Rojnameya Serbestî 16.11.1908-1922)
Rojnameya Serbestî
di bin rêvebirî û mesulmidurîya Mevlanzade Rifat de hatîye weşandin. Yekemîn
jimara rojnameya Serbestîyê, di 3yê Teşrîna Sanî ya
sala 1908`an (16`ê Çirîya Paşî ya 1908) de hatîye çapkirin. Mevlanzade Rifat,
sala 1869`an li Îstenbolê ji dayik bûye û lawê Abdurrehman Nacim e. Bavê wî, wê
demê mufetişê kitêpxaneyên Îstenbolê bû. Abdurrehman Nacim, di 21ê Gulana 1833`an
de li Şehrezorê ji dayik bûye, navê bavê wî Mehmed Beg bû û malbata wan ji
mîrekên bajarê Silêmanîyê bû, ew, bi nasnameya xwe ya şaîrî, hiquqnasî, edîbî û
nivîskarîya sêzimanî tê nasîn.
Li ser zaroktî
û dema xwendina Mewlanzade Rifat, agahdariyên zêde li ber destê me nîn in,
tiştê ku tê zanîn, wî Mekteba Hiqoqê Şehane xwendiye. Piştî xelaskirina
mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatî û
serkeftinên wî, hatiye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifiya Beyoglu.
Û ji wê şûn ve jî, hatiye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê.
Li ser şkayeta Muteserrifiya Sînopê, roja 22`ê Tebaxa 1895`an, di derheqê wî de
lêpirsîn hatiye destpêkirin û di encama lêpirsînê de hatiye girtin, ji wê derê
ve jî sirgûnê bajarê Qeyserî kirine. Dema ku li Qeyseriyê girtî bûye, ew, di
sala 1905`an de bi îdi`aya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re, hatiye
tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî hatiye birîn. Ji ber vê cezayê, wî sirgûnê
bajarê San’a ya Yemenê kirine.
Ew di
hepisxaneya San’a ya Yemenê de rojên gelek giran û dijwar derbas dike. Piştî
îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Temûza 1908ê), efûyek giştî tête derxistin
û M. Rifat û hevalên xwe jî dikevin ber vê efûyê û vedigerin Îstenbolê. Piştî
vegera Îstenbolê, li hemberî desthilatdariya Îtihad-Teraqî û ji text daxistina
Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar a qelem û çapemeniyê dike.
Di 16ê Çirya
Paşî ya sala 1908`an de, dest bi karê weşandina rojnameya
Serbestî dike. Serbestî yekemîn rojnameya rojane ye ku bi
xwedîtî û rêvebiriya kurdekî hatiye weşandin. Ji hejmara 1`ê bigire hatanî 498`an,
hemû jimarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Îstenbolê de peyda dibin. Li
gor lêkolîner Murad Issı Serbestî, li ser hev 770`ê jimar
hatine çapkirin.
Weşana Serbestî
daîmî nebe jî, li ser hev diwanzdeh salan dewam kiriye û em dikarin vê demê li
ser sê dewreyan parve bikin. Di dewreya sereke yan jî destpêkê de, polîtîkaya
weşana Serbestîyê,
xwe sipartiye van armanc û prensîpên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen;
parastina nirx û destkevtiyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdada Abdulhemîd; di
çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke
çalak a dijraberê desthilatdariya Îtihad û Teraqiyê.
Gefxwarinên dijraberî
polîtîkaya rojnameya Serbestîyê, ji derçûnê demeke şûn
ve dest pê kiribû. Piştî van gefxwarinan, di roja 6ê Nîsana 1909an de, li ser
pira Galatayê Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê hatiye kuştin. Piştî
kuştina sernivîskarê Serbestî, bûyereke girîng a din
çêbû; di 13`ê Nîsana 1909an de bûyerên bi navê Vaka 31`ê Adarê rû dan. Ji ber van
bûyeran M. Rifat, careke din rastî êrîşên desthilatdariya Îtîhad û Teraqî bû;
ji alîyê Dîwana Herbê Ûrfî ve bi egera têkiliya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal
cezayê nefîkirinê ji bo wî hate birrîn. Ji bêgaviyê dubare terka Îstenbolê kir
û di 22`ê Nîsana 1909an de berê xwe daye Misrê û piştî rêwîtiya 5 rojan gihiştiye
Qahîreyê. Dema ku li Misrê dimîne, nexweş dikeve û li ser pêşniyara doktoran,
berê xwe dide Atînayê û ji wê derê ve jî derbasî Parîsê dibe.
Li Parîsê, bi
piştgiriya Şerîf Paşayê Kurd dest bi çapkirina Serbestî dike. Bi vê pêngavê,
dewreya duyemîn a çapkirina Serbestî li Parîsê destpê dike. Serbestî,
li Parîsê bi heftane li ser hev 12 jimar hatine çapkirin û paşê ji ber nakokiya
wî û Şerîf Paşa, weşana rojnameyê hatiye rawestandin û ew jî mecbûr maye ku
vegere Misrê. Li Misrê jî bi piştgirîya hinek dostên xwe 7 jimarên nû yên
rojnameyê çap dike. Ji ber zixtên sîxurên îstibdadê careke din mecbûr dimîne ku
ji Misrê derkeve, bi hêviya derxistina rojnameyê, berê xwe dide Parîsê û vê
carê jî 4 jimarên din li vî bajarî çap dike.
Piştî
çapkirina çar jimarên li Parîsê, ji ber rewşa aborî careke din vedigere Misrê.
Ji demeke kurt şûn ve, ji bêgaviyê welatê Misrê terk dike û berê xwe dide
Atînayê. Di sala 1911an de li Atînayê bi piştgiriya Rûmên kevnewelatiyên Osmanî
rojnameyên Faruk
(3 jimar) û Ceht (11 jimar) neşir dike.[1] Wextê ku li Atînayê dimîne, ji ber zixtên
hikûmeta Yunanî, mecbûr dimîne ji Yunanîstanê derbikeve. Ji wê şûn ve berê xwe
dide Îstenbolê. Dema digihîje Îstenbolê, ji aliyê polîs ve tête girtin û bi
biryara Dîwanê Herbê Ûrfî cezaya îkameta mecbûrî digire û wî rêdikin bajarê
Bursayê.
Di dema Hikûmeta
Ahmed Muhtar Paşa de efûyek hatiye derxistin, ew jî ketiye ber efûyê û careke
din vegeriyaye Îstenbolê. Piştî vegerê, di 29ê Temûza 1912an de li Îstenbolê ji
nû ve serlêdana ji bo neşirkirina rojnameya Serbestî dike, lê mixabin ev car jî
zêde dirêj najo, di 1`ê Îlona 1912an de ji aliyê desthilatdariya siyasî ve
neşirkirina rojnameyê tête rawestandin û bi vî awayî dewreya duyemîn a weşana Serbestî
bi dawî dibe.
Piştî
rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913an de, hem di
jiyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji aliyê
fikrî ve M. Rifat, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û
rewşenbîrên Kurdên wê demê, wî jî çareseriya meseleya Kurd û Kurdistanê, di
çarçoveya parastina yekîtiya Împeratoriya Osmanî de, bi pêşxistina reforman û
naskirina mafê kulturî yê miletê Kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdariya
Partiya Îtîhad û Teraqî, xwe bi xet û îdeyolojiya turkçîtiyê girt û vê yekê bi
zordarî li ser miletên din ên nava Osmaniyan ferz kirin, M. Rifat jî wekî gelek
siyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna
miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîn e.
Ji vê demê şûn
ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkiliya wî ya bi rêxistin û weşanên
Kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetawî
Kurd de dibêje:
“Nûka wezîfeya
me ev e, divê bîzathî em Kurd bi xwe li çareseriya mesela xwe bigerin. Ew ên ku
li pey îdealekî mîllî baznedin, miletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma
beşer de pir paş ve mane. Bêruhbûna miletekî tesewir bikin, mirov çiqas dêşîne.
Di nav medeniyeta sosyal de bêgaviya li hemberê asîmîlebûn û mirinê çiqas dilêş
û giran e.”[2]
M. Rifat di berdewamiya vê nivîsa xwe de rexne
li nêrînên Abdullah Cevdet jî dikir û dibêje:
“Ez di vê
babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg[3] nabim; ku armanceke zelal û diyar li
meydanê tune be, rêkirina ciwanên Kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî
ye û dema vê pêşniyarê nehatiye. Divê em berî her tiştî armancên xwe diyar
bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekariya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[4]
M. Rifat di
dawiya sala 1913an de, di 44 saliya emrê xwe de bi Nuriye Ulvîye xanimê re
zewiciye. Nurîye Ûlvîye Xanim, di seraya Osmanî de perwerde bûbû, jinek
aktîvîst a wê demê bû û bi navê Kadınlar Dünyası [Cîhana
Jinan] mecmuayek derdixist. Êdî hetanî destpêka Mûtarekeyê, piraniya
dema M. Rifat di îdarexaneya vê mecmuayê de derbas dibe û ji bo ku ji hevsera
wî re bibe nazîre, ew jî di kanûna 1914an de tenê yek jimara mecmuaya Erkekler
Dünyası [Cîhana Mêran] derdixe.
Piştî
Mûtarekeyê, yekemîn partiya siyasî, di roja 22/10/1918an hatiye damezrandin û
yên ku pêşiyê derketine meydana siyasetê, yek ji wan jî M. Rifat e. Dibêje: “Min
bi navê Radikal Avam, partiyek siyasî damezrand û li ser navê partiyê jî di 26ê
Çiriya Pêşîn a 1918an de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı
Beşer [Soreşa Beşer] kir”[5] Li ser damezrandina Partiya Radîkal Avam,
nêzîkî du meh derbas dibin û di 17ê Kanûna Ewela 1918an de bi serokatiya Seyîd
Abdulqadirê Nehrî Cem`iyeta Te`aliya Kurdistanê (CTK) jî hatiye damezrandin. Li
ser daweta Seyîd Abdulqadir û hevalên wî, M. Rifat û Mihemed Emîn Bedirxan jî
tevlî CTK dibin. Mevlanzade Rifat bi xwe dibêje “Ez endamê merkeza umumî ya
Cem`iyeta Te`alî ya Kurdistanê bûm.”[6]
M. Rifat, endamekî
aktîf û navendî yê Cem`iyeta Te`alî ya Kurdistanê bû, digel hevalên xwe yên
rêxistinê, bi navê cem`iyetê tevlî gelek rûniştin û hevdîtinên siyasî û
dîplomatîk bûye. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bibêjin ku neşriyata rojnameya Serbestî
jî, piştî Şerê Giştî, gehiştiye dewreyek nuh. Ji vê demê şûn de Serbestî,
wek neşriyateke CTKê tête weşandin. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya
bi navê “Kurd û
Kurdistan” de, li ser vê têkiliyê weha dibêje: “Rojnameya Serbestî,
Jîn û Kurdistan ji bo parastina mafê me yê
milî hatine tehsîskirin. Divê mutleqe li her ciyê Kurdistanê bi berdewamî bêne
belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaalakirin… Û ji bo ku abonetiya van rojnameyan
bêtir bibe, divê ehmiyetekî zêde bête nîşandan û bûhayê abonetiya rojnameya
rojane ya Serbestî
û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan
rasterast ji bo navenda cem`iyeta me bêne şandin… Kurdistan, li bende ye ku her
kes wezîfeya xwe bêkêmanî pêk bîne.”[7] Diyar dibe ku Serbestî,
di vê dewreyê de wek weşaneke rojane ya CTK hatiye neşirkirin.
[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde
Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend
Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA.
C. 18, s 125), Dergâh Yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 383
[2] Mevlanzâde Rifat,
Muhterem Hetavî Kurd Gazetesi Kurucularına [Ji
Damezrênerên muhterem ên Hetawî Kurd re], Hetawî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık
1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015
[3]
Li vê derê M. Rifat dixwaze bala xwendevanan bikşîne li ser nameya Dr. Abdullah
Cevdetî ya bi navê “Ji nivîskarên Hetavî Kurd re”. Ew nivîs di hejmara yekemîn
a Hetawî Kurd de hatîye belavkirin û
bi kurtayî tê de ev pêşniyar hatîye kirin: “Her ciwanê ku bi dil hes ji miletê
xwe bike û heskirina wî bihêz be, wezîfeya wî ya sereke ew e ku bazde
Anatolyayê. Li vê derê, li Îstenbulê bi qelem û gotinan qethen tiştekî nabe… Ey
ciwanên kurd! Çi wextê ku me mamostetîya dibistana gundekî Kurd, tercîhê
qaymeqamî û midurîya cîyekî mezin kir, wê demê em dê bikevin rêyekî rast. Bn.
Abdullah Cevdet, Hetawî Kurd, no: 1, Îstenbul,
5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-hetavi-kurd-gazetesi-yazarlarina/,
15 Mart 2015
[4] Mevlanzâde
Rifat, Muhterem Hetavî Kurd Gazetesi Kurucularına [Ji
Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık
1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/,
22 Mart 2015
[5]
Mevlanzade Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar
Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 319
[6] Mevlanzade Rıfat,
Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar
Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 270
[7] Hakkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan], Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919, http://www.kovarabir.com/ hekkarili-abdurrahim-rahmi-kurdler-ve-kurdistan/, 22 Şubat 2015
ليست هناك تعليقات: