Tore û civak -Yûnis Hemê Bavê Serbest
Di heyamên berê de gelên cîhanê bi giştî dibin
desthilatiya Şah an Qiralan de jiyan dikirin .
Piraniya desthilatan jî zînatkarî û zor derheqa milet de bikar tanîn. heger Şah an Qiral çi ferman bida bê dudilî
ji alî gel ve dihate sepandin.
Û gel bi giştî pabendî rênmayan dibûn.
Û heger ew ferman şaşba jî hîç kekî nedwêrî bigota
ew biryar şaş e û yê ku tersî rênmayên Şah rawestiya sizayê wî pirê caran
serjêkirin bû ji ber wê yekê. Nivîskar,çîrokbêj, helbestvan û behremendên gelan . nedkarîbûn rastiyê eşkere
bikre bikin û ji deshilatê re bêjin tu şaşî gelo ma ji vê pê ve dikarîn ? çi
bikin: wjdana wan ev zînatkarî ji aliyê
desthilatê ve ne dipejirand.
Neçar dibûn vî wêneyî li ser lawiran bêjin. Şêr
herdem Şah e an Qiral e, gur û ajelên devlok ew jî artêş in, heryek li gorî
tereziwa xwe.
Tevaya ajelan di çîrokê de .dibûn mîna mînindeyan
wênekan.
Bi vî karî kesên behremend ,nivîskar ,derûna xwe û
helwesta xwe hêsa dikirin .wek ku yek
bêje ez bi erkê xwe rabûm. Û ji nifşên paşerojê re bêje min rastî ji we re got
bi giştî wêjeya gelan li ser dewlemendî û hebûna jîngehê ava dibe.
Diyar e ku toreya kurdî pir dewlemend e bi pend
,şîret ,metelok ,çîrok û çîvanokan evsane û destanan lê ev nayê wateya ku gelên
dî jî toreya wan tuneye ye, bêguman gel tev xwedî dîrok û wêje ne.
Lê me bivê nevê tevde ne wek hev in di vê derbarê
de em ê hinekî li ser gelên ku bi kurdan re dijîn û hevaxên hev in û çawa pir
mînak û pendên wan hevşanên hev in hin ji hev birine û hin jî taybetin wek em
bêjin.
Kurd dibêjin: Giya tê li kokê, berx tê li
makokê.Ereb dibêjin,
.كل حشيش على عرجه
Ku li ser giyayê
çolê tê sepandin,Lê ya kurdî bêhtir berfereh e li ser keç û kur û
şînkahiyê bigiştî ye, Ereb dibêjin.
يستقبل الرجل في ثيابه و يودع في حديثه
Kurd dibêjin: Biner li mirûs nener li mikûs anku
mirovan bi berhemên wan binirxînin ne bi cil û bergên wan.
Turk dibêjin: Açin kurini doyar ama guzu duymaz
Kurd dibêjin : zik têr e lê çav birçî ye.
Turk dibêjin: Kiz qereçî xatûn olmaz.
Kurd dibêjin : Qûna hînbûyî tirra bûbe naçî ser
berra? lê çima hinek ji kurdan dibêjin! Ereb û Turkan jî beşekê berçav ji
toreya kurdî birin mîna: Pend ,stran , dûrik û muzîk ji xwe re birine an ku talan kirine gotin : Ev ji toreya me ya rast e . Ku Kurd
dibêjin : Dibêjin sînorê xurtan tune ye ji ber kesê xurt kevirê xwe li kuderê
dane ew dever dibe sînor. Lewra Ereb dibêjin
القوي ياكل المستوي
Ev her du gelên ku ji biyabanê hatin, wek Turk û
Ereban, Kurdistan dagîrkirin.
Gelo çima
em dibêjin toreya me dewlemend e? Diyar e ku canewer bi giştî mirov,
ajel, balinde tevde girêdayî ne bi jîngehê ve, jîngeh û surişt reng û dengê wan
destnîşan dike, û dewlemend dike, yan xizan dike, pir balkêş e ku xwezaya
Kurdistanê zemgîn e bi çem, çiya, daristan, zozan, deşt, gelî û şaxan co û
cobarên xwa dar û deviyan kevir, û şikêran, lat û zinaran.
Lawirên kovî û ajelan jîngeha cihêreng û çar
demsalên taybet. weke: nimûne bêhtir ji çar navên kevir hene.
Wek: Kevir pelek ew hinekî ji kevir mezintir e.
Kuç nehît, û hîm ev cûreyên kevir her yek ji yê din
mezintir e.
Lê dar bixwe ew jî pir navan li xwe digire.Wek em
bêjin:Kok, qurm, gulî, şax, serşax, xunce, gul mêwe û pel.
Ew nav tevde toreyê dewlemend dikin.
Û divê em ji bîr nekin ku gul, kulîlk zozan û
evsaneyan jî dafirînîn wek: Hûtê heft serî, reşkê şevê, pîrebok, mêrê janê û
teyra sîmir.
Ku her yek ji van gelek çîrok û efsaneyan li xwe
digir e.
Belê ne tenê çîrok û evsane afirandin dûrik û
dîlok, stran jî afirandin. Mûzîkjen û bilûrvanan jî bi erkê xwe rabûn û li sazê
dan ku semakaran jî semaya cihêreng kirin. Çawa em dibînin ku bi dehan cûreyên
semayê li nava kurdan hene. Ev tevde bi saya dewlemendî ya jîngeh û suriştê ye.
Rastî herdem tê gotin ku vê suriştê û xaknîgariya kurdistanê mêrxasî jî diyarî
mêr û jinan kir.
Çawa dîroknasên biyanî wek: Mînoriskî, Gizînfon û
îskenderê mekdonî. Kurd bi lehengên rojhilat dane nasîn.
Lê dibêjin çerxa gerdûnê bi ger e geh li jor e geh
li jêr e û heger ne ji hêvî û omîdan ba wê mirovan jiyana xwe bi kul û derdan
ji dest bidana pêwîst e ku mirov geşbîn be û di paşerojeka xweş de birame ji
moral neke ve
ليست هناك تعليقات: