HELBEST Û WATEYA WÊ
Şirove û lêkolîn:
1. PÊŞGOTIN
Têkoşîna ji bo peydakirin û zanîna wateya helbestê bi
dirêjiya dîrokê fikrê gelek wêjevan û wêjenasan bi xwe ve mijûl kiriye. Her kes
hebûna helbestê dipejirîne lê wateyeke yekîne ku ji aliyê her kesê ve bê
pejirandin heya îro tinebûye.
Temenê helbestê bi qasî temenê zimên e, ji dema ku ziman û
axavtin hebûye helbest jî hebûye, her qas ku zeman û ziman pêş ve hatiye
helbest jî zêdetir pêş kevtiye û qet paşveman û têkçûna helbestê nebûye û nabe
jî.
Kevintirînê cureyên helbestê ku heya îro di dest de mane Vêdayên
Hindûyan in û mêjûya wan gelek ron nîne lê tê gotin herî kêm 1000 heya 5000
sal berî zayînê hatîne nivîsîn. Gatayên Zerdeşt jî nimûneyek li
helbestên herî kevnar in û her viha Hemaseya Gîlgamêş jî yekem menzûmeya
hemasiya cîhanê ye.
Helbest nayê watekirin û sedema herdemhebûn û rewneqa
helbestê jî her ew yek e. nebûna wateyeke yekîne dibe sebeb ku mirov têkeve nav
behra wesf û şiroveya helbestê û baştir di gel cîhana nasnekirî û weşartiya
helbestê nasiyar be.
Ger mirov tevayî şiroveyên wêjevan û helbestvan û zaniyarên
zanistên însanî yên di bara helbestê de di yek nivîsarê de kom bike dîsan jî
mirov nikare bibêje ev nivîsar bi tewayî helbestê şirove dike.
Em ê têbikoşin bi qasî derfet û şiyana xwe li ser wateya
helbestê bisekinin û gelek bi kurtasî bîr û nêrînên xwedînêrînan bi we re
parvebikin.
2. WATENASÎ
Poetry (Helbest) di zimanê Yûnanî de ji rîşeya ((Poiesis)) bi
wateya çêkirin û avakirinê ye. Di nêrîna
zêdeyî çand û neteweyên kevnar de afirandina helbestan bi îlhama hêz û quweyên
derveyî xweza û tebîetê çêdibe. Her wek di Yûnana kevnar de Miyûz (muse)
wek xwedayê şiir û mûsîqayê dihate nasîn û Erebên beriya îslamê jî helbest
netîceya îlhama ecinneyan li ser fikrên helbestvan dizanîn.
Şiîr شعر di zimanê erebî de bi wateya zanîn, zanist, zaniyarî, fêmkirin
û … hatiye û ji kilama xwediyê kêş û wezn û qafiyê re şiîr tê gotin. (Ferhenga
Dêhxoda)
Helbest di ferhenga soraniya Henbane Borîne de viha hatiye
watekirin: 1) kesê ku tiştên şikestî pêkve girê dide 2) kesê bendikan badide 3)
gotinên çêkirî û nedurist 4) şiîr û şaîr û çêkerê şiîran. Li gor hinek gotinan
kurdên Soranî bixwe ji şiîrê re nabêjin helbest belku ji kilam û stranan re
helbest dibêjin û ew peyw bi şaşî têkelî kurmancî bûye.
ROJEN BARNAS: “Di kurmanciya jêrîn (soranî) de helbest ji
bona stran (kilam) dibêjin. Me jî ev bêje bi şaşî bi maneya "şi'rê"
girt û bi kar anî, lê "helbest" ne şi'r e û şi'r jî ne
"helbest" e.
Di rastiyê de helbestvanên me yên kilasîk ti carî peyva
Helbestê bi kar neanîne û di kovarên me de yên weke Hawarê jî tenê di nivîsên
soranî de peyva Helbest hatiye anîn. Profisor Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya bi
navê Tarîxa Edebiyata Kurdî de her tim peywa Şêr bi kar aniye û cihê helbestvan
jî peyva Şêrbêj, û her viha Mihemed Ûzûn jî di pirtûka xwe ya bi navê Destpêka
edebiyata Kurdî de peyva şihîr û şahîr bi kar tîne.
3. HELBEST DI NÊRÎNA
HELBESTVAN Û WÊJEVANÊN EREB DE
Helbest û helbestgotin ji
berê de ji aliyê Ereban ve bi bihayî hatiye nirxandin û bihapêdan. Îbni
Selam helbestê (Dîwana ilm û zanista Ereb) dizane. Ereban ew qas biha û
nirx didane helbestê ku wan bijardeyên helbestên xwe ji dîvarê Keibê ve
vedikirin.
Di pirtûka Elheyevana Cahîz
de di bara helbestê de viha hatiye: Helbest pêşeyek e ji cureya nessacî û
hûnandinê û cureyek ji wêne û tesvîrê ye. (Cahîz 1945:76)
Li bal alim û zanayên Ereb
helbest bi gotenekê tê gotin ku bêjerê wê, beriya gotina xwe bîne ser zimên wê
bi wezn û qafiyeyê bixemilîne û ew kesê wî karî dike jê re şahîr tê gotin.
(Dêhxoda, Şêir)
Di helbesta Erebî de wezn û
qafiye wek ruknên sereke têne hisêb.
4. HELBEST DI NÊRÎNA
HELBESTVANÊN ROJAVAYÎ DE
Zêdeyî nêrînên helbestvanên
rojavayî di bara helbestê de mirov dikare di yek ji wan çar desteyên jêrîn de
bi cih bike.
1) Helbest: Baştirîn û Şadtirîn dem (The best and
happiest moments).
Shelly helbestvanê Birîtanî viha dibêje: Helbest nivîsandina baştirîn û
şadtirîn demên baştirîn û şadtirîn mejiyan e (Shelley, 1904:54).
Samuel Taylor Coleridge dibêje: Helbest bêhn û itra hemû zanist, fikr, hest,
raman û zimanê beşeran e (Baker, 1986: 43).
2) Helbest: Mûsîqeya Peyvan (Music in Words), Thomas
Fowler dibêje: Helbest mûsîqeya peyvan û mûsîqa jî helbesta bi awaz e.
3) Helbest: Ziman an gotara xeyalî (Imaginative Language
or Composition).
hinek li ser wê bawerê ne ku xeyalraçandin (Imagination) rukna herî sereke ya
helbestê ye.
Lord Byron dibêje:
Helbest weke kevir ku dihele û ji çiyayê agirîn tê xwarê, ji nav xeyalan de
dihele û dikele û pêşiya hejîn û têkçûna erdê digire (Ibid).
4) Helbest: vegotina mûzîkala hest û ramanên însan
(Rhythmical Expression of Emotion and Ideality).
5. HELBEST DI NÊRÎNA
DERÛNNASAN DE
Derûnnas helbestê peyameke derkevtî
ji derûniya nehişiyara helbestvan dizanin, geh helbestê mikanîzmeke
xweparastinê li hember hin xwestekên binpêbûyî û carna jî cureyeke nexweşiyê
didin nasîn.
Freud (firoyd)
ji bo helbestvanan nirxekî mezin hildigirt û helbestvan wek derûnnasekî dizanîn
ku heta kûrtirîn beşên fikr û ramanên însanî dikarin biçin.
Helbestvan di zanista derûnnasiyê
de mamosteyê me mirovên adî ne ber ku ev ji rûbarên zanistê avê vedixwin lê em
hîna li dû zanistê digerin. (Ferguson 1996: 19)
Bi nêrîna Freud helbestvan pêşrewê
derûnnasan di keşfa ramanên însanan de ne. ((Her cihê ku ez diçim, ez
helbestvanekî dibînim ku beriya min gihiştiye wir))
6. HELBEST DI NÊRÎNA
FÎLOZOFAN DE
Peywenda helbest û felsefeyê gelek
kevnar û qahîm e û kêm fîlozof peyda dibin ku di bara helbestê de gotarek
negotibin.
Soqrat û Eflatûnî helbest
hasil û netîceya îlhamê dizanîn.
Di nava fîlozofên kevnar de Erestû
ye ku rêkûpêk û bi hûrbînî di bara helbestnasiyê de nivîsiye. Ew helbestê
teqlîda tebîet û heqîqetê dizane. Ew di cihekî de dibêje: karê helbestvan ne ew
e ku bûyeran deqîq weke diqewimin binivîse belkî ew bi terza ku îhtîmal heye
bûyer qewimî be wê tîne zimên û dinivîse, û ferqa helbestvan û dîroknivîs jî ew
e û helbest ji dîrokê felsefîtir e.
Georg Wilhelm Friedrich
Hegel fîlozofê Almanî dibêje: Hunera helbestê ji wênegeriyê baştir
û ji mûsîqayê sertir e. hunera helbestê ye ku ji hemû huneran berztir e ber ku
risteyên helbestê bi alîtirîn û binirxtirîn esera însan yanî Gotinê çêdibin.
Immanuel Kant jî
baweriyeke weke Hegel heye û dibêje: Mûsîqa xweştirînê huneran e lê ti tiştî
fêrî mirov nake, tişta ku hêz û şiyanê dide fikr û derûniya mirov û fêrker e
jî, helbest û helbestvanî ye, bes di nava hunerên ciwan de helbest di pileya
yekem de ye ber ku hûş û zanistê zêde dike û hêza xeyalê azad dike. (Kant 1381:
74)
7. NÊRÎNÊN DIN
Ji bilî hemû şiroveyên me pêştir
nivîsîn hinek şirove û wate jî ji aliyê xwîneran ji helbestê re hatîne nivîsîn.
Eli Khamarov nivîskarê
Rûs dibêje: Helbestvan ew serbaz in ku peyvan ji qeyd û zindana wateyê rizgar
dikin.
Christopher Fry helbestê
wek zimanek dizane ku însanî îicaza wê keşif kiriye.
Xala herî girîng ku helbestê ji
nivîsarên nehelbest cida dike jî her ev mûcîzeya nava zimên de ye.
Thomas Hardy romannivîsê
navdar dibêje: heger Galîle bi zimanê helbestê bigotiba erd digere, ti carî
dadgehê ew muhakîme nedikir (Larkin, 1973: 58)
Di dawiyê de bi muqayise û danberheva
hemû şiroveyên xwedînêrînan mirov dikare bibêje ((Helbest afirandina
mûcîzeyê bi riya zimên û di nava zimên de ye)).
ليست هناك تعليقات: