Bincîniya zimanê kurdî..
(serborek bi lez li gor hin rojhelatnasan)
Rif`et Hacî
Li gorî rewşnasiya hin mafrewayên dîrokî di kok û derbûna gelê Kurd
û pêkhatin û geşderbûna zimanê wî yê netewî de, zimanê kurdî dihête sipartin li
sê qûnaxên pey hev wek rêzbend di şaristaniya mirovantiyê de.
Ewjî evnakêne:
1 - qûnaxa rêxistina zimanê gelên Zagrosê yên kevnar, ewjî(
loloyî – Kûtî – Kasî –Soparî)ne ku di pengava xwede gelekî nêzîkî hevdu bûn,
bişêweyekî hevbeş, ligorî derbirrîna zanayê mazin M.Emîn Zekî:,."hin ji
rojhelatnasan wa diyar dikin ku zimanê wan gelên navbûrî, ji koma zimanên Arî
hatine verijtin, her weha hin zanayanjî di sepandin zimanên Qoqaziyan, tevlî ku
hemîjî hevşaxbûn".
2- qûnaxa didwan : tiştê ku dihête bînan ku ji Koça (HindoEwrupî)
berew herêma rojhelatêve destpê kiriye di dawiya hezarê sisiyan û destpêka
hezarê diduyan pêş zayinê, ku di koçberiya (Mîtaniyan – Hûriyan –Hissiyan)de
dihête destnîşan kirin, ya ku zimanên (HindoEwrupî) zaravên çiyayî yê zagrosê û
Kurdistanî yên kevnar desteserkirin.
3- qûnaxa sisiyan: ji hezar saliya yekan pêş zayinêve dest pê dike,
bi barkirina koçberî regezê tuxum Arî berew çiyayên zagrosê ve warê
kurdistaniyên Kevnar, û guncavbûna wan bi pêkhateyên resenî navçeyê ve, da ku
koka tuxmekî bi pênaseya (Arî) bi mirovên xweve û ziman û dab û nerîtên xweve
were durustkirin.
Di hête xuyanî kirin ku Zimanê (Kurdî) nasnameya xwe ya taybet bi
kelaxê xwe yê temamî ji wê serdemê wergirtye( destpêka hezarê yekan pêş zayinê)
ku zorbeya keristeyên xwe ji zimanê Mîdî yê hinganê wergirt û dihête guncandin
bi nêrîna piraniya rojhelatnasanre li gorî ku berawerdî di navbera gelek
gotinên jêderî ji zimanê kurdistanî yê kevnar(Mîtanî) û zimanê kurdî yê serdemî
de dihête kirin, ku piraniya wan heman bêje û deg û wateyê didin.
Ji van mafbîniya rêzmankarên kurd destpêdikin û binkeya Zimanê
Kurdî wek zimanekî resenî Arî ji malbata zimanên (Silavî û Ewropî û îranî)
sepandin wek zimanekî serbixwe bi hezarên bêje û gotinên jêderî li gel rêzmana
xwe ya tabet di çesibîne.
Û ji vê behweriyê zana û ziman nasên xwedan rol zimanê Kurdiî
datînin di xaneya (zimanên kevalî)de ji lewra koka wî vedigerînin (zimanê
Somerî)ku bêjeya rêzimanî têde bêje pal vedide li ser pêşgir û paşgiran Li gel
reg û karên çawigî ku dighije bihtir jinih hezar çawikî.
Û918123 gotinan bi xwe digre da ku di rêzêde li pêşiya zimanên
navçeyî were mina zimanên ( Erebî û Tirkî û Farisî) li gorî Amarên Wîkîpîdya (Gogil),
ku zimanê Kurdî derbasî pirograma ferhenga Azad kir ya
Ku pêşxistineke berferh daye zimanê kurdî yê ku bihtir ji (70)
melyon kes pê di axivin li gor gotina serokê peymangiha kurdî li Siwêsra
Mihemed Karwanî.
Lewra wa diyare ku zimanê Kurdî weke samanekî bi nirix û buha
hevbeşê zimanên zagros nişînan û gelên Arî ye li ser xaka Kurdistan hatiye
durustkirin û berdewam maye, ewjî nîşana resn bûn û hêza têkiliyên pêkhateyên
navçeyê diyardiken weke encamên siruştî ji pêkvejiyan û wardoziya xelkekî bi
soze di cugrafiya kesan û cih de ku bi kesên hatibûn hinarde kirin jibo herêmê
diguncîn û rewşeke hêmin dihate dîtin bi têgihiştin bi vî zimanî
Ji hinek jêderên coûraû cûr
ليست هناك تعليقات: