Y.N.K.S Bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 16 مايو 2024

Y.N.K.S Bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist

Y.N.K.S Bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist



Îro rêkeftî 15. 5. 2024, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Nûneritiya Kurdistanê,  bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist, li Navenda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava, li kampa Domîz 1 Duhokê.  piştî bixêrhatin û xuleyek bê deng rawestan li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, ji layê  cihgirê Nûnerîtiyê, M Gewher Fettah ve gotina yekîtiyê hat pêşkêşkirin,  Li ser rola ziman girîngiya zimanê kurdî û parastina wê. Tekezkir.

Aheng berdewam bû bi xwandina çend   Helbestan ji layê M. Ehmed Can Qertemînî.

Piştira  kurte jiyana nivîskar, helbestvan Diya Ciwan hate xwandin ji layê berpirsa Ragihandinê  M. Qîrîn Ico.

Koma Azadî ya Filoklora kurdî parçek ji tabiloya xwa ya Govendî pêṣkêşkir.

Di ahenga roja zimanê kurdî de çend pirs ji hazirvan û mihvanan  hat kirin, ew pirs girêdayî bûn bi ser jiyana Diya Ciwan. Ji layê M. Mihemed Zekî Bavê Mîtan.

Li dawiyê xelata salane ya Yekîtiyê pêşkêşî Nivîskar Diya Ciwan kirin, her ji layê M. Vanês Mîranî Serokê Nûneritiya Herêma Kurdistanê.

M. Gewher Fettah .  Desteya Rêvebir Kurdistanê. 

Roja Zimanê Kurdî li tevaya gelê Kurd pîroz be.

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Herêma Kurdisatanê 15. 5. 2024 





Y.N.K.S Bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 16, 2024 Rating: 5 Y.N.K.S Bibûneya Roja Zimanê Kurdî ahenga Xelata salane ya yekîtiyê lidar xist Îro rêkeftî 15. 5. 2024, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriy...

ليست هناك تعليقات: