Bihare Helbestvan : Vîktor HîgoM Wergirandin ji zimanê ferensî bo kurdî : Anahîta Hemo - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 26 يوليو 2024

Bihare Helbestvan : Vîktor HîgoM Wergirandin ji zimanê ferensî bo kurdî : Anahîta Hemo

 

Bihare

Helbestvan : Vîktor Hîgo

23 gulan 2024 wergirandin

Wergirandin ji zimanê ferensî bo kurdî : Anahîta Hemo

 

 

Li vir in, rojên dirêj, ronahî, evîn û dînbûn. 

Li vir in, buhar, avdar, avrêl, bi zeredekenke, Şêrîn. 

Gulan bi kulîlk e, cehzerana şewitî, hemû heyvên ciwan heval in.

 Spîndar li qiraxa çemê razayî ne,

Xwe bi nermî xûz kirine, mîna darên xurman ên mezin.

Çûk baskên xwe li bê dixe, di kûrahiya daristanên germ û hêmin de. 

Dîmenek bi girnijîn e, bi şînahiya darên lewend û ciwan.

Şadîman in bi hev re, xêzên helbestan dibêjin.

Roja ku lê hiltê, bi taca elendeke hênik û dilovan e,

Û êvar bi tevaya xwe hezkirin e, şev jî, bi gumana min, em dibhîzin.

Di nêv siya mend, di bin sîberên ezmanekî pîroz de

Em distirên, di nêv nemiryê de, bi awazên şadî û kamîraniyê re,

Tiştekî dilxweşker di bê dawiyê de dinehwirînin



Bihare Helbestvan : Vîktor HîgoM Wergirandin ji zimanê ferensî bo kurdî : Anahîta Hemo Reviewed by qirinefrin on يوليو 26, 2024 Rating: 5   Bihare Helbestvan : Vîktor Hîgo 23 gulan 2024 wergirandin Wergirandin ji zimanê ferensî bo kurdî : Anahîta Hemo     Li vir in, roj...

ليست هناك تعليقات: