Cotkarê Sasûnê û kosê Cizîrê
Pênûsa Azad hijmara hivdeh 17`ê
Digotin firoşgehek li bajarê Cizîra Botan hebû digotinê Firoşgeha
mamê Kose, karê wî xapandina kesên cotkar û gundî bû yên dihatine çarçiya
bajarê Cizîrê, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji xwerek û kelûpelên rojane.
Rojekê ji rojan cotkarek ji Çiyayê Sasûnê berû çarçiya bajarê
Cizîra botan birêket; piştî geryanekê li nêv kolanên bajarê Cizîrê rastî mamê
Kose hat cotkar zêrek ji qolana pişta xwe deranî û gote mamê Kose: Mam evî zêrî
bike dirav (pere).
Mamê Kose zêr ji dest cotkar girt û danî bin zimanê xwe û bazarên xwe
dike, piştî çend xulekan Cotkar got mam ka diravên min yan jî zêrê min bide
min?
Mamê Kose: Diravê çi? Zêrê çi cotkarê hejar ma pirgala te ya zêr û
dirava ye?! ji vir here bê ku te radestî polîsan bikim da ti newiyan careke din
neke.
Cotkar bê tirs got: mam ez zêrê xwe dixwazim, lê Kose polîs xweste
firoşgehê û got: polîs ha ev e yê ku pera dixwaze?
Polîs li cotkarê Sasûnî nerî û got: here cotkarê hejar ji vir here
bê lêdan û siza dan?
Cotkar li polîs vegerand: Ma ev yasayê we ye, ev çi bi vî bajarê
xweragir hatiye?!
Polîs: Cotkar bêje min yasa ango qanûna devera we bi çi awayî ye?
Cotkar derfet ji polîs xwest û ji nişkê ve destê xwe li dev û
rûçikê mamê Kose xist, zêr ji bin zomanê Kose firî ber lingê polîs û got: ha ev
e yasa û zagonên Çiyayên Sasûnê, cihê Kosae li welatê me nîn e.
Mixabin û sed mixabin kolanên me tije bûne ji kosan, ma gelo kengî
yasayê Çiyayê Sasûnê wê li devera me bê
bikar anîn?
ليست هناك تعليقات: