Semînarek bi navnîşanê ( Ezmûna min li gel helbesta hayku )Şemal Akreyî ve hate pêşkêşkirin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 9 يوليو 2024

Semînarek bi navnîşanê ( Ezmûna min li gel helbesta hayku )Şemal Akreyî ve hate pêşkêşkirin

Ji çalakiyên Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Herêma Kurdistanê.



Roja duşemê rêkeftî 08. 07. 2024, Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Herêma kurdistanê, şevbuhêrkeke rewşenbîrî û wêjeyî lidar xist, li Navenda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava, li kampa Domîz 1 li Duhokê.

piştî bixêrhatinê xuleyek bê deng rawestiyan li ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê ji layê berpirsa Ragihandina Nûnertiyê, nivîskar, M Qîrîn Efrîn ve, hat pêşkêşkirin.

Semînarek bi navnîşanê ( Ezmûna min li gel helbesta hayku ) ji bal Nivîskar û wergêr Mamoste Şemal Akreyî ve hate pêşkêşkirin, û di gel xwandina çend parçe haykuyan jî ji dîwana xwe.

Pişt ra Helbestvan Şiyar Aliyanî, çend helbest ji pirtûka xwe ya nû xwand.

Her weha Mamoste Vanês Mîranî jî çend parçe hayku ji pirtûka xwe ya nû xwand.

Her wesa ev şevbuhêrk bi amadebûna komek ji kesayetiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr, zimanhez, wêjehez û malbatên şehîdên pêşmerge û rêkxirawên civaka sivîl hate xemilandin.

Bê guman piştî pisyar û bersivdanê her li dawiyê her du helbestvanên hêja dest bi îmzekirina pirtûkên xwe kirin û li amadebûyan dabeşkirin.

Sipas bo her kes, dezgeh, sazî û parteka siyasî û dest dirêjkirina arîkariyan ji bo her pênûsekê û nivîskarekê kurd, her ew in yên ku dibin egerê ronahî dîtina gelek berhenên bi nirx.

Sipas bo Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava û vekirina dergehê xwe bi dilekî fireh ji bo hemû çalakiyên me. 


Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.

Nûnertiya Kurdistanê

08.07.2024












Semînarek bi navnîşanê ( Ezmûna min li gel helbesta hayku )Şemal Akreyî ve hate pêşkêşkirin Reviewed by qirinefrin on يوليو 09, 2024 Rating: 5 Ji çalakiyên Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Herêma Kurdistanê. Roja duşemê rêkeftî 08. 07. 2024, Nûnertiya Yekîtiya Nivî...

ليست هناك تعليقات: