Helbestvanê stirana Kurdî ya nûjen, Rojdiyar Hemê
Vanês Mîranî
Bê guman her dema behsa helbestên
stiranan di civata Kurdî de tête kirin, bi dest xwe re helbestvan Rojdiyar Hemê
tête bala mirov, ew mirov e ye yê ku xudanê zar û peyvên bedew, ciwan, nazik û
şêrîn.
Her wesa pirtûka ( ji geza sêvê min
zanî ) ya helbestvan Rojdiyar baş zengîn e û pir û mişt e, ji babetên renge reng
mîna siruşt û buhara Kurdistanê, û ew babet jî zor giring in, lew ra piraniya wan
helbestên wî jî mîna navê wî weke rojê tê de diyar û xuya ne.
Belê, hîç guman tê de nîne ku gelek
helbestên wî ji çendên stiranbêjan ên Kurdan kirine stiran û stirandine, çi ji
Rojavayê welêt, yan ji Başûrê welêt, yan jî çi ji hindur û derveyê welêt.
Ji bo vê yekê jî ez bang li
xwendevanên helbesta kurdî dikim ku pirtûka helbestvanê navborî ya ( ji geza
sêvê min zanî ) bi hûrbînî û pir baş bixwînin.
Her weha işq û evîna welat, al,
pêşmerge, rêbaz, ziman û dîrok, jî di helbestên wî de gelek diyar in.
Her wesa bang û hawara xwe digihîne Kurdan
bi riya van helbestan, ku herdemî sê tiştan ji xwe re baş bikin xem mîna (
Ziman, Al û Kurdistan ), di heman demê de, di warê evîniyê de jî xweş ditajonê
û yara xwe bi şêrîn şekir, kevok nav dike, û bi gula nêrgiz, nisrîn û sosin kar
tîne, belê, xwe ji maçên dev û çav û lêvan jî bê par nake.
Her wesa penaberî jî li dev wî sê
mêvanên bar giran hene, ew jî berf, bahoz û baran in, bi taybetî di demên ku
xelik di çadir û konan de.
Heta vir û bes, ez ê ya din bihêlim ji
xwendevan û hijêkerên helbesta Kurdî re, ji ber ku li nav paxçê helbestên
navborî baş bigerin, gul, nêrgiz, nisrîn û sosinan li gorî dilên xwe
hilbijêrin.
Her di dawiyê de ez bi hêvî me ku wî
tiştekê baş pêşkêşî xwênerên xwe û pirtûkxana Kurdî kiribe, hêviya serkeftinê û
berdewamiyê û berhemên bi nirix, di gel rêz û gulav û sipasiyê.
Kurtasiyek li ser pirtûk û jiyana wî :
Rojdiyar Xelef Hemê (( nivîskar û
helbestvan))
Ji dayikbûyê bajarê Qamişloyê ye,
taxa Qidorbeg sala 1960 , endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê ye.
Helbestê bi sê zimanan dinivîse
Kurdî, Erebî, û carna bi Inglîzî jî.
Ji sala 1971 ji bajarê xwe koçber bûye, û niha li kampa Domîz bi cih bûye.
Destpêka wî di cîhana helbestê de li
Helebê bû sala 1985.
Bi dehan hunermend û dengbêjên Kurd
helbestên wî kirine stiran û stirandine, mîna ( Islam Zaxolî, Selah Resûl, Ihtîdal Mehmûd, Mîdya Hiso, Sîpan Mêrkan, Aras Agir, Roken, Nûşîn,
Jiyan, Gulbuhar, Îsa Ibrahîm, Hişyar Yaqûb, Besam Dêrkî, Şivan Cizîrî, Xemgîn Qamişlo ).
Heşt pirtûkên wî hene, çaran ronî
dîtine û çarên din jî li ber çapê ne.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in :
١- قارب
ورقي - شعر كلاسيكي - مطبعة كازي بدهوك ١٥ – ٣ –
٢٠٢١
2- Koçber û penaber im - Helbestên kilasîkî
Duhok: çapxana:Gazî - 2022 Z.
٣- بقبلات
غجرية - شعر كلاسيكي وحديث - مطبعة كازي بدهوك – ٣٠ – ٩ – ٢٠٢٢
4-
Ji Geza sêvê min zanî- helbestên Kurdî kilasîkî.
Pirtûkên wî yên ne çapkirî jî ev in :
1- Ne bext û ne zanîn helbestên kurdî nûjen
٢- حب في زمن الجوع - شعر عربي.
٣- البصمة
البيضاء المشاكسة - قصص قصيرة جدا"
4- Landika lawêjan - helbestên Kurdî ji bo zarokan.
Kempa Domîz
11 – 1 - 2024
ليست هناك تعليقات: