BÛKA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ
LEYLA QASIM.(1952-1974(
SEÎD YÛSIF.
sala, 1974 ê de, ez şagirt bûm li Dibistana,"Dar al mûellimîn.
li bajêrê Humsê li Sûrya yê.
Ew Medrese dihat naskirin,
weke peymangehekê, ji bo
Amadekirina, mamosteyan.
Boneya vê gotinê, ez tekez
dikim ku xweš tê bîramin, bicih û war, darvekirina
Leyla di wê mehê de. Ji ber ku ew kiryareke, gellekî şerm bû, û bûyerek, pirr
mizin bû, loma Dengvedaneke berfireh di rojhilata navîn de belavkir, çimgî ew yekemîn car bû, di wê hingê de darvekirina keçekê
bi sedema karê siyasî.
Jiyana leyla :
Bûka kurdistanê , çîçeka
perwerîyê Nayê çilmisandin, heyva asîmanê Kurdistanê. her sal di meha gulanê De, ronahiya
wê çirûskan vedide.
LEYLA di /27/12/1952/an de.
Ji Dayik bûye li bajarê xanqînê, li Başûrê kurdistanê.
Di nava malbateke kurdên
feylî de jiyana xwe dest pêkiriye .
Bavê wê karker bû di Fîltera
(misfat) a pitrola xanqînê de.
Leyla bi malbata xwere li
xanqînê jiyîn dibû, ta ku xwendin a xwe ya Dest pêkê û ya navendî, Bi dawî Anî.
Weke tê gotin ew û xweh û Birayên wê pirr zîrek bûn di Xwendin a xwe de .
Piştî bavê wê xanenîşîna
xwe Stand, ew malbat koçî Bexda yê, Dibin
paytexta Îraqê, û li wê derê Niştecîh dibin.
Leyla, di sala (1970).ê de. Bû Endama Partiya (pdk). Loma dest bi karê
siyasî jî dike, di ber mafê Netewî yê milletê kurd, û Rêzgariya, kurdistanê.
dijî hovîtiya Desthilata ba'sê şofînî û faşist.
Ji bilî vî karî ew bi
hêvî bû ku Kovarekê çap bike û biweşîne.
Di sala (1971) ê de.
Leyla xwe Tomarî kolêja wêjeyî dike, perçê Civaknasiyê, (sosyolocî). Di zankoya
Bexda yê de. Lê belê ew karê xwe Yê siyasî jî berdewam dike, di nav Xalek,
hevalên xwe de.
Yek ji wan birayê wê bû,
û yek jî Xwestiyê wê bû. lê mixabin xuya
Bû ku di bin çavdêriyê de bûn, ta Ku
hatin girtin li ser destê hêzên Ewlehî, yên rejîma Îraqê.
Di bin tariya şeva reş de,
ji niška ve Mala Leyla dorpêç kirin, û ji Hundirê malê ew hate kişandin.
Di /29/4/1974/an de. Leyla
oxir Xwest ji malbata xwe, û qet nema Bi saxî vegeriya.
Tenê hat avêtin di binê zindana
Çargoše, ya dijminê setemkar û Bêbext.
Di wê zindanê de, Leyla
gelek êş û Azar û lêdan dîtin, li ser
destê Zebenîyên bê ol û bê bawerî, ew Gewdê
nazik, gellekî îskence û Lêdan dît.
Lê belê çiqas dijmin bi
gef û lêdan, Û azarên xwe yî bê hempa, û hewil Kirin, ku vîna Leyla bişkînin,
Leyla Hîç serê xwe ji wan re danexist.
Û ti agahî li ser heval
û partiya xwe, Radestî dijminê xwe nekir.
Ta ku Seddam Husên û
wezîrê wî yê hundir bi kesayetîyên xwe, Dîdarî pêre kirin, û kef lê kirin ku Wê
bikujin, tevlî bav û dayik û Xwehên wê.
Yan jî gotin em amadene ku tu çi Bixwaze, emê bidin
te heger, tu ji karê
siyasî, xwe vekşîne.
Lê Leyla bersiva wê ew
bû, ku can û Ça'vên xwe, fîda dike bo kurdistan.
Leyla tawanbar bû ji alî rêcîma Šofînî û dadgeha wê,
ya bêbext. Bi Tometa terorê, û tometa Bombekirina, zankoya Bexda yê, û Hem
bombekirina balefirxaneya wê.
Piştî di /12/rojan,
Leyla hat Cezakirin, bi darvekirinê.
Serokê îraqê wê demê
Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir, ser vê Biryarê, ji ber ku ew keçe. lê
Sedam Husên, xwe kir berpirsiyarê, Vê cezayê, û ew neçar kir bo Emzekirinê.
Bi vê kiryara reš û şerm
û bê rewa Û ne yasa, Leyla bû yekemîn jin, di Dîroka rojhilata navîn de, di wê Çaxê
de, ku biryara darvekirinê lê Hat birrîn.
Ew kiryara şerm dibe
xalek reş di Dîroka reş de, ya dijminan de.
Berî serdana dawî ya malbata
wê , Leyla ji wan xwest : fistanekî nûh,
Ji ber ku ewê bibe bûka kurdistanê, Loma divêt bû bi rewşek xweşik bin Ax bibe.
Leyla ser dawî, hinek porê
xwe birrî Û radestê xuşka xwe kir, weke Bîranînekê.
Tê gotin dema Leyla berê
xwe dide, Werîsê darvekirinê, ew bi navê Kurdistanê bang dike, û sirûda Netewî "EY
REQÎB" dibêje.
Di /12/meha gulanê de
sal /1974/an de, Leyla dibe bûka Pakrewanên KURDISTANÊ .
Cenaze yê wê radestî malbata
wê Dibe, û bi alaya kurdî tê pêçan, û li Goristana Selam li bajarê Necef, Hat
veşartin.
Dûrî bajar û şûn warê wê.
Bštî vê bûyera, hovîtî gellek jinên kurd, yên ducan, û yên keç
anîn, Navê keçên xwe kirin LEYLA.
Bi hezaran, û li hemî perçeyên
Kurdistanê.
Gelek helbest jî hatin
nivîsandin, ji Aliyê helbestvanên kurd weke,
Ceger Xwîn, û Seyda yê Tîrêj, û Hêmen Hemwendî. Û gelek stran jî Hatin gotin, ji aliyê hunermendan Weke nemir Aram Tîgran û Şivan Perwer,û nemir
Seîdê Gabarî û Nemir, Mihemed Şêxo..
Û ji bilî gotaran, û
ahing û bîranînan, her sal ku tên vejîn.
Hezar hezar dilovanî, bo
canê Šehîda kurd û Kurdistan LEYLA QASIM.
Rûreşî û şermezarî, ji bo
dijminên, kurd û Kurdista .
4/5/2024.
ليست هناك تعليقات: