Biryar-Kurte çîrok
Ismet Muhemed Bedel - Duhok
Roj bo rojê, meh bo mehê, sal bo salê, bêhîvîbûn û reşbîniya wî mezin
bû û pingiya, her da kir û da kir heta peqî û biryara wî ya vebir jê zayî. Rojên
xwe ji spêdeyê heta berberkî êvarî, hemû bi şûştin, vemalîn û zuhakirin û
têfikirîna tirumbêlên ji hemû cûrên kevin û nû, bihagiran û erzan, ji hemû reng
û modêlan derbas dikirin, bêyî hêviyekê li asoyê paşeroja xwe bibînit, ku dê
şêt li demekî nêzîk yan jî dûr hind dahatî kom bikit, pê bi xêzan, mal û xanî
bikevit, bibit xudan tirumbêleke wekî evan tirumbêlên ew dişût û zuha dikit,
bila ya ji hemûyan erzantir jî bit, hîviyên xwe yên sade û xuristî bi cih bînit,
ew jî wekî xelkê dî jiyaneke asayî bibit serî. Ne diviya xwe bihêlite bi hêviya
babê xwe ve, ewê hemû jiyê xwe bi karên bi zeḧmet ve borandîn, da wî û xûşk û birayên
wî bi serferazî bi xudan bikit û nehêlit hewceyî hindê bibin bihayên xwe yên
mirovatî ji dest bidin, xwenidina xwe bibin serî û bibin xwedan kesatî yên bi
hêz û pak, dilsax û bijûn, ḧez ji ax û miletê xwe bikin. Lê rojgarê reş, rê li
ber tarî û teng kir, roj bo rojê bê hîvî kir, heta wê roja êdî hind şiyayî xwe
li ber vê bêhêvîbûna reha bigirit, wê nîvroya havîniya gerim, demê li ser karî
tirumbêleke bilind bihagiran zuha dikir û di berra li parçeyên ciwan û balkêşên
wê mêze dikir. Her îna û bir, her îna û bir, demekî hizir kir:" eve ez çi
dikim? min xêr e, ma berdikevit hinde xwe diwestînim, ma ev pareyên bêbiha û
çune, bi ber vê westiyanê dikevin, ma heta kengî dê wesa bim? ma ne bes e?"
wî demî wekî birûsiyê wê hizra wêrek û ji nişkekê ve di serî de ser hilda,
hestekî wesa di deronê wî de aziriya ku êdî valahiyeke bê qam hinavên wî dagîr
kirin, dilê wî hêztir xwe vequta û ew hizire di serî de peyda kir. Li pêşiyê
viya hema demildest wî pateyê zuhakirinê yê pê tirumbêla bihagiran zuha dikir,
ji dest xwe bihavêjit û zû cilkên karî biêxit û cilkên çûna malê li ber xwe bikit
û bê xatirxwestin jî wî cihî bo heta hetayê bi cih bihêlit, ew cihê gelek
westiyan, nexweşî, êş, qehr, rezîlî û ḧesret lê dîtîn, bêyî daxwaza heqê wê nîvroja
lê kar jî kirî bikit, lê her zû bi ser xwe ve hat, bêhna xwe fireh kir, hizir kir
ciwantir û maqûltire şûştina wê tirumbêla modêl nû ya di destan de xilas bikit
û bidite destê xudanê wê, ku diyar e bi lez e û li wê ve tir bi qat û rîbatên
xwe ve li hêviyê ye. Berî biryara xwe ya vebir bi cih bînit û ji wî cihî biçit,
bi dengekî bisteh û pirî bawerî bi xwe bûn,
gazî xudanê cihê şûştina tirumbêlan kir, ewê di jûr ve li pişt mêza xwe,
xwe bi mobayilê ve mijûl dikir
-Eve ez çûm, min kar li vê derê hêla, bo xwe li kirêkarekî dî bigere.
Dizanî nahêlit û dê xurtiyê lê kit, her çi ne bit roja xwe bibit
serî û wî meḧtil nehêlit, lewma xwe li bersiva wî ne girt û xwe li dengê wî jî
ne zivirî demê di dûv re dikire gazî, qurbanî bi heqê wan çar pênc se'etên karî
jî da, dizanî hema ma, dê pila wî sar bit û dibit ji biryara xwe ya çarenivîsaz
lêvebit, helwesteke ew pê gehişitiye vê biryarê, belkî çi carên dî di jiyana
xwe de dubare ne bit, jiyan jî delîve ye, gava hat ya durist mirov ji dest ne dit.
Berî hîngê gelek caran hizreke wisa di serî de velivî ye, lê her zû û ji ber
gelek egeran lêvebûye, xwe razî dikir, ku dê rewş baştir lê hêt, herwesa çi
caran neşiya ye hizir bikit, dê şêt dûrî dayika xwe jît. Lê vê carê nêt û biryarên
wî di vebir bûn. Li ser cadeyê bi lez teksiyek rawestand û riya malê girt. Wesa
di cama singiya teksiyê re li mirov, avahî, cade û kolanên bajêrî temaşe dikir,
herwekî bo cara dûmahiyê xatira xwe jê dixwazit.
li mal û piştî ew piçe pareyên wan meh û salên karî lêkdayin, ji wê
kunca lê hilgirtîn, derêxistîn, hejmartîn û êxistîne di cizdanka xwe de û bi
lez hindek pêdiviyên sivik û bêser û berên seferê kirîne di çaeteyekî milî de û
nêrîna dûmahiyê li jûra xwe kirî, wêneyê xwe yê derçûnê yê bi dîwarî ve hilawîstî,
tiştên xwe yên ku girêdaneke giyanî li gel heyî. Zû li xwe hişyar bû, berê xwe
ji tiştên xwe yên gelek li ber dilî şêrîn wergerand, kizgiryoka xwe xendiqand
û êkser derkefte ḧewşê, hizrên xwe
kirin" ev piçe pare dê min gehînin kû derê? ma heker berî bigihim çi qûnaẍan,
hemû hatine mezaxtin dê çi kim? ma dê bi çi rû daxwaza pareyan ji babê xwe kim,
yê ku ez bêyî wî û bêyî xatirxwestin jî ji wî wesa bi kerikî û bi dizî ve bar dikim?
Ez dê çim çi rû bidit bila rû bidit, dê xwe li sînoran dim, ne xwe li vegeryana
babê xwe digirim heta ji ser karî bihêt, ne heval, kes û karan pê diḧesînim da
xatira xwe jê bixwazim, ne hizra derêxistina pasport û vîzeyan jî dikim û ne
nexşe û bernameyan dadinim û ne boçûna xudan serbor û şarezayan werdigirim, dê
zû xwe gehînime ser sînorê welatê dorgirtî. Li wê derê xwe li bazara qaçaxçiyan
nagirim, bila di nav delemêtan re bit, bila di nav zêrevanên sînoran re bit, li
şevên tarî û heyv lê ẍeware bûyî, wekî qaremanên çîrokan, dê pê li tirsê danim
û çolbir, dê rûbaran derbas kim, dê rê şeqînim û sînorî birim, gund gund, bajêr
bajêr, bê pasport û bêyî dîkomênt, bi pêyan, bi tirumbêlên neferan, bi teksiyan,
bi bas û bi şemendefiran, dê xwe gehînime ser sînorê Ewropa, li wê derê jî xwe
li fêlbaziyên qaçaẍçiyan nagirim, na mînime bi hêviya çi rêzan û delîlan ve, li
wê derê, bi çi ḧalê heyî dê xwe gehînime yonanistanê, dê wekî wî hevalê xwe kim,
ewê guhdariya penaberekî biyanî kirî, bi dizî ve, li spêdeyeke zû, li wî
benderê keştî lê barî bar dikin, dê xwe di binê tirumbêleke barhilgir de veşêrim,
heta min digehînite di nav keştiyeke barhelgir de. Ez jî wekî wî dê bêjime
keştiyê:"hema here, kû ve biçî wê ve here, ji xwe heger biçî dûlkê dinyayê
jî ez razîm e. Di nav keştiya hindî bajêrekî mezin û berîn de, ya ku deryaya
herdu cîhanan jêkve dikit, dê riya xwe şeqînim, dê xwe di nav kirêkar û
karmendên ji hemû tuxm û rengan da berze kim, erê, dê se'et û rojan hejmêrim da
ser sax bigihim qûnaẍekê, heta li benderekî ku ez jî nizanim li kîj qurnetê
dinyayê ye peya dibim û xwe ji wî benderî derbas dikime nav bajêrî û xwe digehînime
welatekî penaberan biḧewînit û jiyaneke bi rûmet bo min dabîn dikit. Heger polîsan rê jî li
min girt û hindî min vegerînine di nav keştiyê de, dê wekî wî hevalê xwe riya
xwe bînime, dê ez jî xwe vedizim û dê derkevime, da bayê azadiyê li wê cîhana
hemû qanûn, sîstem, rêsa û rênima hilkêşim. belkî şansê min jî wekî yê wî
hevalî, ew keşitiye min bigehînite welatê Îtalya, ji wê derê biçim bigehime
qûnaẍekê, ev jiyê min yê mayî, bi dilreḧetî bijîm".
Li ḧewşê bi dengekî bilind gazî kire dayika xwe, ya ku wî hizir dikir
li metbexê xwarinê lê dinit:
-Dadê eve ez
çûm, belkî êdî min ne bînî, silava li babê min bike, bêjê bila êdî xema min hilnegirit,
bi xatira te, li min negire û gerdena min aza bike.
Heta wî ev axiftine gotin dilê wî sot, zanî êdî belkî bo heta heta
dê ji hembêza dayika xwe bêbehir mînit, ew dayika dilovaniya wê dilê wî tijî
viyan kirî.
Çi bersiv ne bihîstin, hizir kir dayika wî dê hest bi micidahiyê di
axiftina wî de kit, dê veciniqit, dê kefçikê pê xwarina di qazanê de têk ve didit
ji destan kevit, dê niho bi lez dest ji xwarinlênanê berdit, dê bezite ji der ve.
"Na, ez xwe lê nagirim" hizir kir piştrast xwe li ber lavlav û
rondikên wê nagirt û dê li biriyara xwe ya vebir lêve bit, dayika wî ye û ma dê
çawa şêt xwe li ber rondik û giriya wê girit, lewma bi lez xwe gehande ber
dergehê ḧewşê da xwe ji vê helwestê rizgar bikit, derî vekir da dayika xwe li
pêşiya xwe bibînit, hindek kîsên pêdiviyên malê di destande, ji bazarî dihêt,
nîşanên ḧêbetîbûnê li navçavan diyar bûn, veciniqî:
- te xêr e kurê
min, dê kî ve çî?
Çente ji milî kefte erdê û xwe havête hembêza dayika xwe.
ليست هناك تعليقات: