Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (Şaxê Hesekê) ahenga îmzekirina pertûkekê lidardxist.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (Şaxê Hesekê) ji bo nivîskar Se'îd Yûsif ahenga îmzekirina pertûka bi navê
( دراسات نقدية في الشأن الكوردستاني) lidardxist.
Di destpêka ahengê de serokê şaxê Hesekê helbestvan Seyfidîn Qadirî bixêrhatina amadebûyan kir, piştre nivîskar Yûnis Hemê (Bavê Serbest) gotara yekîtiyê pêşkêş kir.
û di vê ahengê de gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û kesên bi çandê re mijûl bûn, amade bûn.
Û Hunermend ( Masûm Şikakî) bi stiranên xwe aheng xemiland. Hêjayî gotinê ye ku aheng li hola Cegerxwîn a Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin.
6/5/2023
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Şaxa Hesekê.
ليست هناك تعليقات: