Emîna Emerê Ebdile (Keça Kurd)
Xebatkar û Nivîser û
Kurdîzan
Berzo
Mehmûd
Ev nivîsîn yan ev têkist bi xwe pêşgotina pertûka Emîna ya bi navê (Bi Karwanê Xebatê re), ta niha jî çap nebûye.
Jiyana Emîna awêneyeǩ ji jiyana ǩečeǩe Kurd e
ku temenê xwe bi tevahî nêzîǩî heftê salî di nav xebata Kurdînîyê de derbas
ǩirîye, ku ji bičûǩanî ve agirê hezǩirin û evîna welatê kurdistanê di dilê wê
de geş dibû. Perwerdeǩirina malbatê di rêya xebatê de ku Barzanîyê nemir
ronahîya hêvîyan jêre xweş diǩir, helbestên Cegerxwîn jî xwarineǩe rûhhî jêre
dabîn diǩir, lewra vê ǩečiǩê xwe gihande Kurdistana başûr, ziman û wêjeya Kurdî
xwend. Jiyana Emîna (keça Kurd) bi viyana welaparêzî û kurdperwerî rêča xwe di xebatê
de qelaşt bê ku hîč berjewendîyên kesayetî di bala wê de hebin. Piştî ku min Karwanê Xebatê xwend ku awêneyeǩ
e ji jiyana wê ya xebatkarî çi di partîzanîyê de û çi di rewşenbîryê de be, min
Jiyana wê li ser çend qûnaxan dabeş kiriye:
1. Qûnaxa pêşî û ya zarokatîyê di nav malbatê de
perwerde bû û li ser hîmê kurdayetî ava bû,
2. Qûnaxa partîzanî di hundurê partîya dîmoqrata
Kurd de dest bi kar kir û li sala 1971 bawernameya xwendina bekelorîya li
qamişlo wergirt.
3. Qûnaxa xwendina ziman û wêjeya Kurdî li zanîngeha
Silêmanîyê li Kurdistana Başûr di bin siha fermanrewaya otonomî de.
4. Qûnaxa jiyana zewacê li Sûrîya
5. Qûnaxa jiyana rewşenbîrî ku despêkê nivîsîna
helbesta Kurdî bû.Û paşê jî di mijara zimanê kurdî de.
6. Qûnaxa jiyana li Elemanîya û berdewamǩirin di
pêvajoya nivîsînê de ta roja îro.
Emîna xuha min ya ku bi temenê xwe ji herdû xuh
û herdû birayên xwe mezintir bû, di malbateǩe kurdperwer de mezin bûbû. Bavê
min endameǩî rêǩxistina Xortên Dîmoqrat ku despêǩa jiyana xebata partîzanî bû
li Sûriya û di sala 1958-an de ku civata xortan derbasî nav rêzên partiyê bûye,
bavê min jî di komîta liqê Alîyan de, bi van kesên han re: Mele Beşîr, melayê
gundê Şebek, Mihemed emînê Silo ji gundê Şebek, Seîdê birhê ji gundê gundiǩê
Seîd û Xerbiyê Ebês, xebitiye. Xalê min jî tevî hersê ǩurên xwe ketine nav
xebata kurdîtîyê de ku gelek caran hatine girtin, bi vî awayî, malbat bû
malbendeǩ jibo xebata netewî.
Bavê min ew degel perwerde ǩiribû, bi zilaman re radibû û rûdinişt, wilo jî nîqaş bi wan re diǩir. Emîna ǩečeǩe zîreǩ û çeleng bû, geleǩ helbestên netewî yên Cegerxwîn ezber ǩiribûn û li malê ji dost û hevalên xebatgêr re bi stranî digotin.
Emîna Emer ligel Cegerxwîn û Keça wî Suaad li sala 1968??????
Bi rastî bandora helbestên Cegerxwîn di
şiyarbûna netewî de geleǩ li ser miletê Kurd li Sûrîyê hebû. Di bawerîya min de
Cegerxwîn bi rêya helbestê hestê netewî li niǩ kurdan bilind ǩir. Bavê min û xuha min, Emîne di rêya helbesta
Cegerxwîn de bûbûn aşiqê Kurdîtîyê.
Emîna di zaroǩatîya xwe de, li ser destê ǩurxalê xwe Derwêşê mele Silêman fêrî Elîfbaya zimanê Kurdî bûye û romana Memê Alan, romana Şivanê Kurd ya Erebê Şemo û dîwana Cegerxwîn ya yekê, di nav bexčiǩa cilên xwe de pêçane û ji Bajarê Qamişlo ber bi gundê Abrê çûye. Emîna dide xuyaǩirin ku eva ha li zivistana sala 1967an û li dema Civata Xortên dimuqrat bûye. Ji wê rojê ve bûye xwendevana zimanê kurdî, û bavê xwe jî fêrî xwendina zimanê Kurdî ǩiriye. Emîna bi xwendina helbestên Cegerxwîn ji nû bi êşa bindestîyê agehdar bûye, nemaze piştî ku ageh li xebata partiya Dîmuqrata Kurd bûye, û bi diltihnî bi karwanê xebatê re bi rê ketiye. Mala bavê min bûbû dibistana xwendina zimanê kurdî û pêre jî hînǩirina welatparêziyê. Bavê min, ew demeǩ bû, di rêkxistina “Civata Xortên Dîmuqratên kurd” li Sûriyê dixebitî, lê Emîna hîn bičûǩ bû hajê nebû. Vêce paş ku helbestên Cegerxwîn ketin nav destên wê, bi xwendina wan helbestên agirîn tirafa di nav dilê wê de agirê wê geş bû. Bavê min, Emerê Evdile, agirê welatparêziyê di dilê wê de bi rengeǩî çand, hişt ku bi xurtî bi doza welatê xwe ve bê girêdan. Emîna di temenê zaroǩî de romana Memê Alan û romana Şivanê Kurd ya Erebê Şemo xwendin û herdu dîwanên Cegerxwîn (Dîwana yeǩan û Sewra azadî) û geleǩ ji helbestên helbestvanê kurd Hezîn[1] ji ber kiribûn. Her şeva hebû civata xebatǩeran li mala me bû û Emîna ji wan re helbestên Cegerxwîn dixwendin. Di hemî Newrozan de jinên bajarê Qamişlo di bin destê şevê de ahenga xwe bi gotin û şanoyan xweş diǩirin. Di Newroza sala 1969-an de wê û çend hevalên wê şanoyeǩ li şeva Newrozê li mala Ûsivê Mûsê li bajarê Qamişlo pêşkêş ǩirine. Û evên xwarê wêneyên wê şanoyê ne
Ji nav berhemên wê yên çapǩirî:
pertûka Etîmolojîya Zimanê Kurdî kareǩî balkêş
e, ji ber ku geleǩ peyvên Kurdî yên jibîrǩirî yan yên bimijûmoran ronîyê tavêje
ser wan gotinan. Ev kar ferhenga kurdî ji alîyê bêje û idyoman zengîn diǩe û
geleǩ peyvên wundayî zindî diǩe û wan ji mirinê rizgar diǩe. Zimannas tekez
diǩin ku jin di nasîna ferhengê de ji mêr bihêztir e. Inca du taybetîyên nivîsarên ǩeça Kurd hene ku ew jî di alîyên
ristesazî û alîyê ferhengîya bingehîn û idyimên Kurmancî ku bi şêweyeǩî drust
li gor struktûra zimanê Kurdî tevina xwe dirêse.
Helbet
tevahîya nivîseran dikevin şaşîyên rênivîsa zimanî de weǩ çawa mirov rêve diçê,
bêagahî diterpilê. Zimanê Kurmancîya Emîna celebeǩî resen e, her ev şêwe li niǩ
geleǩ jinên Kurd peyda dibe, nemaze li niǩ helbestvana dihoǩî, Sebrîya Heǩarî.
Ji ber wilo xwendina têkista berhemên wê pêwîst e, û alîkarîya nifşên îro diǩê,
ku di Kurmancî de xurt bibin. Di bawerîya min de têkistên wê yên nivîsǩî û çapǩirî pêwîstî bi
xwendineǩe baş ji alîyê nivîseran û xwêneran heye bi mebesta ku nivîserê îro
biǩarê xwe ji bin bandora ristesazîya zimanên biyanî der bixe.
Di alîyê
helbestvanî de wek tê zanîn ku wêne taǩileǩî pir giring di
avaǩirina helbestê de ku bi şêweyeǩî sruştî bikevê tevina helbestê de, ne ku bi
şêweyeǩî destǩirde. Ǩirasê helbestê li niǩ Emîna ǩiraseǩî rengîn e û xwe
dispêre wêneyên idyomatîǩ ku ji nav
cergê zimanê Kurdî derdikeve.
Di
sala 1985-an de li gel min kete komîta nivîsîna govara Gelawêj de, komîte di wê
çaxê de ji çend nivîseran pêǩdihat ku ew jî Remzî Kerîm, Keça Kurd, Mecîdê
Haco, Berzo Mehmûd. Berpirsê partîyê mamosta Nisredîn Ibrahîm bû.
Emîna Emer (Keça Kurd 1948-
) di roja îro de yeǩ ji nivîser û zimanzanên Kurd e, ji berî bîst salan ve li
Elmanya dijî, yeǩ ji wan ǩečên Kurd yên ku piraniya temenê xwe, nîveǩ di nav
xebata partîzanî û siyasî ya Kurdînîyê de mezaxtiye, û nîveǩî dîtir di nav
xebata rewşenbîrî ya ziman û edebiyata Kurdî de bûrandîye. Vê jinê di
zarokatiya xwe de xwendina Qur-anê li ser destê bavê min tewaw ǩir, û geleǩ
helbestên Cegerxwîn ezber ǩiribûn û bi dengbêjî digotin, ji bilî ku pêşeng bû
di xebata Kurdayetî de. Di sala 1970
bekeloriya beşê zanistî li Qamişlo li dibistana sanewîya Qadisiyê li
sala pêşî dernexist, lê di sala 1971 careǩe dî bekeloriya wergirt, bi dû de
yeǩser berê xwe da Kurdistana Başûr û li zankoya Silêmaniyê dest bi xwendina
ziman û Edebyata Kurdî ǩir, ta sala 1974 berdewam ǩir ku sê sal tewaw nebibûn,
di vê demê de ji ber hin hokarên siyasî li Iraqê, şûreşa Barzanî careǩe dî li
başûr pêket, Emîna(Miskîna Mehmûd)[2]
li ser biryara şûreşê li gel hemî
xwedekaran û mamostayan berê xwe dane Kelhedizê da xwendina xwe ya zanîngehê li
wir bi dawî biǩin. Lê paş bumbebarana ǩelhedizê û şehîd bûna bihtir ji 160
kesî, êdî xwendina zanîngehê li wir û li ti deveran nema. Êdî li meha 11an ji
sala 1974 dumahî bi hemî tiştî anî û li mala bavê xwe rûnişt.
Vê dawîyê Emîna xelata Zara wergirt ku komîteyek bo rêzgirtina zimanê Kurdî Emîna xelatkirin û ji ber nexweşîya wê nikarîbû ji Elmanya biçê bo Hewlêr, Nivîserê Kurd yê hêja Mamosta Xalid Mihemed Xelata Zara bo Emîna wergirt û weha got: ((Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA ZARA), (Emîne Emer) a bi nasnavê (Keça Kurd) naskirî ye, û bi dehên salan xebat û têkoşîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewşa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê derê amade bibe, êdî ji bo min şanazî û serbilindî ye, ku li şûna (Keça Kurd) û bi navê wê duyemîn (XELATA ZARA) werdigirim û piştre jê re dişînim Almanyayê, ku li wê derê dijî. Hevdem em tendirustiyeke baş jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê pîroz dikin. Êdî, ji bo min şanazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim ji bo wergirtina vê xelata hêja.))
Emîna geleǩ gotar û
hevpeyvîn di rojnamegeriya Kurdî de belav ǩirine, lê emê navê berhemên wê weǩ
pertûǩ yên çapǩirî diyar biǩin, ku ew jî ev in:
1.
Wergerandina hin pertûǩ ji Erebî bo Kurdî, weǩ (10
kurtečroǩên Ezîz Nesîn), Beyrût 1990
2.
(Xoybûn) Nivîsîna
Mihemedê mele Ehmed, wergerandin Keča Kurd Şam 1993.
3.
Zayenda Nêr û mê di zimanê Kurdî de, lêkolîneǩ di Rêzimana Zimanê Kurdî de,
Kurmancîya jorî, çapa yeǩê Berlîn 2001. Capa duwem, 2023
4.
Paşpirtûǩa mê û nêr Berlîn 2004
5.
Folklor Êsê û bilodo û Şengê pengê Berlîn 2003
6.
Folklor Kêza kîzeran xwediya şimiǩa xêzeran 2021
7. Di
Mijara Ziman de li Elmanya 2018
8.Vekolîneǩ
di Naveroǩa Pirtûǩa Mamosta Cemal Nebez de, Elmanya 2014
9.Nûbihara
Pičûǩ û Mezinan, ferhengeǩe helbestî etîmolojî. SerSera 2019
10.
Xwendineǩ li bin Ronahiya Çirayên Mijabadê, Romana Jandost, SerSera, çapa
Yekem, 2020
11. Ji
Semaya Bawerîyê, xwendineǩ li nivîsîna Peyalên Hawmayê ya Ferhad Şîrîn, SerSera
2020
12. Bejna Xemên Min, Helbest, 2013
13.Bazê hêviyên min hebest sersera 2020
14. Pirgala bênifûsî, komeǩ ǩurtečêroǩ 2002
15. Ferhenga Etîmolojiya Kurdî, istanbol, 2014
16. Bi Karwanê Xebatê re. 2024
10.05.2024 Qamişlo
[1] Hezîn, nav li xwe ǩiribû. Ew bixwe Melayê gundê Şebeǩ bû. Navê wî
Beşîr bû(mele Beşîr).
[2] Bila xwendevan vê jî bizane ku navê min di nifûsa sûrî de Miskîna ye, ji lewra li zanîngeha Silêmaniyê de, min binavê Miskîna Mehmûd xwendiye.
ليست هناك تعليقات: