Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa peyameyeke sersaxiyê şand bo Liqa 6 ya Partiya Demokrata Kurdistanê.
Bi boneya koça dawiyê ya birêz Fewzî Esed berpirsê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Ewropa (Liqê 6), Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa peyameyeke sersaxiyê şand bo Liqa 6 ya Partiya Demokrata Kurdistanê.
Deqê Peyamê
Peyameke Sersaxiyê
Rêzdar Liqa 6 ya Partiya Demokrata Kurdistanê:
Bi xemginî me nûçeya koça dawî ya birêz Fewzî Ese'd, kargêrê berê yê liqa 6 û kadro û têkoşerê dêrîn yê Partiya Demokrata Kurdistanê bihîst.
Bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li derveyê welat sersaxiyê ji we û malbata xwedêjêrazî re dixwazin, û hevdem xwe hevparê xema we dibînin.
Bila cihê wî behişt be û serê we sax be.
Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa
17ê Adar 2023
ليست هناك تعليقات: