Ji yadgarîyên Kelemperên Payizan (Bo Xelîlê Sasonî) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 27 أغسطس 2024

Ji yadgarîyên Kelemperên Payizan (Bo Xelîlê Sasonî)

Ji yadgarîyên Kelemperên Payizan
(Bo Xelîlê Sasonî)

Deham Ebdulfetah, Amûdê

 Pênûsa Azad-H--18



Ji kû dest pê dibin yadgarîyên kelemperên payizan?!

Bîrewerîyên dostaniya me li kû bi dawî dibin Xelîl?!

Sibehên buharan keçikên gundewarên me berên xwe didan berhevkirina kerengan, tûrikên wan, xilç û adûdeyên wan li milên wan bûn. Vedenga sitranên wan, delal û lawikên wan kesrên evîneke qedexe bûn di dilan de dibûn kul û keder, bi çinîna kerengan re evîna veşartî di dilan de perwaz dida, radiperikî dîwarên tirs û şermê û bi awazên sitranan re pêl dida, li bîrewerîya kelemperan dihêwirî.

Pêncî sal di ser wê hevdîtina me ya pêşîn re derbas bûn û hîn jî germîya wê di kûrahîya hestên min de dijene Xelîl…..!

Hevdîtineke nişkave bû, bê sozdan û civan bû, berîya wê hevdîtinê qet me hev nedinasî, ne te ez dîtibûm û ne jî min ….

Li zanîngeha Helebê me hev dît, min zimanê erebî dixwend û te jî mafnasî dixwend, bi demê re hevdîtinên me pir dibûn û dostanîya me jî xurtir û kûrtir dibû.

Rojekê_ qet jibîra min nare ew roj_ ez û tu û Hadî Behlewî, em li çayxaneyekê nêzî zanîngehê rûniştî bûn, di pêvajoya gotegotê de te ji me pirsî:

Çima hûn çalakîyên xwe bi zimanê erebî dinivîsînin? Em Kurd in, gerek em çalakîyên xwe yên wêjeyî bi zimanê xwe binivîsin!

Hadî bersiva te da û got:

Zimanê me lawaz e têra derbirînên me nake loma em bi erebî dinivîsin.

Te kaxezek ji bêrîka xwe derxist û te got:

Ev helbest bi zimanê erebî ye, ya İbrahîm Nacî ye min ew wergerandiye ser zimanê kurdî, kerem bikin wê bibhîzin:

يا فؤادي لا تسل اين الهوى

                 كان صرحا من خيال فهوى

)Ey dilê min qet mepirse ka evîn

                       avahî bû ji gumanan tev bi carek hilweşî)

Te her dû deqên helbestê heta dawî xwendin, hingê me destxweşî da te û em rabûn bêyî ku em tiştekî di derbarê wergerandina te de bibêjin.

Rast e em rabûn û ji hev bela bûn, lê te bi wê ezmûna wergerandinê hestek dawerivand dilê min, te tovên hizreke jibîrkirî di xwîna min de çandin, Xelîl..!

Çawa kelemperên kerengan di payizan de tovên xwe li hawîrdora xwe belav dikin û bi tavên bûharê re ji nû ve zîl didin tovên wê hizra jibîrkirî jî di xwîna me de zîl dan.

Di encama serencamê de Hadî (4) dîwanên helbestan bi kurdî li pey xwe hêlan û min jî (13) pirtûkên kurdî nivîsîn, piranîya wan di warê ziman û rêzimanê de ne.

Dema ku tenduristîya çavên min xirab bû û min nema karîbû ez bixwînim û binivîsim te bi dilgermiyeke balkêş ji min re got: "Çavan meke behane, vane çavên min têra min û te dikin, bibêje ezê binivîsim yan jî binivîse ezê rast bikim!"

Bi rastî jî te got û te kir.

Her (5-6) pirtûkên dawî min ew bi çavên te nivîsîn Xelîlo!

Ma ev dilsozî di dîroka dostaniyê de tê jibîrkirin Xelîl?!

Sorahîya xwîna şehîdan û şînahîya asmanê Xwedayî li ser çiyayên xwînîyan hev himbêz kir û sirûdên birîneke evîndar vedigotin..!

Baraneke şîrkî li ser çiyayên hêvîyan bariya, kulîlkên şîrkî dar û berên hevraz û nişûvan xemilandin û xêlîyeke şîrkî bi ser bejna Mereto ya bilind ve berda.

Qet min nizanîbû ku dilên evîndaran wiqasî pêşbîn û pêjinker in Xelîlo !

Te çawa zanîbû ku çiyayên xwînîyan xwe bi rengê şîrkî xemilandine?!

Te çawa zanîbû ku Mereto xêlîyeke şîrkî girtîye ser xwe?

Çawa xuzirî dilê te ku şîrkî ji ramûsan û himbêzkirina şînahîya asmên û xwîna şehîdan hatîye pê, çawa?!

Pîroz e ew rengê Xwedayî û pîroz in ew çiyayên xwe pê xemilandine û rênerîna evîndarên xwe yên dûrcî dikin, dilê te di nav parsûyên te de perwaz dida û giyanê te radiperikî asoyên dûr, dibû reffek kevokên sipî, karwanek perwaneyên rengîn li berpal û quntarên çiyayên Sasonê belav dibûn û dawî li berqefan dihêwirîn û bi hêminî dilûsîyan!

Xwezîya min bi dilê te û bi dilê her evîndarê ku çavgirtina dawî di himbêza hezkirîyê xwe de bigire û hezkirîyê wî jî xêlîyeke şîrkî bi ser cendekê kuştîyê evîna xwe ve berde..!

Xwezî, sed xwezî Xelîlê min …

 

 

  

Ji yadgarîyên Kelemperên Payizan (Bo Xelîlê Sasonî) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 27, 2024 Rating: 5 Ji yadgarîyên Kelemperên Payizan ( Bo Xelîlê Sasonî) Deham Ebdulfetah , Amûdê   Pênûsa Azad-H--18 Ji kû dest pê dibin yadgarîyên ke...

ليست هناك تعليقات: