Mihemed Şêxo, Huner û Jînenîgarî-Amede û Belgekirin Qado Şêrîn
Huner dîrokê diparêze û bandoreke yekser li çand û nerîna civakê
dike ji aliyê bawerî û pirinsîpan ve ji ber ku ew li hestê mirov dixe, loma
huner dikare guhertinan di civakan de çêke û wisa jî rola hunerê balkêş e
di parastina ziman û wêjeya gelan de bi hemû cûreyên xwe ve.
Em Kurd weke miletekî kevnar û xwedî ziman, welat û dîrok in, ku ji
hezarên salan ve li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn û xwedan zimanekî resen in ku
ji hezarê salan ve pê daxivin, bîr, boçûn û hizrê xwe pê diyar dikin û
folklor û pêmayên xwe tînin ziman.
Folklorê Kurdî ji zengîtirîn folklor e di Rojhilata Navîn de ku
rola herî sereke lîstiye di parastina ziman û wêjeya kurdî ya devkî de
"zargotin", ku li ser zimanê hunermend û dengbêjan hatiye parastin,
bi dirêjahiya dîrokê bi dengê dengbêjan ji nifşekî bo nifşekî hatiye parastin,
di nav hunermend û dengbêjên kurdan de, gelek dengbêjên dengxweş, behremend û
afrêner hene, hin ji wan mêr û hin jî jin in.
Dema em behsa hunera kurdî dikin, bi taybetî li Rojavayê
Kurdistanê, em nikarin behsa Seîd Yosif, Seîd Gabarî, Mihemed Şêxo, Mihemed
Ezîz Şakir, Mehmûd Ezîz Şakir, Cemîl Horo, Mihmed Teyib Tahir û Bavê Selah nekin,
bi taybetî Mihemed Şêxo (1948-1989) ku di dema xwe de, bi deng, mûzîk û awazên
xwe, yek ji wan hunermendên herî navdar û xwedî rolek mezin bû û li tevaya
Kurdistanê navûdeng bûye.
Ji hêla xwe ve, ji bo şaşiyên pirtûka 1995an serrast bike, pirtûkek din, cuda ji ya 1995an, bêtir ji helbestên stranan, tije gotar û lêkolîn, note û potrêt, belge û wêne ye.
Nivîskar û rexnevanê Kurd Qado Şêrîn wekî erkekî kurdewarî dît ku
jiyan û hunera Mihmed Şêxo carek din di pertûkekê de binivîse û belge bike,
hêja ye bêjim ku bi dehan hunemendên mezin yên kurdan hene hêjane karekî wisa
bo wan bê kirin, di dema ku ez destxweşiyê li mamosta Qado dikim, hevdem ku ez
bi hêvî me ku di demeke nêzîk de ji aliyê nivîskarên Kurd ve nivîs û lêkolîn û
pirojeyên wisa li ser huner û hunermendan bibînim.
Mihemed Şêxo - Huner û Jînenîgarî - Amede û Belgekirin - Qado Şêrîn.
Ji weşanên Dar Zeman ji bo çapkirin û weşan û belavkirinê sala 2022
an hatiye çapkirin û belavkirin.
Pirtûk ji 360 rûpelî pêk hatiye, Qado di destpêkê de spasiyên xwe
pêşkêşî malbata Nemir Mihemed Şêxo û çi kesên alîkarî kirine dike û di
pêşgotina pirtûkê de, dibêje: çima Mihemed Şêxo mezin e û çima milet jê hezdikir
û piştî çû ber dilovaniya Xwedê bêtir jê hezkirin? (Mihemed Şêxo ne tenê hunermend
bû, herwiha jî mirovekî kurdperwer û dilsozê huner, civak û pirsa gelê xwe bû
jî, Mihemed Şêxo bi deng û awazên xwe xwedî stylek taybet bû, herwiha di
bijartina awaz û helbestan de, bi şêwazê strana xwe mezin bû û bi şêwazê
bijartina helbestan û bi awazên taybet yên li gor dengê wî yê taybet mezin bû).
Qado di pêşgotina xwe de berdewam dike û dibêje pirtûka Stranên M.Ş a ku min û
Beha sala 1995an çap kiribû, hin şaşî tê de hebûn, dibêje û mukur tê û lêbûrînê
dixwaze, herwiha hin nakokî, rexne û xirecirên van salên dawî derketin holê
tîne ziman û bersiva gelek pirsan bi belge dide.
Qado di beşê duyem de ji pêşgotinê, jiyana M.Ş dibêje ku wî ji devê
Hunermend Beha Şêxo girtiye û dibêje: (Hunermendê navdar Mihemed Şêxo di sala
1948an de li gundê Xecokê jidayik bûye, gundê Xecokê16_20 km. dikeve başûrî
Rojavayê bajarê Qamişlo. Li gor diya wî digot: di zaroktiya xwe de ji tenêbûnê
hez dikir, bêdeng bû, têkilî bi zarokan re nedikir, ji aramî û bêdengiyê
hezdikir wiha diyar bû ku derûniya wî taybet bû, û mirov texmîn dikir ku wê
bibe mezin û navdarek), berdewam dike ser jiyana nemir ji çawaniya fêrbûna
Tembûrê, qûnaxên xwendinê ta çûna Libnanê, çûna başûrê Kurdistanê û têkilî
û danûstandinê wî, penaberiya bi pêşmergan re li Îranê, vegera Sûriyayê û jibîr
nake salên derxistina kasêtan û dijwariya jiyanê û girtin û zindanan ta
roja 9/3/1989 ku çû ber dilovaniya xwedê).
Beşên pirtûkê:
1-
Gotar û lêkolînên bijartî:
Di vî beşî de hin gotar û lêkolîn bijartine û ji navnîşanê
xuyaye ku hin din jî hene lê derfeta belavkirina tevan nebû, hin hevpeyvîn ku
bi Nemir re hatine kirin berî dilovaniyê di hin kovaran de, û hin gotar û
helbestên di şîna nemir de hatine nivîsandin.
2-
Stranên Mihemed Şêxo:
Di vî beşî de hemî stranên M.Ş yê hene, yên hatine piştraskirin
"Helbest, Awaz.Note", lê hin helbest nehatine piştrastkirin, ku bi
berfirehî ji aliyê mamosta Qado hatine şirovekirin û nerîna xwe gotiye wisa jî
helbest û awazên folklorî jî eşkre kirine.
3- Note:
Ev beş yê notê ye ku 11 Stran ji Hêla Ibrahîm Şêxo ve hatine
notekirin, cihê xwe di pirtûkê de digrin
4-
Portrêt:
Ango wêneyên M.Ş yên bi destên Şêwekaran hatine nîgarkirin û
belgekirîne ji ber ku her yek îmza şêwekar li ser heye
5-
Wêne û belge:
Ev beş hin wêneyên nemir in û belgeyên ku pê helbest piştraskirine.
Hêja ye gotinê ku pirtûk di pêşangeha pirtûkan (Herekol) de li
bajar Qamişlo di roja 22 /10/ 2022an de, di nav weşanên Dar Zeman de hatibû
nîşandan û niha ev pirtûk li hin pirtûkxanên Herêma Kurdistanê û Rojavayê
Kurdistanê peyda dibe.
Spasiyek taybet bo dostê min yê Hêja Qado Şêrîn bo vê keda wî ya
biha û dîsa li ser ku pirtûkek diyarî min kiriye, ji dil spasiya wî dikim û
hêviya jiyekî dirêj jê re dixwazim.
ليست هناك تعليقات: