Mamê Boto-Çîrok
Vanês Mîranî
Dibêjin yek hebû, navê wî mamê Boto bû, her sibeh wî jî berê xwe dida
erdê xwe û diçû da cot bikê, ji ber ku berê wextê cot û cobara bûn, berê xwe da
erdê xwe û genimê xwe kir di têra xwe de, wê ji xwe re latkî bireşêne û ji xwe
re hilke.
Rojekî çû hew nêrî ku Hirçek li ber sekinî.
Got : xêr e!
Dibêje mamê Boto : bi Xwedê toz û icacek wa tê, ew siwarên he li min
digerin, bi Quran min bigrin wê min bikujin, hema min veşêre, te çi bivê ser
darê dinê, soz ez bidime te, ka ez ê çi bikim çi nekim.
Dibêjiyê : hema xwe bike di têra min de.
Ew jî ne merdî nake û xwe dike di wê têrê de û mamê Boto jî pertalên xwe
digiriyê û cilê dewarê xwe jî digiriyê û ka qapûtek kurkek lêye wî jî digiriyê.
Ew siwar e jî tên, ka du siwar in yan neh dehekin yan jî pirtir in.
Dibêjin : qewet be mamo.
Dibêje : erê.
Jê dipirsin : te tu Hirç li van dera ne dîtiye.
Dibêje : Hirçê çi, welah min tu tişt ne dîtiye, ma ka Hirç, ma hûn
tiştina li dora min dibînin.
Dibêjinê : naaa.
Dibihorin û riya xwe digirin û diçin.
Heta ku qederek pê ve diçê, Hirç jî derdikevê, û dibêjiyê : de hema xwe
kerke min ji te re pêk aniye, ez ê her êvar dûvek yê berana ji te re bînim mala
te, û ez ê bidime te, lê bi mercê ku tu ji kesekî re nebêjî.
Bê guman kêfa wî jî gelekî tê, qey ew jî reben û feqîrekê Xwedê ye.
Êvarê ew û jinik wê di mal de rûniştin, qey saet pênc şeş e piştî mexrebê
ye, li dora eşayê ye.
Mane dibêjin berê yê xaniyê wan heyî wek menfezekî çêdikirin, ji xwe re
wek kozikî, ango tepik ba yan kawîr û dar ba, li şûna van sopên dû derêxin,
vêca ew dû di wê qularê re derdiket û diçû, ew û jinik wên rûniştin, ji xwe re civat
girtine û rûniştine, hew nêrîn ku dûvek yê berana evê tirtir e, evê herî paqij,
got şelp û li ber wan ket, jinikê bazda xwe da dera he, û got : kuro ev çi ye
Boto.
Boto got : hiş, hema xwe kerke, rizqeke û Xwedê ji me re rêkiriye.
Rojekê diduwa sisiya çara pênca şeşa, jinik e divê bidê pinpinê, rabû
gotiyê : bi Xwedê tu ji min re nebêjê qîma min nayê divê ez bizanim ka ev çi ye
!?
Hirç jî dema wî dûvê berana tavêje, helbet guhdariya wan dike heke li
pişt xanî yan li pişta ka çiya wan e, heta herdu pal didin ango dinivin, ka wê
ji hevjîna xwe re bibêje yan jî nabêje.
Rabû got : hirmet çi ji Xwedê çi ji beniya, bi Xwedê hal û hewalê min û
Hirçekê ev e…
Eha min ev qencî pê kir, û wê jî ev qencî ye bi min kiriye, soz ji min
re daye ku dûvekî berana her roj ji min re bîne.
Dibêjin Hirçê ji pişta xanî ban kir, wa mamê Boto.
Wî jî got : haaa.
Hirçê got : ne tu yê her sibê bê coto, bi Xwedê ez ê li te bikim
Melkemoto.
Mamê Boto got : ehaa .. hirmet, te dît, ma min negote te, bi Xwedê ve te
rizqê me jî qutkir, ka wê çawa be sibê.
Ew jî sibê rabû û dewaroka xwe barkir û du sê tenek e genimê xwe avêt
ser piştê û kire di têrê de û her bi dilekî kul û pazdehê pelixî berê xwe da
cot û li wan kendalan,çavê xwe gerand, ka li wan derane yan na, nêrî ku Hirça
malê wa li serê late ye, wa sekinî, li bendê maye, belê mane wî soz dabû ku
nebêje kesî, lê ji jinikê re gotibû, bandike mamê Boto.
Mamê Boto lê vedigerîne û dibêje : haaa.
Hirç dibêje : ve tu hatî ez li hêviya te me, ma tu yê ji ber destê min
kû ve xilas bibe.
Boto jî rabû got : ma qey tu pê nehisyayî.
Gotiyê : naaa.
Boto got : welah ez niho ji wê ve dihatim hinek siwar li wê dera hebûm,
û li ser wan ketin û gotin : Hirçek winda bûye em lê digerin, bi Xwedê ku em
bibînin hema em ê wê bikujne, hema nexwa tu yî ji te pê ve li rex min nînin.
Hirçê got : gelo ez çi bikim.
Got : hema xwe bike di têra min de dîsa wek berê, ez ê te bike di têrê
de me wek cara dî, û serê te sax.
Dibêje : de hema xem nake.
Radibe xwe dike di têrê de.
Boto jî bi sipehî devê têrê bi aşûjinê û benê dirêj yê bi têrê ve dirût
û dest avête xencerê û dikevê di ser kelaxê Hirçê de, rep û hey rep têr lê dide
heta Hirça malê dikujê, û ji xwe re dibêje : ehaaa bi Xwedê ev e!
Ew î jî qencî pê kir.
Wê jî qencî pê kir.
Û jinikê xirabî bi herdiwan kir.
Rizqê xwe jî qutkir û ew heywan e jî kuşt bê sûnc û bê sebeb.
Qewlê me çû deştê, dê û bavên me çûn
behiştê, du kulav li ber teniştê.
ليست هناك تعليقات: