Sasanî Kurd bûn ne Parsî bûn-Mehdî Kakeyî-Wergerandin:Ebdulhekîm Muhemed
Ev belge û palpiştên li jêr tekez dikin ku
malbata desthilatdar (padîşah) a Sasanî malbateke Kurd bû:
1- War û welatê bapîrê herî mezin ê
padîşahên Sasaniyan Kurdistan bû, berê xwe da welatê parsan piştî dîtineke
Xwedayî ku yek ji dûndeyên wî dê bibe padîşahê Ariyana [1] [2], bi vî rengî em dibînin
ku Sasan Kurd bû ne parsî bû û ne jî ji wilayeta pars bû, belê wî xwe kiribû ji
padîşahê Kiyanî (Behmen kurê Esfindiyar kurê Goştasip), lê ev tişt jî bi guman
bû. Sasan şivanê devihan bû li ba malmezinekî (arîstokratekî) [1], wek Dihxweda
di ferhenga xwe ya mezin de dibêje ku bavê padîşahê Sasanî (Erdeşêr) ew şivanê
ku navê wî (Papeganê Kurd) bû [3].
Mamosteyê zankoya Tehranê D. Reşîd Yasmî
dibêje: (Sasan) ku bapîrê (Erdeşêr) e, ji êla Şiwankareya kurd e û dayika (Papegan)
jî keça serokekî ji êlên (Bazringî) yê kurd e. Cihê vê êlê dikeve devera kurdan
li wilayeta pars. Yasmî berdewam dike û dibêje: em karin bêjin ku (Erdeşêr)
Kurd e.
(Papegan) kurê (Sasan) ji malekê ji Malên
Agir bû li (Anaheyta), Xwedê kurek da (Papegan) û navê wî xiste (Erdeşêr), evî
kurî Dewleta Sasanî ava kir, (Erdeşêr) ê pêşî li Pêrsî Bêris ji dayik bû, yanî
li wilayeta Pars a ku berî niha bapîrê wî (Sasan) çûbû wê deverê. (Erdeşêr) ji
jiyana leşgerî hes dikir, lewma dibe ji mezintirîn serkirdeyên leşgerî, birayê
wî jî desthilatê wilayetekê bû, lê (Erdeşêr) dijî wî rabû û bi zorê hişt ku
desthilatê ji re bihêle, piştî bidestxistina wilayetê êdî dest bi ferehkirina şahnişîna
xwe kir û welatên beravî tevlû kir weke (kendava hurmiz), (Îlam), (Esfehan) û
(Mîdya).
2- Ferehkirina şahnişîna (Erdeşêrê pêşî) bû
cihê dilgiraniya padîşahê dawî yê Eşkaniyên pars padîşah (Erdewanê pêncemîn),
lewma wî nameyek bi qasidekî re şiyande
ba (Erdeşêr) tê de bêrûmetiyê bi wî û nijada wî dike, padîşahê Sasanî (Erdeşêr)
wê nameya bêrêzî li koçika şahî û li ber xelkên dewleta Sasanî dixwêne. Tiştê
ku di nameyê de hatibû ev bû: (tu bi ser
xwe ve çûye û te dawiya xwe aniye ey kurdê di konikên kurdan de xwedî bûyî, kê
derfet dayê te ku tu tacê deynî ser serê xwe?). Teberî [5] û Ibnulesîr [6] vê
namê binav dikin. Nameya şahinşahê Eşkanî yê Parsî tekez dike ku malbata Sasanî
ya ku desthilatî dikir malbateke Kurd bû.
Ne tenê ji layê (Erdewanê pêncemîn) ve
şahinşahên Sasanî bi şermî hatin binavkirin ji bo koka wan û lêvegera wan ji
miletê Kurd, belê desthilatdarê Ermînya û Azirbêcanê (Behram Çopîn) ku kurê
(Behram Goştasip) bû, di dema Sasaniyan de, bi şermî li ser şahinşahê Sasanî
(Xisro yê diwemîn "Perwîz") axivî, ji ber ku ew Kurd bû, dema
ku wî dixwest desthilatiyê ji (Xisro 2mîn) derxe, jê re got: ey kurê jînê (bêbav), ê ku di konokên kurdan de dijiya [7].
3- Sasan ji êla Kurd (Şiwankare) bû û xelkê vê êlê di şivantî û
çandiniyê de kar dikirin, di dawiya sedema Biweyhimiyan de malbatek (dundeyek)
desthilatdar ava kirin binavê (Salarên Şahinşahên Şiwankaeyên Kurd li Pars [8]). Her wiha
rojhilatnasê Otrîşî (Nemsayî) (Eduard von Zambaur) di pirtûka xwe de ya bi navê (Ferhenga Nijad û
Malbatên Desthilatdar di dîroka Islamî de) *dictionary of genealogies and
ruling families in Islamic history* dibêje ku xelkên êla (Şiwankare) zar û
neviyên damezrênerê dewleta Sasanî (Erdeşêr kurê Papegan) in [9].
4- Her wiha (Yqûtê Hemewî) jî di pirtûka
xwe de ya bi navê (ferhenga welatan \ Mu`cem Elbuldan) a ku şeş
salan di nivîsandina wê re domkir 1224-1228z. [10], dibêje ku dema şahinşahên Sasanî bajarê "Elmeda`in" ava kirin, taxek di nav meda`in de ava kirin û navê
wê xistin (Kurd Abad) ji bo kurdewariya xwe û netewa xwe ya kurdî diyar bikin,
ew jî tê bi wateya ''taxa ku bi destên kurdan ava bûyî'', ew qala şeş taxên din jî dike ji bilî taxa (Kurd Abad).
Hêja ye gotine ku navê (Elmeda`in) "Madiyan"
e, ew jî navekî kurdî ye, ji bêjeya (Mad) bi wateya (Mîdî) û paşgira (an) ku
kurd di kom de pêk tênin, lewma (Madiyan) an ku (meda`in) tê bi wateya
(Madiyan, Mîdiyan) ku ew bavpîrên kurdan in. Ev navê kurdî (madiyan) hate
guhertin ji layê ereban ve û bû (meda`in), û parsan jî navê (tîsfon) lê kirin.
(frankan "franc"
jî navê Ektîzîfon lê kirin – wergêr). Padîşahê Sasanî Erdeşêr bajarekî
din jî ava kir bi navê "Boz Erdeşêr"
li nik bajarê Mûsilê yê niha [11].
Bê guman padîşahê Sasanî (Qubad) û
(Enoşêrwan) bihtir ji sih(30) bajarî li deşta (Erran)ê ava kirin, û bajarek ji
wan bajara navê wî (Melaz Kurd) bû [12] [13]. Binavkirina taxekê ji taxên
paytexta Sasanî bi kurdî û avakirina bajaran kurdî ji layê Sasaniyan ve
nîşaneke din ku Sasanî Kurd bûn.
5- Padîşahên Sasanî bi navê (Xesrew)
dihatin naskirin, ev gotin jî ji herdu bêjeyên kurdî pêk tê; "xes"
bi kurdî tê bi wateya "pak an jî baş"
[14], "rew"
tê bi wateya "rewişt an jî kiryar",
lewre gotina "xesrew"
tê bi wateya (kiryarê pak, rewişta baş) yanî "mirovê rêzdarî paye bilind". Parsan ev nasnav ji kurdan
dizîn û xwehr kirin û xistin "xusrew"
ji ber ku herdu bêje "xes"
û "rew"
di parsî de nîn in, her wiha ereban jî ew guhertin û xistin "kesra"
an jî "kisra".
Bi vî awayî ev nasnavê kurdî yê padîşahên Sasanî tekez dike ku ew Kurd in.
Hêja ye gotinê ku gelek kes bi şaşî wan jêwe ye ku navê padîşahê
Sasanî "kisra" bû, yê ku şerê Qadisiye di
bin siha desthilata wî de çêbû, lê " kisra" nasnavê hemû padîşahên Sasaniyan e, ne tenê
navê padîşahekî bû, ku tê bi wateya "ezbenî"
, " rêzdar"
, " hêja"
di dema îro de pêk tê ji bo serok, padîşah û mîran. Bihtirên padîşahên miletên din jî xwedî nasnav bûn mîna
Sasaniyan, wek "Sêzar, Qeyser" ji padîşahên Roman re dihate
gotin, "Fir`on"
ji padîşahên Qiptiyan re dihate gotin, "Xaqan"
ji padîşahên Turkan re dihate gotin, "Tube`e"
ji bo Yemeniyan, "Necaşî"
ji bo Hebşe û "Ezîz"
ji bo padîşahên Misrê re di dihate gotin.. hd.
6- Navên
padîşahên Sasanan kurdî bûn, û ew kurdiyet û kurdewariya wan dide xwiyakirin,
wek ku emê li jêr destnîşan bikin:
a- Navê sê padîşahên Sasaniyan "Yezdkurd"
bû, ku peydabûna gotina "yezd"
di navê hersê padîşahan de paşxaneyek olî Yezdanî ji kesatiyên desthilatdar ên
Sasanî re diyar dike.
b- Navê du padîşahên Sasanî (Xesrew) bû,
wek ku li jor hatî şirovekirin gotina (xesrew) ji herdu peyvên kurdî pêk tên, "xes"
tê bi wateya "pak an jî baş" û "rew"
tê bi wateya "rewişt an jî kiryar",
lewre gotina (Xesrew) tê bi wateya (kesê bi rewiştên pak).
c- Navê du padîşahên Sasanî (Erdeşêr) bû,
ku ev jî navekî hevedudanî ye ji peyva mîdî (erde) ku tê bi wateya (baş an
qenc) û (şêr) ku wateya wê diyar e, ew canewerê padîşahê bax û daristanan, bi
vî awayî ev nav tê bi wateya (şêrê qenc û pak). (Padîşahê qenc - wergêr)
ç- Navê padîşahekî Sasanî (Feyrûz) an ku
(Pîroz) bû, ku ew jî navekî kurdî ye bi wateya (evra, pîroz an muqedes,
mubarek).
d- Navê çar padîşahên Sasanî (Hormizd) bû,
ku ew jî navekî arî ye, ji navê xwedayekî bavpîrên kurdên Somerî hatiye
(Hormîs). Bi demê re ev nav hatiye guhertin li ba miletên Arî û bûye
(Horamezda) an jî (Mezda), piştî vê guhertinê re vî navî wateya xwe ya resen
parast, bi wateya (Xweda).
e- Navê çar padîşahên Sasanî (Behram an jî
Baram) bû, û navê du padîşahan jî (Qubad) bû, ev herdu nav jî kurdî ne, ê pêşî
tê bi wateya (jîr) û yê diwan tê bi wateya (padîşah).
7- Hêjî navine Sasanî peyda dibin di nav
kurdan de li Kurdistanê, bo mînak navê (Xemanî) [14],
ev navê Sasanî li ba parsan qet peyda nabe, lê ta niha hinek qîz û xortên
kurdan bi vî navî ne û vî navê em li zarokên xwe dikin.
8- (Hesen Pîr
Niya) dibêje ku Sasaniyan navê (may) li mîdiyan dikirin [15], ev nav ta
weke îro di nav kurdan de heye wek navekî mêran pêk tê (Mayxan), bi ser ku ev
bû 2500 sal û bihtir jî ku Emperatoriya Mîdî ruxaye û nema ye. Timî peyva (xan)
bi (may) re tê û nabe ku navê (may) li kesekî bikin bê peyva (xan), peyva (xan)
tê bi wateya (hêja, mezin, ezbenî, bihadar) a ku pêk tê ji bo padîşah, serok û
serweran di dema niha de, ji ber ku Mîdî malmezin û xanedanên kurdan bûn. Hêja
ye gotine ku navê mîdiyan (Mad) bi zimanê mîdî tê bi wateya (Hêja) an (mezin) [a].
Hêja ye gotine ku dema ereban Kurdistan dagîrkirin, navê (Mahat) ji
layê ereban ve li navenda desthilata Mîdî hat kirin, ku (Mah) navê Mîdiyan e [b] û paşgira (at)
jî paşgirek e komkirinê diyar dike di zimanê erebî de. (Belazirî) diyar dike û
dibêje ku dema ereban Kurdistan dagîr kirin di serdema islamê de, hin deverên
dagîrkirî ji Kurdistanê kirin parçeparçe, ji ber ku bacên ku ji her deverekê
dibirin dişandin ji misilmanên ku li devereke taybet rûniştî bûn [16], lewma ereban
ji bajarê (Dînewer) û hawîrdorê wê re digotin (maha Kûfa) ji ber ku baca ji
bajarê (Dînewer) û hawîrdorê dibirin dişandin ji misilmanên ku nû hatine û li
(Kûfa) neştecî bûne, herwiha ji bo heman sedemê (Maha Besra) ji bajarê
(Nehawend) re dihate gotin, çimkî baca ku ji xelkê Nehawedê distandin dişandin
ji xelkê bajarê Besrayê re ewên ku bûne misilman piştî dagîrkeriya misilmanên
ereb, bi vî awayê navenda welatê Mîdî hat parçekirin ji layê dagîrkerên ereb ve
û bû (mah kûfa) û (mahbesra).
9- Malbata Fedlewî ya ku Mîrnişîna Fedlewî damezrandin (1155-1432),
ji hoza Şiwankare ya Kurd bû, kesên vê malbatê ji dûndeyên padîşahên Sasaniyan
bûn [c], kesên xêzana
desthilat a vê Mîrnişînê Kurd bûn ji ber ku bavpîrên wan ên Sasanî jî Kurd bûn.
Hêja ye gotine ku ev Mîrnişîn li başûrê rohilatê Loristanê hat avakirin û 277
salan dom kir, Mîrnişînê
Loristan vedigirte xwe ta digiha hawîrdora bajarê Esfehanê û di qonaxinan de
devera Xozistanê û bajarê Besrayê jî vedigirte xwe.
10- Di dawiya serdema Biweyhîmiyan de, hoza
(Şiwankare) mîrnişîneke kurdî damezrandin bi navê (Mîrên *etabike* Padîşahên
Şiwankare yên Kurd li Pars [8]), ji ber ku kesên hoza (Şiwankare) ji (Erdeşêr
kurê Babik damezrênerê dewleta Sasanî) ne [9], damezrandina vê hozê -ya ku
Sasanî dûndeyên wê ne- ji mîrnişîneke kurdî re nîşaneke xwiya ye ku Sasanî Kurd
bûn.
Ji bo dirêj nebe, emê di vê xelekê de bi
van mînak û palpiştên ku kurdewarî û kurdiyeta Sasaniyan tekez dikin bidawî
bikin, û emê hine din jî di xeleka bê de diyar bikin.
Jêder
1. أبو القاسم
الفردوسي. شاهنامه ملحمة الفرس الكبرى. ترجمة سمير المالطي، صفحة 133، 134.
2. ابن البلخي.
فارسنامه، فصل احوال شبانكاره و كُرد و فارس. طبع اوروپا، صفحه 146.
3. دهخدا، على
اكبر. لغتنامه. جلد سوم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 3843.
4. غلامرضا رشيد
ياسمي. كُرد و پیوستگی نژادى وتاريخى. سال 1369 هـ ق، صفحه 171.
5. ابو جعفر محمد
بن جرير الطبري. تأريخ الرسل والملوك. المجلد الثاني، المطبعة الحسينية، مصر، 1336
هـ، صفحة 57.
6. إبن الأثير.
الكامل في التاريخ، المجلد الأول، صفحة 133.
7. ابو جعفر محمد
بن جرير الطبري. تأريخ الرسل والملوك. المجلد الثاني، المطبعة الحسينية، مصر، 1336
هـ، صفحة 138.
8. ابن البلخي.
فارسنامه، فصل احوال شبانكاره و كُرد و فارس. طبع اوروپا، صفحة 150 – 153.
9. زامباور. معجم
الأنساب والأسرات الحاكمة في التاريخ الإسلامي. إخراج: الدكتور زكي محمد حسن بك و
حسن أحمد محمود. ترجمة قسم من فصول الكتاب: الدكتورة سيدة إسماعيل كاشف و حافظ
أحمد حمدي و أحمد محمود حمدي، دار الرائد العربي، بيروت، 1980 م، صفحة 351 – 352.
10. ياقوت الحموي.
معجم البلدان. المجلد السابع، صفحة 413.
11. لي سترنج، ك.
بلدان الخلافة الشرقية. ترجمة بشير فرنسيس وكوركيس عواد، مطبوعات المجمع العلمي العراقي،
مطبعة الرابطة، بغداد، 1954.
12. الشيخ شمس
الدين أبي عبدالله محمّد أبي طالب الأنصاري الصوفي الدمشقي. نخبة الدهر في عجائب
البر والبحر. طبع مدينة بطربورغ، سنة 1865، صفحة 190.
13. دهخدا، على
اكبر. لغتنامه. جلد دوم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 1631.
14. دهخدا، على
اكبر. لغتنامه. جلد هفتم، چاب دانشگاه تهران، سال 1345 ﻫ ق، صفحه 9953.
15. حسن پیرنیا.
تاریخ ایران باستان یا تاریخ مفصل ایران قدیم. جلد اول، با مقدمه و شرح: محمدابراهیم
باستانی پاریزی، تهران، دنیای کتاب، 1362 ﻫ ق، صفحه 48.
16. البلاذري
(2010). فتوح البلدان، صفحة 375.
a. Tavernier,
Jan. Iranica in the Achaimenid period (ca. 550 – 330 B.C.): Lexicon of Old
Iranian. Peeters Publishers, Louvian, Belgium, 2007, p. 558.
b. Browne,
Edward G. (1919). A literary history of Persia: A literary history of Persia
from the earliest times until Firdawsi. T. Fisher Unwin Ltd, London, page 19.
c.
http://neyrizema.ir/texts.php?portal=tarikh&id=2978
ليست هناك تعليقات: