Nîşanên destpêka damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Birahîm Qasim: Pênûsa Azad-Hijmar-16
Mirov bi gaveke piçûk dest bi xebatê dike, ku wergereke
pratîkî yan ramanek piçûk e, paşê ew mezin dibe, ger vîn, azwerî û armanc jê re
were hevkirin, dê navgîneke guncaw were afirindin û dibe ku kar bibe karek mezin.
Serkeftin rojekê yan jî bi piçûkanî dimire bêyî ku kes bibihîze, bi vî awayî fikra avakirina kombûna nivîskarên kurd li Sûriyê dest pê kir, bi rastî ji bo avakirina çarçoveyeke çandî (yekîtî) ku nivîskarên kurd li Sûriyê li hev bicivîne nîşan hebûn.
Di sala 1973` an de hin nivîskar û helbestvanan di wê demê de,
xwe dane hev û yekîtiyek bi navê Yekîtiya nivîskarên kurd li sûriya damezirandin
û Mela Beşîrê Şêxzahir (Bêxew) ji bo
serok hat hilbijartin.
Paşê hejmarek ji nivîskarên kurd di sala 1995-1996`an ji 15
nivîskarên kurd li bajarê Qamişlo
civiyan, ji bo gotûbêjkirina fikra avakirina kombûna nivîskarên kurd, ji ber ku
Yekîtiya Nivîskarên Ereb kurdên ku bi zimanê Erebî dinivîsin wan paşguh dikin, ji
xwe bi çi awayî nivîskarên ku bi zimanê kurdî yê qedexekirî dinivîsin qebûl
nakin, nivîskarên bi kurdî di warê edebiyat û zimanê kurdî de dixebitin gelek
astengî, binçavkirin û zîndankirin û pirtûkên wan ji aliyê ewlehiya şofînîzim û
regezperest dihatin desteser kirin, wesa nivîsandina bi kurdî ji kolandina qada
mayinkirî metirsîntir bû.
Mixabin ew helwist neçûn serî lê ji encama têkilî û
pêwendiyan roj bi roj û sal bi sal helwest nehatin birîn û rawestandin ew
helwest dibûn egera ku li her bajarekî girûpên rewşenbîrî werin damezirandin.
Lê belê, çalakiyên
van koman li ser sînorên erdnîgarî yên her bajarekî girtî man, û çavdêriya
ewlehiyê piştî ziwabûna bihara Şamê û bûyerên bajarê Qamişlo di sala 2004`an de
zêdetir bûn.
di
sala 2004`an de bi navê Komeleya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd çarçoveyek ji hin
nivîskaran hat avakirin, di bin bandora zulim û stemê de ma, ta destpêka şoreşa
Sûriyê berdewam kir.
Di 15
miha 6`ê 2012`an giropa Hesekê ya rewşenbîrî konfiransek danîn û xwe binavê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê xwe ragihandin.
Di destpêka 2013`an komîtek ji bo damizirandina
kongirê yekîtiyekê hat avakirin û çalakiyên têkilî bi nivîskar û girûpên
bajaran berdewam kirin, ji encamê biryara damezirandina yekîtiyê di yekemîn
kongir de hat standin di 11-10-2013`an li hola Melekî li bajarê Qamişlo.
Ev
bû yekemîn gav ku yekîtî ji ber wê hesta ku di nav xelkê de pir zêde bû, ku
rojên rejîmê li ber dawî û rûxandinê ne, hat damezrandin û nivîskar ketin bin
bandora wê yekê, divin xwe di nav komele, rêxistin û federasyonan de, xwe
birêxistin bikin û xwe amade bikin ji bo rûbirûbûna valahiya ku rûxandina
rejîmê derkeve.
Di
vê çarçoveyê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya wê demê bi navê (Yekîtiya
Nivîskarên Kurd) bi amadebûna 143 nivîskarên jin û mêr hat damezrandin û di nav
encamên kongir de hilbijartina desteyek rêveberî ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurd
li Sûriyê: Elî Cezîrî wek serokê yekîtiyê hat hilbijartin.
Desteya rêveber ya ku ji aliyê kongir ve hatibû hilbijartin, ji bo avakirina şaxan û hem ofîs û komîte, lê piştî kar û barên çend mehan, şikestin di desteya yekîtiyê de dest pê kir û serok xwe ji nakokiyan dûr xist rê da kesekî ku zorbeyî desteya rêveber ew ne pejirandin, ji ber ku berjewendiyê wî ketibûn di bin bandora ecendeya siyasî û abûrî loma ew hate dûrxistin ji yekîtiyê, ji ber vê sedemê û hin sedemên dîtir biryara lidarxistina kongirê awarte hate dayîn. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, roja Şemiyê 17.10.2015`an li bajarê Dêrikê, bi amadebûna heftê û şeş endaman, ji bilî amadenebûna bîst û sê endaman zorbey wan ji şaxê Hesekê bûn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kongirê xwe yê awarte lidarxist di bin diruşma (Pênûsa Azad Hêviya Gel e).
Di
kongir de komîteyek hate hilbijartin ji bo rêveberiya kongir, bernameya xebatê
ya ku ji aliyê beşdarên kongir ve bi yekdengî hate pejirandin.
Paşê, endamekî desteya rêveber yê berê gotarek
pêşkêş kir û tê de amaje bi kêşe û rewşa herî girîng ku Yekîtîyê di rêwîtiya
xwe de ji dema damezrandina xwe ve rastî wan hatiye, û sedemên dûrxistina çend
nivîskaran ji desteya Yekîtiyê şirove kir.
Em
hemû bi girîngiya peyvê di jiyana civakên mirovî de û bandora wê ya li ser
helwest û ramanên mirovan dizanin, nemaze di rewşên dijwar û awarte yên ku
welatê me tê de derbas dibe, ku şer tê de gur bûye û bi sedan kes jiyana xwe ji
dest didin, welatek wêran dibe, bi lez û bez, civak di hemû warên jiyanê de berû rûxandinê
diçe, bêyî jibîrkirin têkçûna rewşa kurdî û bandorên wê li ser jiyana xelkê, bi
taybetî diyardeya koçberiyê ku gihîştiye astên metirsîdar ku karakterê
demografiya Kurdistana Sûriya tehdîd dike.
Ji vir û şûn de rola Pênûsa Azad di
ronîkirina tarîtiya dem û war de û di pêşxistina edebiyat û çandê de girîng e.
Li hember vê rewşê, kongir bi berpirsyarî li ser rawesta û xema serkeftina
kongir li ser her helwest û nêrînekê serdest bû, û li gorî dema ku ji bo her
paragrafê hatiye veqetandin, mijarên girîng tevahî hatin gotûbêj kirin. Bi
biryarên rêxistinî yên taybet ku bi Yekîtîyê ve tên girêdan di qonaxa bê de
karê xwe birêxistin bike, ji bilî guftûgokirina reşnivîsa sîstema navxwe û
guhertinên pêwîst li ser wê yekê li gor biryarên kongir bên kirin û pişt re
hatin pesend kirin.
Di
kongir de du biryar jî hatin standin, yek ji wan bi guhertina navê yekîtiyê ji
Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û ya
din jî danîna diruşmeke nû bû.
Kongirê
awarte bi serkeftî hat bi dawî kirin, û bang li xwediyên pênûsên nivîskarên
hunerên nivîskî yên curbicur kir ku beşdarî yekîtiyê bibin û di pêşxistina çand
û wêjeya kurdî de beşdar bibin, û piştre desteyek nû ya rêveber hat hilbijartin,
piştî bidawîbûna kongir êkser desteya rêvebir civînek li darxist têde Mamosta Wezna
Hamid serokê nû yê yekîtiyê hat hilbijartin li şûna Mamosta Elî El-Cezîrî, û Ebdulsemed
Mehmûd û Luqman Yûsif wek cîgirên wê hatin hilbijart.
Ji wê çaxê ve
Yekîtî weke şaneyeke Mîşa Hinguv karê xwe birêk û pêk dike û 8 şaxan li bajarên
kurdî li Hisça, Dirbêsiyê,Amûdê, Qamişlo, Tirbesipî, Girkêlegê , Dêrikê û şaxekê xwe yê herêma Kurdistanê Hewlêr û Dihokê
aktîv dike û têkiliyên xwe bi hevkarên xwe yên li Ewropayê ji bo nûnerayeteyekê
li Ewropayê damezrînin xurtir dike, û şandên xwe bo dezgehên rewşenbîrî û
rêxistinî yên hundir û derveyî Kurdistana Sûriyê baştir dike û bi dihên çalakiyên
wêjeyî li her deverê bê rawestan berdewam dike, û xebata xwe ya çandî di rêya
kovara Pênûsa Azad û Malpera xwe ya Eliktronî belav dike .
Hêjayî gotinê
ye, ku çend caran kongirê duyem ji ber egerên bê ewlehiyê û rewşa ne aram û êrîşên
Da`şê li Kobanê û dakirkirina Tirkiya û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girêsipî
û teqandina Otombîlên mayînkirî li Qamişlo û belavbûna êşa Koronayê li cîhanê
kongir dihat paşxistin.
Piştî lidarxistin û serkeftina kongirê 2'mîn kongirê Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistana Sûriya di roja 4.6.2021`ê de, li bajarê Qamişlo li hola (Efrîn)
ku di dawî de ofîsa cîbicîkar a nû hatibû hilbijartin.
Roja Înê 11.6.2021ê ofîsa cîbicîkar civîna xwe ya pêşî lidar xist, li bajarê Qamişlo, li ofîsa xwe ya sereke, û li gorî tozika hundirîn dive ku serok û cêgir ji ofîsa cîbicîbkar werin hilbijartin û di encamên hilbijartinan de mamoste Luqman Yûsif bû serok û mamoste, Nayif Çibîro bû cêgir.
Her wiha
desteya cîbiçîkar hemû komît destnîşan kirin.
Bê goman
di pêvajoya yekîtiyê de piştî kongirê diwem yekîtî kete qonaxeke nû de
Li gorî biryarên kongir gelek piroje bi armanca
xizmeta wêjeya Kurdî li hemû şaxên yekîtiyê û nûneratiya li Ewropa û li herêma
Kurdistanê her yek divê xwe bibînê berpirsiyar, bitaybet ofîsa çalakiyan ku karî
dehên çalakiyên wêjeyî û semînar û bîranînan li dar bixe û pişikdarî û beşdarî di
mihrecan û ahigan de bike.
Yekîtî weke saziyeke rêxistinî her yek ji
ofîsên wê bi karê xwe ve mijûl bû û di van çend salan de licneya pêwendiyan ya
ku bi serokatiyê ve girêdaye çend destpêşxerî di navbera tevgera kurdî li
Rojavayê Kurdistanê xebitî û têkiliyên xwe bi kesayetiyên rewşenbîr,
siyasetmedar, ronakbîr û partî rêkxrawên sivîl hwd… zêdetir dikir .
Her weha ofîsa nirxandin û çapa pirtûkan gelek guhdan
bikar û erkê xwe kir di encamê de li gorî pêkarînan dikarî zêdeyî 44 pirtûkan
çap bike.
Desteya nivîsîna kovara Pênûsa Azad karî 15
hijmarî ji kovara xwe ya werzî bi herdû beşên kurdî û erebî çap bike.
Her weha ofîsa ragihandinê bê rawestan karê xwe
wek dezgeheke çapemenî di malpera xwe ya Eliktironî hemû çalakiyên yekîtiyê û
bi sedên gotar û lêkolînan têde tên nivîsandin
Komîteya afirandina xelata Y.N.K.S ya salane di
roja zimanê kurdî de ku ta neha 7 xelat hatine radestî evan wêjevanan kirne:
1-Ehmedê Şêx Salih.
2-Ferhadê Içmo.
3-Merwan Berekat.
4-Bêwar Ibrahîm.
5-Dildarê Aştî.
6-Mehmûd Sebrî
7- Tengezan Marînî
Li darxistina ahenga salane bi boneya roja
rojnamegeriya Kurdî ku bi wê boneyê xelatek taybet radestî malbata rojnemevanê
Kurd Ferhad Hemo kir, yê ku ji layê çekdarên Da'işê ve hatiya revandin û ta îro
çarenivîsa wî ne diyare.
Di rêkeftî 29-7-2023`an li bajarê Qamişlo li hola Efrînê
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sêyemîn kongirê xwe yê binavê Mehmûd
Sebrî Evîndarê Xemgîn li darxist bi amadebûna 54 endaman li hundir û 50`î endam
ji herdû nûneratiya ya Ewropa û herêma Kurdistanê di rêya Zoomê re.
Pêşnûmeya
peyrewa navxweyî ji layê komîteya amadekar hat pêşkêş kirin
-Rêpêdan û
derfetdan dan endaman ku pêşniyarên xwe diyar û gengeşe bikin ji bo dengdanê.
Paşre çend xal
di peyrewa navxweyî de hatin biryardan li gor-dengdanê hatin guhertin:
Yek ji wan
biryaran ku şûna herdu şaxên herêma Kurdistanê bibin Nûnertiya Yekîtiyê li herêma
Kurdistanê.
-25 endam, 5 ji
wan ji nûneratiya Ewropa, û sê endam ji bo nûneratiya herêma Kurdistanê hatin
destnîşan kirin.
-Dengdana
endamên xwe kandîd kirîn ji bo rêvebiriya nû yên serkeftî hatin pejirandin.
Piştî
lidarxistina sêyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya di bin navê
nivîskar û ristevanê kurd Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) û lidarxistina
konfiransên herdû nûneratiyên yekîtiyê li Ewropa û Kurdistanê, komîteya
rêveberiya yekîtiyê civîna xwe ya yekem li bajarê Qamişlo lidarxist.
1-Li
gor dengdanê, Ebdulhekîm Muhemed hate hilbijartin serokê yekîtiyê.
2-Li
gor dengdanê, Ebdulsemed Mehmûd hate hilbijartin cîgirê serok.
3-Avakirina
komîteyên rêxistinî.
4-Lidarxistina
konfiransên şaxan.
5-Danana
piroje û pilanên goncaw û çalakiyên çand û rewşenbîrî ji qonaxên dahatî re.
Li dawiya civatê tekezî li ser pêşxistina kar û xebata hemû endamên yekîtiyê di warê wêje û zimanê Kurdî de hate kirin.
ليست هناك تعليقات: