DASTANA KOÇA DAWÎ-PIRTÛK- HELBEST-IMRAN MENTEŞ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 23 يونيو 2024

DASTANA KOÇA DAWÎ-PIRTÛK- HELBEST-IMRAN MENTEŞ

DASTANA KOÇA DAWÎ-PIRTÛK- HELBEST-IMRAN MENTEŞ


 

Imranê Menteş kurte jiyan û berhem :




Imranê Menteş kurê Şêxmûsê Ebdê Osê Menteş e, di roja15 Adarê de sala 1970.Z li gundê Nayif  navbera Amûdê û Hesekê ji dayik bûye, zaroktiya xwe li gundê Nayif derbas kiriye, pişt re li gundê (Tel Tewîlê Merşo) ku bi ser bajarê Hesekê ve ye, jiyana xwe berdewam kiriye, nêzîkî 35 salan li wî gundî ma ye, niha ew li taxa

 

Miftî li bajarê Hesekê jiyana xwe berdewam dike.

 Bavê wî Şêxmûs sala 1981 çû ser dilovaniya xwe, dayika wî Fethiya ji temenê çar salî ve û bi sedema nezaniya hin pîrekên gundî bi çavên xwe hew dît, û ta niha, di dîwana yekem de mamoste Imran behsa vê rûdanê dike di helbesta xwe ya bi sernavê (Dayika min).

Temenê wî nêzîkî (18) salan bû dema ku dest bi nivîsandina helbestê kir.

- Sala 1989 an fêrnameya Bekelorya ya wêjeyî wergirt, û derbasî Enstîtuya amedekirina mamosteyan (beşê zimanê Erebî) li bajarê Hesekê bû, ta sala 1991 ku xwendina xwe bi dawî kir, û karê mamostiyê li dibistanên gundewar û bajarê Hesekê dike.

- Ew yek bû ji damezirînerên Hevgihana Mamosteyên Kurd li bajarê Hesekê sala 2012 an.

 

- di sala 2014 an de tevlî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bû û niha  Endamê komîta cîbicîkar e di Yekîtiyê de.

-          Endamê desteya nivîsînê ye di kovara Pênûsa azad de.

, û beşdarî gelek semînar û mihricanan bû, her weha helbestên wî di hin kovar û belavokên kurdî de hat in weşandin, û hin ji helbestên wî hatine awaz kirin û bûne stran.

-         Ji sala 2017 dest bi nîvisandina çîrokê kiriye, lê hîna çîrokên wî destnivîsin.

Ji berhemên wî  ê çapbûyî:

1- Dîwana yekem (Kaniya Jînê) hatiye çapkirin sala 2014.Z an.

2- Dîwana diwem (Derdê Evînê) hatiye çapkirin  2018.Z

3- Dîwana diwem (Mujdeya Azadiyê) çapkirin sala 2018.Z an.

4- Dîwana çaremîn (Dastana Koça dawî) çapkirin sala 2024

 

 


 

 

DASTANA KOÇA DAWÎ-PIRTÛK- HELBEST-IMRAN MENTEŞ Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 23, 2024 Rating: 5 DASTANA KOÇA DAWÎ-PIRTÛK- HELBEST-IMRAN MENTEŞ   Imranê Menteş kurte jiyan û berhem : Imranê Menteş kurê Şêxmûsê Ebdê Osê Menteş e, di roj...

ليست هناك تعليقات: