Bi boneya koça dawiyê ya xanim Gewrê Ibrahîm hevjîna Helbestvanê navdarê Kurd Mamosta Emerê La'lê, Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li derveyê welat sersaxiya Malbatê kir bi rêya Nivîskar û Mamosta Hişyar Emerê La'lê, ev deqa sersaxiyê ye:
Pirsename û sersaxî
Mamostayê hêja: Hişyarê Emerê La'lê
Malbata Helbestvanê Mezin Emerê La'lê
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya dayika we gehêşte me û em bi bîhistina vê nûçeyê gelekî xemgîn bûn.
Bi vê boneya xemgîn, hevxemiya xwe digel malbeta we ya birêz radigehînin, û hêviyê ji xwedayê mezin dikin ku rehmetî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê jî bide we.
Bila serê we sax be
03.06.2024
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewrupa
ليست هناك تعليقات: