Ji Min Bipirsin- Helbest- Adil Dîlanî - Kurdistan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 31 أغسطس 2024

Ji Min Bipirsin- Helbest- Adil Dîlanî - Kurdistan

Ji Min Bipirsin- Helbest

Pênûsa Azad-H-18


Adil Dîlanî - Kurdistan

 

Bi çavê dildara îro dinêrim

Perî zadek li ber çava  xwiya ye

Dêm sê reng e sipehî û dirêj e

Ebrû reşa rû ji rengê gula ye

 

Hîn zaro ye dike zor û cefayê

Na canê min evînî qet newaye

Neb vî rengî evînî tête nasîn

Evînî wek gelawêja gela ye

 

Mahîtabe reş şeva dikî rewşen

Rewşena wê bi dinyê tev giha ye

Didim nasîn bi yekdu te û vînê

Pirî kûr e ji kûrbûna derya ye

 

Pirî kûr e binê wê naxwiyênê

Tijî mar e marê biçûk ziha ye

 Zihamar in li meydanê dilîzin

Ciyê keyfê li wê qadê nemaye

 

Peyîzadê ji min tu bibihîze

Evînî weke bişkoj û gula ye

Roj bo rojê ji êkdu têne nasîn

Sorgul tu car nav pencan de nemaye

 

Qet namînê her wê xwe dê xwiyanî

Bizane tu, evînî ji weha ye

Lê guhdêr e evîn bi xwe du roj in

Yek jê dojeh ya dî keyf û sema ye

 

Roja yekem hemî geşt e seranser

Ken û keyf e ne zor e ne cefa ye

Evîndar ew dijîn li gel hev bi nazî

Bi mîna bilbilê law deng aza ye

 

Wan di dil de tu tişt nîne ji tirsê

Qet nizanin roja dî ya derda ye

Lê roja dî doje ye xwe biparêze

Leylan e tev bi xwe qadek zuha ye

 

Kesê tê de nikarin jê biborin

Bê guman e sermedî tê de maye

Li halê wan dixwînin bom û qirak

Dibînim ez ew warê qertela ye

 

Kesê vîna ji dil wî qet nedîbê

Dil bê jana gelek dûrî xema ye

Halê vînê tenê ji min bipirsin

Tenê zanim çi jan te de peyda ye

 

Jana vînê ji jana penceşêrê

Lê weku tirhek ji rihanê şax vedaye

Çendî bêjim her bi dûmahî nabê

Di evînê de dîlanî mamosta ye

 

 

 

 

  

Ji Min Bipirsin- Helbest- Adil Dîlanî - Kurdistan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 31, 2024 Rating: 5 Ji Min Bipirsin- Helbest Pênûsa Azad-H-18 Adil Dîlanî - Kurdistan   Bi çavê dildar...

ليست هناك تعليقات: