HESODÎNO Û ALFRED PEARSON
Berhevkirin: Seyda Goyan
Folklorîst
Hesodîno, di demê
xwe de girgirekî gundê Kirora navçeya Goyan bû.
Di heman demê de zilamek bi navê
Hisênî Naso heye, ew jî mezinekî Kirorîyan e, lê Hisênî li gorî Hesodîno di derbarê
danûstendinên civakî û danûstandinên ji bo rêvebirina êlî de hem li gund û hem
jî pêwendiyên navbeyana gundên derûdorê de perspektîfa wî derbarê geşedanên li
wê herêmê rastbîntir û aştîxwaztir bû. Ji ber vê çendê navbeyna wan herdu
mezinan de hevrikiyek nependî û derûnî hebû.
Li gorî rapora serbazê Ingilîz Alfred Pearson, girgirên eşîra Goyan, ji hikumeta Ingilîz ya li Iraqê daxwaz dikin kû
serdana wê deverê bikin. Mebesta naveroka vê serdanê ne zelal e. Navên wan rihspiyên
serlêdana ji bo vexwendina hikûmeta Inglîz kirî kî bû, çend kes bûn, Ev biryar
û daxwaz ya hemî Goyiyan bû an ya çend rihsipiyan bû, armanca vê vexwendinê çi
bû nehatiye nivîsandin! Tenê navê Hesodîno derketiye pêş. Gelo bi rastî ji bo
alîkariya kiştûkalî bû, ev vexwendin hate kirin an tiştekî din bû? Bi serdana Alfred
Pearson bo hatina Geliyê Goyan, îstîbarata Kuva-î Mîllîya Tirkan pê agahdar dibin.
Serlêdana serbazê Ingilîz bûbû derfetek ji bo provakasyona deverê.
Eşîra Goyiyan, ne bi sîstema axatiyê dijîn ku biryara
bête dayîn biyekserî û yekdeng bin. Ev jî teybetmendiyek ya wê deverê ye û di
Kurdistanê de belkî yekem nimune be.
Her gundekî bavik, bavik in, her bavikek jî
mezinê xwe heye. Di ti biryarên giştî yê nêveşa`îrî de mezinek ser navê eşîra
Geliyê Goyan neşê biryar bistîne. Ji ber vê çendê jî otorîteya hikûmetan ser xelkê
wê navçeyê ji ber du egeran gelek zor bû.
1- Jîngeha çiyayên asê.
2- Pirserîbûn. (her bavikek mezinê xwe heye bi ti
axayan ve girêdayî nîn e.)
Nameya Serbazê Ingilîz Alfred Pearson, ya
ji bo malabata xwe re hinartiye wiha dibêje: “Tê de pirs dikir
"gelo çima heta niha em li vir in". Em hewl didin ev welatê wek Hindistanê
birêve bibin. Eger Chris di şer de serbiketiya, îhtîmalek mezin wê bûbûya
mîsyonerek. Bavê wî gava çû ber dilovaniya Xwedê, ragirê piskopos yê Burnleyê
bû. Dû birayên wî yên bi navê Kenneth û Leonard Pearson wek di beşa endezyariyê
de bûn.
Ew li Giggleswickê çû medresê û
mirana wî di kovara wê medresê de hate belavkirin ku digot "ew ji ber ku
Xirîstiyanek bû, hate kuştin". Ez bêjim ew ji ber soza Lawrensê Arabî ya
derbarê "Welatê Yekbûyî Ereb" bicîh ne anî ku wê demê Turk jî jê
hatibûn avêtin, hate kuştin. Ev Serhildana Erebî di navbera salên 1919 û 1921ê de rû da.
Di Adara sala 1919'an de Eşîra Goyan daxwaz ji Alfred Pearson dike ku
were û serdana wan bike da ku navê eşira wan jî bike nav lîsta eşîrên din yên
ku li jêr sîbera dagirkeriya serbaziya Brîtanyayê de ne. Belkî ew barbartirîn
eşîr bûn ku diviya Pearson li gel wan giftûgoyê bike. Dola ku ew tê de niştecîh
bûn bi taybetî ji bo hatin û çûnê re negûncaw bû.
Ewî dixwest bala zilamên serokeşirên ser bi Britanyayê bikşîne,
beramber de jî genim û tov ji wan re dabîn bike û wan îqna bike da ku talana eşîrên
cîranan nebin. Ev hengavek girîng bû bo aştkirina hemû deverê. Lê belê li ser rêya jiwana xwe ligel Kurdek rêkûpêk û
çend mêrên Goyan, Pearson kete nav kemînê û di 4’ê Avrêl (Nîsana) sala 1919`an
de hate kuştin.
Termê Kaptan Pearson li monûmenta şer a li deriyê bakur li Bexdadê bi
xak hate spartin.”
Di vê rûdana der barê kuştina Alfred Pearson de çend îhtîmal hene:
Yek jê wekî di nameya xwe de dibêje ji bo aştkirina li herêmê navbera
Goyî û kêmneteweyên li herêmê Ermenî û Tiyarîyan de bête saz kirin. Çimkî dem
bi dem şer di navbera Goyî, Ermenî û Tiyariyan de derdiket, Goyiyan dest datanîn
ser terş û talanên wan. Ji wê çendê hatina serbazê Ingilîz ji bo wan derfeteke
zêrîn bû. Ermeniyan wan ji xwe re wisa hesab dikir eger serbaz bête kuştin wê
bikeve stûyê Kurdan de, dê li hemberê hikûmeta Ingilîz tawanbar bibin ji wê
çendê dê ji hikûmeta Ingilîz daxwaza otonomiyê bikin.
Wekî din welatiyên Goyî dibêjin, wê
demê mezinên Goyiyan ser pêşniyara hikumeta Ingilîz dixwestin navçeya Goyan jî
daxilê ser axa Iraqê bikin û bikevin bin desthelatdariya wan de. Berî şanda
Ingilîz serdana deverê bike Hesodîno daye agahdarkirin. Mezinên derûdorên gundên
Goyan, li Kiror kom dibin û ser vê mijarê giftûgo tête kirin, hinek mezinên qebîleyan ser vê teklîfa Ingilîzan memnûniyet
û xweşbîniya xwe di kombûnê de bilêv dikin, hinek li hemberê wan derdikevin,
dîn û diyanet dikin hêcet û ji hevdû nagirin, kombûna wan belav dibe.
Rihspiyekî gundê Kiror Mele Brahîm
mirovê Hesodîno ye, wî jî gotibû Hesodîno “Kuro Heso! Edaleta dewleta Ingilîz
gelek pêşketî ye, dewletek bê minet e, medenî ye, bila bên me vegirin
(dagirbikin), piştî demekê ew dê biçin, emê jî bigihin heqê xwe.”
Îhtîmala duyem jî 1919`an Iraq di
bin deshelatdariya Ingilîz de ye, dewleta Osmaniyan ji cenga Cîhanê bê hal
ketiye, bizava rêxistina çekdarî ya bi navê Kuva-î Mîllîye li her derê Kurdistan
û Anatoliyê xwe birêxistin dikin, rêxistina Kuva-î
Mîllîyeya Turkan, ji berê de pêngava wan ya rêxistinî li wê deverê hatibû avêtin.
Hatina şanda Ingilîzan li wê herêmê ji bo nûnerên Kuva-î Mîllîyê dibe azmûnek li dijî vê pilanê.
Îstîxbarata Kuva-î Mîllîye, Hesodîno bi
biratiya dîn teklîfa meqam û pere wekî din tê îqnakirin. Hesodîno diçe gundê
Bêjûh, yekî mêrkuj û qaçax heye bi navê Misto Şaho, pê re dikeve nava pend û
pilana kuştina Alfred Pearson, ew jî bi pere û bertîlan tê îqnakirin, Misto Şaho
jî karê wî şêlandin û rêbirî ye, Misto jî li tiştekî wisan digere qismet hatiye
ber lingan.
Roja hatina şanda Ingilîz gel çend
rêberên Goyiyan tên devera Kehnîgûzê, (devereke nêzîkî gundê Bêjûh û Mergeh de
ye, ser tixûbê Bakûr û Başûrê Kurdistan e.) Misto Şaho kemîn li pêşiya serbazê Ingilîz
datîne, Alfred Pearson, li ser pişta hespê xwe ye, ber bi Kirorê ve tê, serbaz,
Misto dibîne, dibêje: “Ha te tayek giya ji vê derê qutifand, ha te min kuşt, ewqas
zerer dide dewleta Birîtanya, ti karê we ji kuştina min çênabe, hêza hikûmeta Birîtanya gelek zor e û dewletek
mezine, bi kuştina min, dewlet zerer nabîne, lê hûnê bibin xweyê zererê”.
Gotina wî jê re werdigerînin zimanê
kurdî, lê dikin nakin Misto, ji ya xwe nayê xwar, serbaz li wê derê dikuje.
Piştî kuştina serbazê Ingilîz, navê Hesodîno
li nik dewleta Turkan, bû Hesam Paşa, derfetek mezin ya desthilatdariyê kete
destî wî de.
Hesodîno, Mele Brahîm û Hisênî Naso xayin îlan dikin. Hisênî Naso, Mele Brahîm
û çend kesên din ên di wê derbarê de ji xwe guman in ber bi Başûrê Kurdistanê,
Zaxoyê ve direvin. Piştî kuştina serbaz Alfred
Perason, firokeyên hêza ezmanî ya Ingilîz, Kirorê bombebaran dikin. Ji bombebaranê
Kiror dibe kavilek wêran. Herwisa ew pilana Igilîzan jî têk diçe. Hesodîno xwe
wekî Serokê herêma Goyan hemiyê dibîne û dibêje hema ji xwe dewlet ez im. Hesodîno
kurekî wî heye navê wî Brahîm e, gelek jê hez dikir. Digot “Rojekê ez bimirim ew
dê şûna min bigire” Kurê wî jî mêrkuj e.
Ji gundekî bavek bi du kuran ve kuştiye. Dema eskeriya kurê Hesam Paşa hatiye û
borî ye, Hesam Paşa xwesteka dewleta Turkan bicih aniye, nirxê Hesodîno jî
hêdî, hêdî li kêman dide.
Ji bo dewletê otorîteya stratejîk kontrolkirina
gel e. Dema leşkeriya kurê Hesodîno Brahîm têt, ew erka xwe ya leşkeriyê pêk nayêne
û naçe leşkeriyê.
1935`an kurê Hesodîno Brahîm û hevalê
wî Evizêdî Mîrza nêzîkî gundê Zevyanê herdu dikevin ser kemîna leşkerên Turkan
ew herdu dikin armanca guleyan bi hovane têne kuştin. Serbazê leşkerê Turkan dibêje,
“ka were ev e kî ye me kuştî?” Heso, wî termî dibîne, kurî xwe nas dike.
Hesodîno dibêje “Ev e, ne kurê min e?”
Serbazekî Turk dîsa
jê dipirse û ser de diçin dibêjin “Rast
bêje ev e kî ye me kuştî çawa tu kurê xwe nas nakî?” Heqaretên ne mirovane li
Hesodîno tê kirin, cegera Heso dişewite û şîreta Mele Brahîm tête bîra wî û got
“ Ev mêrê hewe kuştî, mêrekî bi şeref û bi namus e, ne kurê vî bavî ye.
Behram Dûman
Wergera nameya Alfred Pearson: Idrîs Okuducî
Ê WELE MAŞALAH
Ê wele hoy Necmano Necmano
Maşala şofêrê teyarano
Ê wele hato Hesamê dîn e
Maşala xêr bit Hesamê dîn e
Ê wele top kêşa hola gund e
Hey maşala top kêşa hola gund e
Ê wele halay halay biçînê
Hey Maşala dad û medat biçînê
Ê wele misriyan sor kir ji xwînê
Maşala misriyan sor kir ji xwînê
Ê wele mirin çêtir e ji mayînê
Maşala mirin çêtir e ji mayînê
Ê wele cawekê bidin sindiyan e
Maşala cawekê bidin sindiyan e
Ê wele de biçin nav Goyan e
Maşala de biçin nav Goyan e
Ê wele goyî dibêjin wem nakin
Maşala goyî dibêjin wem nakin
Ê wele vê tacê qebûl nakin
Maşala vê tacê qebûl nakin
Ê wele dînê xwe niqsan nakîn
Maşala dînê xwe niqsan nakîn
Ê wele hato Hesamê dîn e
Maşala hato Hesamê dîn e
Ê wele tu Goyan vecivîn e
Maşala tu Goyan vecivîn e
Ê wele xweyê şûrê hêşîn e
Maşala xweyê şûrê hêşîn e
Ê wele Îngilîza sor xayîn e
Maşala Îngilîza sor xayîn e
Ê wele Kehnîgûzê bin gûzê
Maşala Kehnîgûzê bin gûzê
Ê wele kîsikê Misto ji belgûz e
Maşala kîsikê Misto ji belgûz e
Ê wele kuşt hakimê Îngilîz e
Maşala kuşt hakimê Îngilîz e
Ê wele Kehnîgûzê bin ber e
Maşalah Kehnîgûzê bin ber e
Ê wele Misto çêkir çeper e
Maşala Misto çêkir çeper e
Ê wele Hakim rê û rê hat ser e
Maşala Hakim rê û rê hat ser e
Ê wele mêlak lê kir du kerr e
Maşala mêlak lê kir du kerr e
Ê wele dê werin û bibînin
Maşala dê werin û bibînin
Ê wele avgê gulan cemînin
Maşala avgê gulan cemînin
Ê wele dinya sot û vemirînin
Maşala dinya sot û vemirînin
Ê wele halay halay hawar e
Maşala halay halay hawar e
Ê wele Şekir axa qumandar e
Maşala Şekir axa qumandar e
Ê wele li hespê şînboz siwar e
Maşala li hespê şînboz siwar e
Ê wele Şekir û Lezgîn cot in
Maşala Şekir û Lezgîn cot in
Ê wele şîrîn in melkemot in
Maşala şîrîn in melkemot in
Dengbêj: Îsivê
Mihemed
ليست هناك تعليقات: