TEYRÊ SÎMER Danehev û berhevkirin:Idrîs Hiso
Dibêjin hakimek hebû sê kur û sê keçên wî hebûn, bûbûne xort û qîz,
lê hîna jî xortan jin ji xwe re ne anîbûn û qîzan jî mêr ne kirbûn.
Hakim nexweşket û çû halê mirinê, kurên xwe li dora xwe civandin û
ji wan xwest ku xwehên xwe bidin mêr heger nesîbê wan hat, û ti carî mebêjin ku
em dê wan ji xwe re bikin berdêlî an jî em wan nadin mêran heta ku em nezewicin.
“Xwehên xwe bidin mêr, û hun xort in kengî be hunê jinan ji xwe re bînin.”
Piştî çend rojekî hakim emrê xwedê kir û ji nav zarokên xwe barkir.
Piştî ku şîna hakim bidawî bû bi çend mehan, xwazgîniyê xweha wan a
mezin hat, Mîrê Derwêşan ew xwest, herdu birayên mezin digotin em xweha xwe
niha nadin mêr, lê birayê wan ê biçûk got çênabe em gotina bavê xwe li erdêxin
û divê em daxwaza bavê xwe pêkbînin û xweha xwe bidin mêr, hasil xweha xwe dan Mîrê
Derwêşan.
Demek derbasbû, xwazgîniyê xweha wan ya ortê jî hat, Mîrê Maran ew
dixwest, dîsa herdu birayên mezin ne bi dilê wan bû, lê careke din birayê biçûk
got û daxwaza bavê xwe anî bîra birayên xwe û xweha xwe da Mîrê Maran.
Demeke din xwazgîniyê xweha wan a biçûk ji aliyê Mîrê Balindeyan
(teyran) hat, wek carên din birayên mezin nedixwestin xweha xwe bidin mêr, lê
dîsa birayê biçûk got çênabe û divê em bi gotin û daxwaza bavê xwe bikin û
bihêlin xweha me biçe ser nesîb û qismetê xwe, bi ya wî bû û xweha wan ya biçûk
jî şû kir (zewicî).
Di mala hakim de jin û xanim neman, lewma kurên hakim fermanek di
nav bajêr de belav kirin ku divê hemû keçên ku temenê wan ê şûkirdinê be bila
xwe bixemilînin û xwe amadebikin û biçin ser kaniya li rex bajêr, wê kurên
hakim werin û her yek ji wan ji xwe re jinekê hilbijêre.
Keçên bajêr ji kêfan re xwe bi baştirîn cilûberg xemilandin û berê
xwe dan serê kaniyê, kurên hakim hatin û her yek ji wan sêvek di destê wî de
ye, û gotin, wê her yek ji me sêva xwe bavêje nav koma keçan a ku sêv lêkeve wê
bibe jin ji bo wî.
Birayê mezin keçeke xweşik da ber çavê xwe û sêva xwe avêt û ew keç
bû nesîbê wî, birayê wan ê ortê jî bi heman şêweyî yek ji xwe re hilbijart, lê
dema bû dora birayê biçûk û sêva xwe avêt çû li reqê (kîso) ket, careke din
avêt dîsa li reqê ket cara sêyem jî her li reqê ket, axir ji xwe re got, diyare
xwedê ev req kiriye nesîbê min û divê ez jî bi nesîbê xwe razî bim.
Her yekî jina xwe anî mal, birayê biçûk jî reqa xwe hilgirt û bi
dilxemgînî vegeriya malê û ji xwe re digot: xwedawo min hişt ku xwehên min
herin ser nesîbên xwe û te jî ev req kir nesîbê min.
Rojekê birayê biçûk ji nêçîrê vegeriya dît va xwarina wî amade ye û
mal jî danserhevî ye, ji xwe re got: ev jinbira min a mezin mala min daye
serhev û xwerin jî ji min re amade kiriye.
Roja din jî dema ji karê xwe vegeriya bi heman şêwe xwrin û mala wî
amade bû, ji xwe re got: Ev jinbira min a din îro mala min daye serhev û xwarin
ji min re amade kiriye.
Sêyem roj jî hat dît ku bi heman şêweyî kar li malê bûye, ji xwe re
got ez dê sibe çavdêriyê bi dizî bikim da ku ez zanibim ka kî karê min dike,
dît ku va jineke zor sipehî ji qalikê reqê derdikeve û karê mala wî dike, roja
din dema ew jin ji qalikê reqê hat der, yekser wî xwe avêt qalikê reqê û ji
jinê re got ez nema dihêlim ku tu vegerî qalikê reqê.
Wê jina sipehî û zor ciwan got: heger ez venegerim qalikê reqê Mîrê
Cinan wê vê gavê min bibe cihekî tu ti carî bi ser min ve nabî, û ez dê ji dest
te biçim.
Kurê biçûkê bira got: ez nahêlim tu vegerî qalikê reqê û di cê cî
de qalikê reqê şewitand, dema wî agir berda qalikê reqê, yekser ew jina sipehî
ji wir hat veşartin û Mîrê Cinan ku jê re dibêjin Siwarê Duling ew revand.
Çendî fikirî ka wê çawa jina xwe ji destê Mîrê Cinan, ji destê Siwarê
Duling rizgar bike, dawî ji xwe re got kesekî min nîn e ji zavayên min pê ve.
Şand pey Mîrê Derwêşan mêrê xweha wî ya mezin û ji wî re got min
qalikê reqê şewitand û Siwarê Duling jina min bir, hun derwêş li hemû deveran
digerin divê hun nasbikin bê gundê Siwarê Duling lê dijî, li kû derê ye, Mîrê Derwêşan
hemû derwêş bi fermanekê dan serhev û ji wan pirsî, ti kesî bersiv neda û gotin
me bi Siwarê Duling bi xwe jî ne bihîstiye.
Pişt re gazî Mîrê Maran kir û salfa xwe ji wî re jî got, Mîrê Maran
jî got min ti carî bi Siwarê Duling nebihîstiye û qet kesekî ji min re behs ne kiriye.
Êdî gaziya xwe bir Mîrê Balindeyan û ji wî re got tê hemû balindeyan
bide hev û ji wan bipirsî ka wan bi Siwarê Duling bihîstiye û gundê ku ew lê
dijî an na?
Mîrê Balindeyan hemû balinde dan serhev hemûyan got: mîrê me em di
bin fermana te de ne tu çi ji me bixwazî em dê bo te bikin, Mîr ji wan pirsî ma
kes ji we gundê Siwarê Duling nas dike? Kesî bersiv neda, lê ji nişkê ve
balindeyekî girs û bi temen mezin jê re digotin Teyrê Sîmir hêdî, hêdî xwe da
pêş û got: min bi Siwarê Duling bihîstiye, dema ez biçûkbûm diya min, ez li ser
milê xwe kiribûm û di ser gunedekî re difiriya, ji min re got ev gundê Siwarê Duling
e.
Kurê hakim got, niha divê tu min bibî gundê Siwarê Duling, teyrê
Sîmir got ez dê te bibim, lê divê berî ez te bibim hun bêhtir ji şeş mehan min
bi baştirîn cûreyên xwarin û vexwarinê xwedî bikin da ku ez careke din vegerim
xortaniya xwe û karibim te li ser milê xwe hilgirim û bibim gundê Siwarê Duling.
Axir şeş mehan ew xwedî kir heta ku vegeriya xort wek berê, kurê
mîr li ser milê xwe kir û ew li nêzîkî gundê Siwarê Duling danî û ji wî re got:
kengî te jina xwe ji nav lepên Mîrê Cinan rizgarkir, ji te re vî pirtikê min
bişewitîne, ez li kû derê bim ez dê di kêlîkekê de li cem te bim û te û jina te
hilgirim û rizgar bikim.
Kurê hakim ew pirtik ligel xwe bir û nobedarî li mala Siwarê Duling
kir heta ku ji malê derket, ew yekser derbasî malê bû, dît ku va jina wî û du
zarok jî li wir in, yekser bi destê jina xwe girt û zarok li şûna xwe hiştin û
derketin dervî gund û perkê Teyrê Sîmir şewitand, di cê cî de Teyrê Sîmir xwe
gihand cem wî û ew û jina wî hilgirtin û vegerandin bo cih û warê wan û bi hev
re jiyanek tijî şadî û bextewerî jiyan.
Cîroka me cû
diyara, rehme li dê û bavê guhdaran.
Ji devê jineke Kurd li kampa Gewîlan hatiye wergirtin, qewîtiya wê
jinê ew bû ku ez navê wê û wêneyê wê belav nekim, çend min hewil da ku wêneyê
wê bikişînim lê nehişt.
ليست هناك تعليقات: