Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 17 يناير 2024

Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike

Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike

Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana bingehîn û saziyên giştî, wekî stasyonên elektrîkê û saziyên neftê û xizmetguzariyê li Parêzgeha Hesekê bi taybetî navendên neft û gazê yên (Siwêdiyê, Rimêlan, Tirbespiyê ...) hatin pêkanîn

 

Dewleta Tirkiyê li ser pêkanîna tawanên hovane li dijî gelê me û herêmên me ranewstaye, bi rêya bombebarankirina navendên bingehîn û xizmetguzariyê û eletrikê û navendên sivîlan bi awayekî berdewam, ku êrîşên wê ji havîn û payîza par ve didomînin, ku di çend rojên borî de 80 sazî û dezgehên sivîlan hatine bombebarankirin.

Em wekî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di demê ku em tawanên dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin, hevdem em bang li civaka navdewletî dikin ku êrişên Tirkiyê li ser gelê me û navçeyên me şermezar bike, herwiha em bang li Revenda kurdî li dîasporayê jî dikin ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanan li dar bixin bo şermezarkirina tawanên dagirkeriya Tirkiyê, yên bi armanca wêrankirina sîstematîk ya saziyên xizmetguzariyê yên bingehîn û armanckirina bi qest ji bo qirkirina gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û koçberkirina gelê mayî û jinavbirina pirsa neteweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Qamişlo 16.01.2024

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê 

Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 17, 2024 Rating: 5 Destdirêjiya Tirkiyê jêrxana bingehîn û saziyên giştî armanc dike Careke din ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, êrîşên leşkerî li ser jêrxana...

ليست هناك تعليقات: