Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî - Birahîm Qasim - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 29 أغسطس 2024

Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî - Birahîm Qasim

        Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî

Pênûsa Azad-H-18


Birahîm Qasim

 

    Bêgoman bajarê Dêrika Hemko û tevahiya derdora xwe neşteciyên wê êl û malbet û eşîrên resen in, û girêdana wan bi bakur û başûrê Kurdistanê ve ta noke heye.

Vê êkê bandoreke taybet li rewşa mirovahî û civakî û abûrî li tevahiya herêma vê navçeyê ji mêj de çêkiriye.

Helbet ev têkiliyên ku hatîn rawestandin ji encamê parçekirina kurdistanê û sînorên hatîn danîn ji layê dagirkirina Fransa û Inglîz û dabeşkirina Kurdistanê navbera dewletên şofînî û dektator, û asêkirina sînoran, dijîtiya netewa Kurd, û qedexekirina zimanê wî, binpêkirina maf û wêje û edebiyata wî, guhertina dîmugrafî û hemû hewldan ji bo miletê Kurd nebe miletek şarestanî, qedexeya avedanî, xizmetguzarî û rewşenbîrî li gund û bajaran bi temamî dikir.

 Demek dirêj e gelê Kurd li hemû parçeyên kurdistanê rastî kirîza mirovahî û netewî dibe.

Lê gelê Kurd ku çawa bi xaknîgariya xwe ve hatiye girêdan wesa jî rewşenbîrê wî dev ji rûbirû û berevaniya xwe neberdan û man di sengeran de û piştevaniya rêbaza kurdîniyê kirin.

Helbet pêşiyên me rolek wan mezin hebû di qûnaxên guherîna rewşa me ya siyasî û ya rewşeniyê de.

Bêguman çend hijmar ji rojnameya Kurdistan û çend hijmar ji kovar û pirtûkên kurdî, siyasî û hem rewşenbîrî, pirtûkxaneya kuredî ma hejar û têra milet ne dikir, lê wan bi tevahî delîvek li nik gelek rewşenbîrên Kurd peyda kir ku xebata xwe ya berpirsiyariyê zêdetir bikin.

Di nîv û dawiya çerxê bîstan, tevgera siyasî li hemû parçên kurdistanê guhdanek baş dan babetê têgihiştinê, kêm zêde li her cihekî.

Ji encamên vê guhdanê û alîkariya rewşenbîrên Kurd gelek rojname û kovar û pirtûk hatin weşandin û li her bajarî komîtên rewşenbîrî hatin damezirandin.

 Despêka sala notî ji çerxê bîstan bi dehên komîte û girûpên rewşenbîrî hatin damezirandin ji layê gelek rewşenbîrên serbixwe ve, ji wan girûpên herî çalak, Girûpa Rewşenbîrên Dêrka Hemko bû.

Hêja ye gotinê ku Xwedê jê razî Muhemed Qasim (ابن الجزيرة) wek rêvebir hatibû destnîşan kirin ji ber temenê wî yê mezin, herweha hijmara endamên wê zêdetirî 20 an bûn, pihtir ji wan xwedî berhem bûn.

Vê girûpê rolek baş lehîst seranserî herêmê di warê wêjeyî û edebî û zanistê de.

Helbet ne tenê semînar û şevbiwêrk ji endamên xwe tenê re lê belê ji nivîskar û rewşenbîrên ji dervî herême re jî.

Wê hêzek mezin da hemû endaman û her yekî xwe têde didît giring e û berpirsiyar e.

Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî bi çalakiya xwe ya zor hate nasîn seranserî rojavayê Kurdistanê, bû bingehek rewşenbîrî bihêz, bê ku hîç layenek yan partiyeke kurdî vêre alikar be di warê abûrî de , hemû lêçûn ji aliyê endaman ve dihatin dayîn,  ji ber rola wê ya mezin û serbixweya wê  desthilat û istxbaratê rijêma sûriyê gelek endamê wê lêpirsîn û binçav kirin, lê endamên wê kar û çalakiyên xwe qet ne rawestandin û man derdora 18e salan berdewam ta tevlî biryara damezrandina yekîtiyek ji bo nivîskarên kurd seranserî kurdistana sûriya bibin.

Piştî damezirandina kongirê yekem ê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li sûriya û di konfiransê şaxê dêrika Hemko de zorbeyî endamê girûpê tevlî hilbijartinan bûn û serok û rêvebiriya şaxê dêrikê yê yekîtiyê damizirandin.

Paş re di kongirê awarte li dêrikê sê hevalên xwe ji şaxê dêrikê hilbijartin bo endametiya desteya rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.

Ji wî çaxî ve ta niha gelek ji wan endaman berdewam in li ser karê xwe çi yên mayîn li çih û çi yên derketîn derveyî welat.

 

  

Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî - Birahîm Qasim Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 29, 2024 Rating: 5           Girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî Pênûsa Azad-H-18 Birahîm Qasim       Bêgoman bajarê Dêrika Hemko û tevahiya derdora xwe neştec...

ليست هناك تعليقات: