Sersaxî
Bi hilkefta koça dawiyê ya dayika Nivîskar Qado Şêrîn, Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewrupa sersaxa malbatê kir:
Mamostayê hêja: Qado Şêrîn
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya dayika we gehêşte me û em bi bîhistina vê nûçeyê gelekî xemgîn bûn.
Bi vê boneya xemgîn, hevxemiya xwe digel malbeta we ya birêz radigehînin, û hêviyê ji xwedayê mezin dikin ku rehmetiyê bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê jî bide we.
Bila serê we sax be
05.06.2024
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewrupa
ليست هناك تعليقات: