ليست هناك تعليقات: