Li bin dara Gûzê, Evîn -Sêvda Kaplan - Amed
Pênûsa Azad-Hijmar-16
Li hinek herêman dara gûzê bûye şahidê evînên wê deverê. Helbet
dema mirov dibêje evîn dilê mirov hinekî dilerize, ez bawer im niha her
kes evîna xwe yên piçuktî, an evîna ku
bihîstiye tîne bîra xwe.. Gelo evîn hew yê jin û mêran e? Cureyên evînê hene; qey
evîniyek li ser welat hatibe jiyîn nabe. Na be ku di bin dara gûzê de evîna
welat û ya jinek hatibe jiyîn. Bi her
awayî jî dibe ku hatibe jiyandin.
Ez dixwazim di vê gotarê de li ser du hêstan hinek gotinan vebêjim.
Li cem Kurdan gelek evîn hatine jiyandin, bûne efsane, bûne destan û hwd. Lê
mixabin ev destan û efsane hew li ser hinek tekistan, yan jî li ser hinek
pirtûkan mane. Heya niha nebûne fîlm, nebûne şanoyek û hwd. Ji bûnewerî virde ye,
Kurd li dîroka xwe ya nivîskî xwedî derneket, belkî sedem gelek bûn, carna ne
bi destê wan bûn, lê belê bi salane hîn ev çîrokên mezinên milletê me nayên
tomarkirin, yên ku hatibin tomarkirin jî nayên xwendin. Hinek nivîskar em
dikarin bibêjin van agahiyên dîrokî bi şiklekî nivîsandine, lê têra nifşekî nû
nake. Mixabin di destê me de gelek agahî tune ne, lê belê bi gotinên devokî
heya îro ew evînên ku bûne destan û efsane
me bihîstine, em dikarin bibêjin ev demên dawiyê hinek pirtûk li ser van
destan û efsaneyan hatine nivîsandin. Gelo em dizanin ku dîroka me bi evînên me
hatine girêdan? Di gelek deman de li ber dijminên kurdan gel rabûye serhildanê,
lê di wê demê de dîse jî ji hestên xwe yên evînî jiyayê, dev ji hestên xwe
bernedaye, him şerê xwe kiriye û him jî eşqê xwe jiyaye. Dema bûye ji hestên
xwe yên evînî di şeran de serketiyê, dema bûye bîrîndar bûye, hatiye kuştin, zilam
heta carna ji bo evîna xwe împerotorek hilweşandiye. Împeratorî tim bi destên
zilaman ava bûye, lê bi destên jinan hatiye hilweşandin. Helbet bi mecazî ye ev
gotin, yanî jin bi xwe neçûye û neweşandiye, lê belê mêr ji ber hestên xwe yên
li aliyê jinê ve dewleta xwe hilweşandiye. Di riya hestên xwe de meşiyaye.
Mezinên me bela sebeb negotine heger ku dilê jinê bixwaze dikare
zilamên xwe bike wezîr, dikare bike rezîl. Em dibînin ku di dîroka gelek
milletan de mînakên wisa hene, helbet dinav gelê Kurd de jî mînakên wisa hene. Belkî
em nikarin bibêjin dewletek hilweşandiye, lê belê gelek mêr di van riyan de
hatine kuştin. Ev kuştin carna bûye sedema doza xwîn rijandinê û ev neyarî bi
salan domandiye. Jin û mêr herdu jî ebdekî taybetin, hest helbet ji bo wan
heye. Min qala dara gûzê di serê nivîsa xwe de kir, lewra dara gûzê li hinek
deveran ji kesên evîndar re bûye wek sembolekê, eşqa aliyê devera Mêrdînê li
bin dara gûz û hêjîran hatiye jiyandin. Pevçûnên wan jî dîse di bin van daran
de bûye. Carna hevdû di bin van daran de hezkirine, carna hevdû kuştine, carna
jî hevdû veşartine. Lê tiştekî heye ku darên gûz û hêjîran bi zindî bûne şahidê
evîn û kuştinên wan. Mixabin ev çûn, lê hîn dar û barên wê deverê hene û zindî ne.
Gelo heger devê wan daran hebûya wê ji me re çiqasî qala çîrokên wan
vebigotana, mixabin zimanê wan tune ye, lê zarok û nevîyên wan insanan hene, heta niha hinek mirov li ser
çîroka babîr û dapîrên xwe agahî kom kirine, û bi milet xwe parve kirine.
Ji vana yek jî nivîskar Enwer Karahan e, di pirtûka xwe ya bi navê Siwarê Şînbozê Êlas Efendî de qala dîrokek û jiyaneke bi kurtasî dike. Ev jiyan û şer li aliyê çiyayê Dêrikê derbas dibe. Xebatek taybet û hêja ye. Lê ez bawerim ku li her deverê hîn gelek çîrokên ku hatine jiyandin hene. Divê xebateke kûr û dirêj were kirin, belkî hinek kes wê bibêjin ev rexneyêke tûj e, lê ne rexne ye, hew pêşniyareke piçûk e, lewra ew mirovên hêja hew aîdê malbatekê ne,ew bûne aîdê miletekî, ji ber vê yekê mafê her kesî li ser jiyana wan heye, çimkî wan ji bo miletekî şer kirine, koçber û penaber bûne jiyana xwe jidest dane. Lazime nifşên nû jî xwedî li wan derkevin, him binivîsin, him bixwînin û him jî derbasî zarokên xwe bike.
ليست هناك تعليقات: