Lêkolîn-Geştek dîrokî li ser Dîroka pêşxistina Rêgeza Zimanê kurdîn- Muhemed Reşîd Bavê Sobar
Hemû lêkolînerên ku di
zimanan de dixebitin sazandibin,
kokdibin ku ziman sayeke têgihiştin û axaftinê ye di nav mirovan de, û desteke hinerî
nazike boyî şîrovekirin û pêwendiyên
nirixdar di nav mirovan de ,di
xweşî û nexweşiyê de.
Zimanê netewekî mîna zimanê gelê kurd ew nîşana aqil û pîtol , hogeriya wan e di
kûrbûna dîroka jiyana wan de ye ,
bêjeyên ziman jî hogerîya
yekem e ya gel e di dîrokê de dide nasîn .
Rêzman,Rêgez jî sayeke bingehînîy e
bi naskikrin û serastkirina
peyv û hevokan, û bo nivîsandina rast û
bi dengên hevrêz .
Gelek pîtol û zanyar ji nav kurdan diyar bûn bi tunebûna rêgez ,rêzman bi awayekî
fermî qeyd kirî
mîna : Melayê Cizerî - Feqê
Teyran - Elîyê Herîrî - Ehmedê
Xanê.......................... T.D ,
Wan helbest honandin , helbestên herî ciwan û nirixdar , bêyî şaşiyên rêzmanî,
wate jê ev e ku zimanê Kurdî
pir dewlemend e
û resen e , temenê wê ji
kûrayîya dîroka kevnar e ,
Xwe parastiye weke zimanekî
devokî resen û bi binyadek tund.
Mixabin biyaniyan berî
kurdan ser rêgeza kurdî xebitîn , ew bû xalek
lawaz ji gelê kurd re , !!!
yekem xwendin ser rêgeza zimanê kurdî li
Ewropa diyar bû di sala
((1787 z)) ji layê danyarê Îtalî
((M:garzonî )) Ew bixwe
mujdeberekî xiristiyanî , kasolîkî bû, di nav Kurdan de (18)salan mabû ,
taybet li herêma Amêdiyê
li başûrê kurdistanê , ew î zaraweyê herêmê
ji xwe re kir lêvegerek , ji
bo pêkanîna nivîsandinê bi lêkolînek zanistî ,
mujdeber (M:garzonî) di pirtûka xwe de dibêje
ev lêkolîna han min amedekir bo karên mujdeberan
û pêwendiyên bazirganan
û rojhilatnasan bi kurdan re, da ku
hesanebe ,
di rêgeza wî de gelek raveyên xurt
ser (A,B,C) ya Kurdî û ser mijaran û navan , û lêkeran û nizayên
olî jî
nivîsandîye, û li ser
gelek beşên peyvan .
Dawî ferhengek piçûk (kurdî
/tilyanî, îtalî ) ji (220) rûpelan pêkanî .
Nirxê berhemê (( M :garzonî) winda nebû piştî (230)salan ,
(Pîtir lix) ew yek bû ji mezintirînê rojhilatnasê Rosîyan ,û yek ji damîzenerê zanistî ji xwendina kurdî bû
li Rosya yê di sedsaliya nozdehan(19) de
dibêje :
Rêzmana(M : garzonî)
ku danî li Ewropa gelek guhdan û saxbêrî pê hat
kirin, gelek nerîn û ra'yî
li ser diyar bûn ,
li ser wê gelek pişgînî
hatin kirin ,
piştî rêzmana (M- garzonî)
heta navîna sedsaliya
nozdehan de( 18 ) tu berhemên
taybet
ser zimanê kurdî diyar nebûn,
lê gelek gotar li Ewropa
derketin ser zimanê
Kurdî, di sala (1853z)
fîlolociyê navdar bi zimanên
Îraniyan (E - Xozko ) bi
arîkariya bazirganê Kurd (Ehmed xan) ji silêmaniyê
herdiwan li ( Barîs)ê xwendin kirin ser
zimanê Kurdî , di encamê de
herdiwan kurte rêzmanek
bi zaraweyê herêma
silêmaniyê çêkirin,
di destpêka sedsaliya (19)an de
xwendin û lêkolîn pir bûn
ser Kurdan û ser zimanê Kurdî taybet ji
layê zanyarên
Rosiyan ve , weke (( (F , dîtil )-( X - Eboviyan )- (B - Bîrzîn
)- (B - Lîrx)......T.D..).
di sala ( 1872 z) Mujdeberê
Emrîkî( S - Ray)yê ku (14)çardeh salan li
nav Kurdan de mayî , wî
kurte rêzmana Kurdî derxist
,ew berheme dora
pêncî(50) rûpelan bû, wî
rewşek baş da ser
zanyarên dengan û navan , cînav û lêkeran ......!
dawî ferhengek piçûk amedekir Kurdî - Engilîzî), ji (20) rûpelan,
gelek zanyar û mujdeberan
taybet ji Ewropa lêkolîn kirin ser ziman û rêzmanê kurdî tu kesî
ji wan nikaribû rêzmaneke saxlem ' fermî çêke.
Di sala (1927 z) se'îd kaban
karî kurte rêzmanekî çêke
bi zaraweyê soranî ,,,!
Lê berhemên gişkan sûd jê hatin dîtin û bûn binyadek taybet ji layê
seydayê mezin Mîr Celadet Alî Bedirxan ve, (1893 -
1951z ),wî xwebexşkir bo kar û barê kurdayetiyê tayet di ziman û rêgezê
de, rojnamegerî û wêjeyê jî...........T.D! ew pêşengê rojnamegeriyê bû ,
(kovara hawar 15 - 5 - 1932z)weşand û (Kovara
Ronahî 1942 z ),,!
di sala( 1932 z)de .Mîr
Celadet bi tîpên latînî
nûjen rêgeza zimanê kurdî afirand,gelê kurd taybet rewşenbîr û
dilsojên zimanê kurdî gelekî
pê şabûn, aramgeha wî bihişta berîn be em Kurd hemû wamdarê wîn
e,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,!
ليست هناك تعليقات: