Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Qamişlo simînarek lidarxist
Bi bûneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê îro21.2.2023 şaxê Qamişlo yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya li hola Barzaniyê nemir ya partiya Yekîtî ya Kurdistanî li bajarê Qamişlo, bi amadebûna cemawerekî balkêş ji rewşenbîr û siyasetmedar û saziyên civaka sivîl simînarek lidar xist.
Di destpêk de mamosta Fêsel Qadirî serokê şaxê Qamişlo bixêrhatina mihvanan kir û paşî xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanan û bi taybet pakrewanên erdhejê, simînarek ji aliyê zimanzanê kurd mamosta Deham Ebdulfetah hate pêşkêşkirin.
piştî simînar bi dawî bû derfet ji bo pirsan hate dayîn û bi rengekî serkeftî çend mijarên zimanî hatin gotûbêjkirin.
ليست هناك تعليقات: