çi seqamgîriyek bêy dabînkirina mafên Kurdistanê nabe
Ihsan Amêdî - Duhok
Pênûsa Azad-Hijmar-16
Kurdistan welatê kurdan û çendîn neteweyên dî, ku digel dagîrkirin
û dabeşkirina Kurdistanê Kurd û hemî pêkhatên dî yên civakî bê behirkirîne ji
mafên wan yên mirovî û neteweyên rewa û siruştî, û karvedan li ser siyasetên
dagîrkeran ên serkutkirina xelkê Kurdistanê û behijandina wan di nav neteweyên
desthilatdar, kurdistaniyan xebat û berxwedan bi heman şêwazan kiriye ji bûna
mafên xwe yên rewa, û weku dagîrker li ber daxwazên milet nehatin û mafên milet
dabîn nekirin û dirêjî daye siyaseta çewisandina Kurdistanê, gelê Kurdistanê
pena bire ber tundûtîjiyê û dest da çek, şoreş û serhildan kirin.
şoreşa rizgarxwaziya Kurdistanê li hemî parçeyên Kurdistanê heye û
dê ya berdewam bê ta siyaseta serkutkirinê hebê û gelê Kurdistanê digehîte
mafên xwe yên rewa.
belê ji ber wan siyasetên şaş û dijminkarane çi dewletên dagîrker
di asayîş û seqamgîriyê de nîn in û berdewam ziyan vê dikevin û qurbaniyan didin
gorî têgehê asayîşa neteweyî, yê asayîşa yekî têk bide ew jî di asayîşê de nîn e
û yê qurbaniyê bide di asayîşê de nîn e, lewman hemî ew dewletên Kurdistanê dagîr
dikin û xelkê wê dicewisînin di asayîş û seqamgîriyê de nîn in û berdewam
qurbaniyên madî û giyanî didin.
diyar e li dev rêjîmên van dagîrkeran mirov çi biha nîn e ji ber wê
û ji bo man û berdewambûn û sepandina desthilatên xwe xelkê xwe dikine sûtemeniya
siyasetên xwe û Kurdistanê jî dikine gorî berjewendiyên xwe.
mêjûya dagîrkirinê mêjûyeke xwînawî ye ji kuştin û wêrankirinê, ew
kuştin û wêrankirin ber herdu layenan dikeve, yê dagîrker û yê bindest, û eger
encaman pîvî û helsengînî ziyanên dagîrkeran pitir bûne ji sûd û destkeftiyên
wan çunkî hingî dagîrkirin heye qurbanîdan heye û mezaxtinên şerî û xwe
sepandinê hene.
Doza Kurdistanê doza miletekî û welatekî ye û ya zindî ye, ḧeta ne
gehîte kenarên aram ji aştiyê û asayîşê û seqamgîriyê ev e weku kêşeke zindî di
milmilanê û berxwedanê de ye, di xebat, şoreş û serhildanan de ye, Kurdistanê
dike volkaneke agir dagîrkeran disojînê.
Divê hemî bizanin ta Kurdistan bi mafên xwe şad nebe çi dagîrker di
asayîş û seqamgîriyê de nabin, lewan pêtivî ye wekheviya mirovan û dabînkirina
mafên hemiyan erkekî mirovî û saziyên wî be da ku dadî û yeksanî bi cih bên ku
şengistê asayîş û seqamgîriyê ye û hemî layen daxwazkirine kar ji bo bikin.
weku giringiya vê babetê di van rojan de bi destpêşxeriya rêzdar Mesrûr Barzanî serokê ḧikûmeta Herêma Kurdistanê korbendeyê rojhilata navîn ê aştiyê û asayîşê li Duhokê tête gêran bi amadebûna pitir ji 300 serok û karbidest û siyasetmedarên herêmê û îraqî her weha yên cîhanê, pirsên asayîşê li Kurdistanê û îraqê û rojhilata navîn giftûgo dikin li wê hêviyê ne lêktêgihiştinên baş çêbin û bi encamên erênî bigihin.
ليست هناك تعليقات: