15ê gulanê û Roja Zimanê Kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 26 أغسطس 2024

15ê gulanê û Roja Zimanê Kurdî

15ê gulanê û Roja Zimanê Kurdî

 Pênûsa Azad -H-18

Di roja 15ê Gulanê de, ango Roja Zimanê Kurdî li gorî biryarên kongir û her wiha wek gerdîş, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya evê rojê pîroz dike û bi vê boneyê xelata xwe ya salane radestî nivîskarekî Kurd dike ku bi zimanê kurdî dinivîse û di heman demê de ked û xebatek wî balkês di ber de heye.

Îsal jî (2024) bi vê helkefta pîroz Y.N.K.S. û bi şevbuhêrkek balkêş bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, siystemedar û hezkirên zimanê Kurdî li hola Partiya Gel li bajarê Qamişlo lidarxist û tê de gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûryayê ji layê serokê yekîtiyê mamoste Ebdulhekîm Muhemed ve hate xwendin, û gotina Encumena Niştimanî  Kurdî ji layê serokê Encûmenê mamoste Ne`met Dawûd ve hat pêşkêşkirin.

Ahenga 15ê gulana 2024an ku ji layê Y.N.K.S ve hate lidarxistin bi beşdariya hijmarek helbestvan û hunermendan geş û xweştir bû.

Helbestvanên hin ji helbestên girêdayî babetê pêşkêşkirin ev bûn:

Helbestvan Muhemed Ferman, Muhemed Ebdê û Mihemed Eşref jî çend helbest ji yên Melayê Cizîrî xwendin.

Hunermendên ku ahing ronîkirin, hunermendê navdar Hejar Temo û hunermendê qedir giran Fewaz bavê Dilo.

Di dawiya ahingê de navê nivîskara Kurd ya ji layê yekîtiyê ve hatibû destnîşankirin Diya Ciwan hat ragihandin û ji ber hebûna wê li Herêma Kurdistanê (Başûr) û rewşa wê ya tenderûstî ku nikarîbû li Qamişlo amade bibe, pêwendî bi nûnertiya Y.N.K.S li Kurdistanê hat girêdan û di heman demê de rê û resmên radestkirina xelat û bawernameya 2024an hat radestkirin ji bo nivîskar û helbestvana Kurd ya navdar Diya Ciwan.

Helbestvan û nivîskara Kurd Diya Ciwan ku di vê demê de li Kurdistana Başûr dimîne xwedî ked û xebatek pir balkêş e di ber ziman û wêjeya kurdî de û ji bo vê ked û xebatê ew gelek caran ji layê sazî û rêxistinên girêdayî babetê ve hatiye xelatkirin û hejmarek balkêş ji xelatan wergirtiye.

Hêja ye gotinê ku di salên bihûrî de xelatên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya radestî evan nivîskaran bûne:

1-Ehmedê Şêx Salih

2-Ferhadê Içmo

3-Merwan Berekat

4-Bêwar Ibrahîm

5-Dildarê Aştî

6- Mehmûdê Sebrî

7-Luqman Yûsif

8- Tengezar Marînî

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya

Qamişlo, 15. 5. 2024 


15ê gulanê û Roja Zimanê Kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 26, 2024 Rating: 5 15ê gulanê û Roja Zimanê Kurdî   Pênûsa Azad -H-18 Di roja 15ê Gulanê de, ango Roja Zimanê Kurdî li gorî biryarên kongir û her wiha wek ...

ليست هناك تعليقات: