Kemal Tolan-çîrok- Eger min çêleka te dizî be, bila Xwedê bike ez di qirnê çardan de bimirim.
Kovara Pênûsa Azad-hijmara 13ê.
Zemanekî du kes hebûn ku ji wextê bav û kalên xwe ve timî cînarên
hevûdinê bûn. Rojekê gava yek serê sibê radibe diçe ku êm bide dewarên xwe,
dîbîne ku hinekan çêlekeke wî ji pangê diziye, ew şiba cînarê xwe dibe û diçe dibêje
cînarê xwe, wele te çêleka min diziye.
Cînarê dinê jî sûnd xwar û got: bi Xwedê min çêleka te ne biriye,
lê baweriya xwediyê çêlekê bi sûndxwarina wî nehat û got: îla te biriye.
Cînar cardinê sûnd xwar û got: heger ku min çêleka te biribe, Xwedê
bike ez di qirnê çardan de bimirim.
Xwediyê çelekê got: kuro qirnê çardan çi ye?
Cînar gote xwediyê çêlekê: wekî tu ji min bawer nakî û nizanî ka
qirnê çardan çi ye, were ez û tu herine ba kesekî şirîhetê bizane.
Herdû çûne ba merivê şirîhetzan û gotinê: em lavan ji te dikin ku
tu şirheta me bibirî.
Merivê şirîhetzan got: de ka derdê xwe ji min re bêjin.
Cînarê gumanbar got: ez û vî camêrî ji wextê bav û kalan û heta
vêga cînarên hevûdin in, îro hinek hatine çêleka wî ji pangê dizîne û ew dibêje
min, wele te çêleka min diziye, min jî gelek sûnd jê re xwarin û gotiyê: eger
min çêleka te biriye, Xwedê bike ez di qirnê çardan de bimirim, lê ew ji min
bawer nake û nizane ka qirnê çardan çi ye.
Yê şirîhetzan gote xwediyê çêlekê: kuro tu ji cînarê xwe bawer nakî?
Xwediyê çêlekê dîsa got: na bi Xwedê, ez ji wî bawer nakim.
Yê şirîhetzan gote xwediyê çêlekê: de here bêje kulfetê xwe, bila
ew ji bo rêwiyekê nanê sê rojan ji te re çêke û dûre were ba min, ezê hingê ji
te re bêjim, ka tu yê çi bikî.
Gava kulfetê xwediyê çêlekê nanê sê rojan çêkir û pê ve, ew dîsa
hate ba yê şirhetçî.
Yê şirîhetzan gote xwediyê çêlekê: lawo tu yê sê rojan bi rêya hanê
ve herî, lê haya te ji te hebe, te di van sê rojan çi dît û çi bê pêşiya te,
gava tu vegerî tê tevan ji min re bêjî.
Xwediyê çêlekê kete ser wê rêya ku yê şirîhetzan şanî kiriye û çû.
Roja pêşî çû gihîşte ber çemekî avê û bala xwe da avê, wa gelek tiştikên ku
mîna şimamokan delal in bi ser avê ve diçin, destê xwe avête wan tiştikên ku
mîna şimamokan delal in û yek ji wan ji xwe re girt, dûre gava ewî ew tiştikê
mîna şimamokan delal e şikand, aveke gemarî û bîneke gelekî genî jê derket, ew
li vê bûyerê ecêbmayî dimîne û dibêje: ya rebî ev tiştikên mîna şimamokan çiqas
delal in, lê çima di nava wan de ev gemar û bîna genî he ye?
Leyse, ew cardinê bi rêya xwe ve çû, gava ew di ber gundekî ve
derbas dibe, bala xwe dayê wa dêleke kûçikan ku hê avis e, diçe û cewrikên wê
di zikê wê de direyîn. Ew li vê bûyerê jî ecêbmayî dimîne û dibêje: Xwedê yo,
ev çi ecêb e!?
Cardinê bi rêya xwe ve çû, gava lê dibe êvar, ew digihêje ber
çiyayekî, dît ku wa agirek li serê çiya pêketî ye, ji xwe re dibêje: ez herim
binêrim bê ka ev agirê çi ye. Gava gihîşte ba agir, dibîne ku va sê sîtilên
mezin li ser agr in û dikelin, dinêre ku sîtila serî û ya dawî tije av in, lê
ya ku di nîvî de ye, ew vala ye û agir di bin hersêkan de jî vêketî ye, ji
germa re pelqikên ava sîtila serî dipijiqin diçin dikevine ya dawî û pelqikên
ava sîtila dawî jî dipijiqin û diçin dikevine ya serî, lê sîtila nîvî, wisa bê
av dike qijeqij û di halê xwe de dişewite, ew li vê bûyerê jî ecêbmayî dimîne û
dibêje Xwedê yo, ev çi ecêb e!?
Dûre her sê rojên wî jî diqedin, ew vedigere malê û cardinê diçe ba
merivê şirîhetzan.
Merivê şirîhetzan jê dipirse: de ka ji min re bêje gelo te çi dît û
çi hate pêşiya te?
Xwediyê çêlekê tiştê ku di her sê rojan de dîtibû û lê ecêbmayî
mabû tev ji merivê şirîhetzan re got.
Merivê şirîhetzan ji xwediyê çêlekê re dibêje: lawo, ew tiştikên ku
te roja pêşî mîna şimamokan delal û xweşik dîtin, ew merivên qirnên çardan in,
lê nava wan tije gemar û bîna wan gelekî genî
ye.
Lawo, ew cewrikên ku hê di zikê dêleke kûçikan de direyiyan jî, zarokên
merivên qirnên çardan in û ew jî mîna piraniya zarokên vî zemanî bi xebera dê û
bavên xwe nakin. Şerm û heya wan tune ye.
Lawo, ew sîtila serî û ya dawî ku tije avbûn û pelqikên ava xwe dipijiqandine
ba hevûdinê, ew jî dewlemendên qirnên çardan in, merivên maladar û dewlemend in,
ew jî mîna sîtilan, germayî û xweşiya malê xwe didine hevûdinê, merivên hêjar û
belengaz jî mîna sîtila navîn dikine qijeqij û di halê xwe de dişewitin.
Ahmedê Îskan(Ediz), di
06.08.12 de li bajarokê Ahlten –Hannoverê gotiye.
Ev di Pirtûka Kemal Tolan-Çîrokên ku şahidiya Mîtologîya Êzdiyatiyê
Dikin de- hatiye weşandin.
ليست هناك تعليقات: