Dengbêjên Serbêje û Sercivatên Kurdan-Salihê Kevirbirî - Stenbol
Dengbêj, ‘hozanên gel’ û hosteyên mezin ên peyvê ne. Qêrînên
trajediyên kurdan li seranserê dinyayê belav kirin. Êşê, hiznê, şadiyê ji
dilekî baldar û çavkaniya hunermendiyeke xwezahî sefandin, jinû ve afirandin û
pêşkêşî me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva
xweş a kurdî û kurmancî anîn ziman. Carcaran agir berdan gurçik û kezeban, carcaran
dil û hinavan coşandin, gotinên wan li Kurdistanê bûn tovên berxwedan û vejînê,
kilamên li ser zimanê wan, bûn mejî û kozikên qesidîn û xweparastinê. Bêguman
di van stran, kilam û serpêhatiyên ‘zêrîn’ de, evîn, xiyanet, biratî,
serhildan, sedaqetî, dostanî, gelacî, mêrxasî, tirsonekî, raperîn, serhildan û
qetl`am hatin ser zar û zimanan. Di serdemên bê-zimanî û bê-zemanî de gihîştin
hawara hêvîşkestan, lê car çêbû, hewla wan negihîşt keser û qêrîna wan.
‘Kilam siwarekî bi bask e, serê sibê
li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din e, dibêje, dengbêjê Deşta Xerzan. Car
heye dibêje; ‘Mêrikê xerîb kor e, si`ûda kuştiyan tune ye! Li kû derê heye ev
edeb û vegotina efsûnbaz û diltezîn? Serpêhatiyên karesatî, evînên pîr û pak,
mêrxasiyên bêpayan, xiyanetên kambax…
Gênc Xelîlê ku ‘fatha heft bajaran’ li ser milê wî ye, lê piştî
fetihkirina heft bajaran, ‘li Hekê, li Hekayê, li beytê, li Beytulayê, qonaxê
bîst û çar si`etan ji Şama Şerîf wirdetir ve dimîne’, Edûleya dotmama Elî ku ji
bo dîtina kurmam û hezkiriyê xwe bibîne, cil û bergên reş ên mêrane li xwe
dike, şûr û mertalên xwe girê dide, artêşek ji jinan ava dike û dibe fermandara
artêşa jinan. Li hêla din serpêhatiya evîna Eliyê Qolaxasî û Meyrema Fileh û
Metran Îsayê ku dixwaze wan ji zilma Waliyê Bedlîsê biparêze. Bavê Fexriya yê
Torinê Mala Ezo û Siwarê Gêjo û keçika fileh ku bêyî hayê Bavê Fexriya jê çêbe
bi duwanzdeh meqaman kilam li ser çêkiriye û evîna xwe jî di dilê xwe de
veşartiye, tenê çend serpêhatî û kilamên bêhempa ne ku bi saya vegotinên
dengbêjan di dil û mejiyê me kurdan de cih ji xwe re terxan kirine.
Di çanda dengbêjiyê de du herêm hene ku nav û dengê wan li
seranserê dinyayê di nav kurdan de belav bûne: Serhed û Xerzan.
Helbet dengbêjî li çar aliyên welêt û li herêmên bi navê Serhed,
Botan, Soran û Behdînan bandoreke xurt kiriye, lê ev yek li Herêma Xerzan xwe
zêdetir eşkere dike. Deşta Xerzan, Qûbîna Şewitî, Hezoya Kevin, Filehên Koxan,
Êzîdiyên Hemdûna, Xatmaya Xopan, Çiyayê Zenga, Bîra Kurêdiya, Çemên Başûr û
Xerzan, Germavên Xêsta û Bilorîs di kilam û lawjeyên dengbêjan de ji nû ve
vedijin, ev cîh û dever carinan bi şermî; carinan jî bi şanazî têne bilêvkirin.
Şêxên Zoqeydê, Seyîdên Badayê, Begên Eyndarê û Zoqê Çiyayiyên Motka
û Koçerên Miradî û Kanîgewrkî di devên dengbêjan de bûne benîşt û heta îro
hatine, ji ber ku qismekî jiyana xwe li Misircê (Kurtalan) li ser çiyayên Zenga
û Bêkendê derbas kiriye û li Herêma Babosiyê ya Xerzan ji hêla Roma Reş ve
hatiye kuştin ‘Koçeroyê Farqînî’ ji devê dengbêjên wekî Salihê Qûbînî, Teyîboyê
Siertî, Qasimê Qûbînî, Şakiro û Zahiro ve hîn bûne û dane hînkirin.
Li hêla din şexsiyet, eşîr û malbatên bi nav û deng ên mîna; Hacî Zorav, Filîtê Quto, Eliyê Ûnis, Silêmanê Mistê, Birahîmê Mehmûd, Reîsê Derwêş, Gêncoyê Çeto, Bişarê Çeto, Cemîlê Çeto, Emînê Perîxanê, Zibeyrê Ehmê, Derwêşê Sado, Silhedînê Hacî Reşîd, Seyîdê Mamo, Eşîra Pencînaran, Eşîra Elîkan, Eşîra Etmankan, Mala Dîbo, Mala Faro, Mala Şemdîn, Mala Reman û şerên Mala Faro û Seyîdên Badayê, Şerê Hethetkê, Şerê Eynqesrê di nav berhem û gotinên dengbêj û dengbêjiyê de cihekî girîng digirin.
ليست هناك تعليقات: