Ebdussemed Mehmûd-Helbest-Pirsa Qedexex
Pirsa qedexe
Gelo ji îro pê ve
Wê evîn hebe
Êşên me Di ser re çûn
Riyên rokê têne girtin
Çima qamîş li dehlê Hew şîn dibe
Razên welat
Xwe di sînga qelaç de
Vedişêrin
Germaya çavên Zarokan
Herêma buharê
Bi bîna axê şa dibe
Li wir çend reng hene
Gelo wê evîn hebe
Xwîna me
Di çemekî dirêj de
Mîna dîrokê dadibe
Li min binêrin
Guhên xwe vekin
Heger helbestên me
Ne tiving bin
Peyvên xwe bipêçin
Di buxçikên xwe kin
Heger helbestên me
Ne li rex gel bin
Wan bi hev bidirûn
Di Ceqceq de werkin
Heger ne fişar bin
Ji bo dozê
Wan dûz û şayîk nekin
Ger em ne rastgo bin
Şerm e vî navî li xwe kin
Ev nivîs jî ne helbest e
Ger em naverokê vekin.
Piştî demekê ji xwînê
Welatiyek li pişt xwe dizîvire
Keserek ne dermankirî
Bi ser bejna bayê kur de berdide..
Hilmek ji hêviyên piştxûz dikişîne.
Ez li her kesî dibûrim,
Ta ew kesên ku buxçika
Şahiya min dizîn
Li wan dibûrim,
Ta ew kesên
Ku libên baranê
Ji ser zeviya min birîn
Li wan dibûrim,
Yên kevok sêdar kirin
Yên ku girnijîna min çirîn
Li wan dibûrim,
Yên ku pênûsa min hilkirin
Yên ku dîwana min binpê kirin
Li ser tabûta min civîn
Yên ceqceq ziwa kirin
Xabûr û ferat riswa kirin
Li wan dibûrim,
Her kesê bi tundî min şermezar kirin
Li her kesî dibûr im,
Li dizan.. kujeran.. bêbextan …
Ez li wan nabûr im,
yên ku ber bi siya Seyroz ve werin.
ليست هناك تعليقات: