Çend HaykuTîroj Amêdî
Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê
1
Sema ye
Nermebaran e dibarê
Hestên te!
2
Bayekî hîn
Li dîwarên ziwa dide
Semfoniya bîrhatina!
3
Çipkên baranê belawela ne
Ser berçavkên min de têne xwar
Rondikên xerîbiyê!
4
Awazên melûl
Xema divenin
Hûr e bayê baranê!
5
Li tavezerka payîzê
Pirtên dilê xwe veçinim
Wêneyê te tê de diçînim!
6
Di evî dilê hilweriyayî de
Derzên birîna lêk dikeve
Taviyên dilovaniya te!
ليست هناك تعليقات: