PÊŞBIRKA KURTEÇÎROKA KURDÎ
Ev hersê çîrok pileyên pêşî anîbûn di pêşbirka kurteçîroka kurdî de ya ku nûnertiya ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pê rabûbû.
Berxa Kovî (1)
Salih Demîcer
Min
dîsa wek hirçekî xwe ji xewê çekir. Xwêdanê dîsa balîfê min şil kiribû. Careke
din xew li min herimî. Wê berxa kovî dîsa wek dêwekî êrîşî min kir û xwest min
bixwe. Van demên dawî, bi şev şiyar dimînim û bi roj radikevim, lê rev ji vê
reşxewna bê xwedî nabe. Berxeka qîza bergîran, ku min tiştekî xerab pê
nekiriye, nexel nexel li min dinêre û ji nişka ve êrîşî min dike. Nizanim çima
wiha nefretê ji min dike, û dixwaze her carekê endamekî laşê min bixwe.
Ez bi
hemî hêza xwe jê direvim, lê ew ji min bezatir e. Digihe min. Kûzînî û
helkehelka kûçikekî westîyayî bi min dikeve, lê berî dev bavêje min, ez dişîqim
û hişyar dibim. Hestên tevlîhev wek kêzikên ku di rêxa çêlekekê de biqilqilin,
mejiyê min vedixewirînin.
Rûyê
xwe dixim nav herdu destên xwe û bêhna xwe dikişînim. Bîna pembûyê bavê min
dikeve pozê min. Ez pir jê hez dikim, û cara duyem û sêyem û çarem dubare
dikim. Her carekê ji ya din kûrtir, wek jineke kezebşewitî ya ku cilên zarokekî
xwe yê nû hatî kuştin bîn bike. Bîneke xweş e. Çavên xwe digirim û bi ber pêla
wê bînê dikevim. Deşta Sirûcê êdî xwe ji payizê re hazir dike. Bîstan û şînkayî
êdî zer dibin. Ez di nav zeviyê pembû de winda dibim. Bi bavê xwe re pembû
dixim bendekan.
Kêfa min gelekî ji karê bavê min re tê. Korta ku bavê min
ji bo bendekê kolandiye, meydana lîstikên min e. Bi dilekî geş li bilindbûna
bendekê temaşe dikim. Ew bi ser bejna min dikeve û pişt re ji bavê min jî
bilindtir dibe. Çiqas kêfa min tê dema bavê min destên xwe davêje bin milê min,
min bi jor de hildide û li ser bendekê disekinîne. Ez ê ku di nav mitên pembû
da diyar nabim, niha wek teyrekî li ser çiyayekî bilind im.
Li dirêjiya salek û sê mehên min ên li vir, min hizra ku
biçim ser tixtorekî derûnî red dikir, ji tirsa ku min wek kesekî dîn
bihesibînin. Lê ev yek berî çend hefteyan hat guhertin, dema min Memetê Şirnexî
li navedeke fêrkirina zimanê Îngilîzî nas kir.
Min dîsa bêhnek kişand. Tiştekî seyr bû! Bîna pembû û
Elikzendiryayê çawa dikarin bigihin hev! Pembûyê bavê min çawa karibû bîst û du
salan bi min re bimîne.
Di nav pembûyê nerm û spî de, min destên xwe hêlan
dikirin û dixwest bifirim. Deşta Sirûcê wek welatekî mezin li jêr min dima.
Bavê min, diya min, xwîşk, bira û paliyên derdorê, hemî li jêr bûn. Ez tenê
nêzîk esmên bûm. Hestê bazekî xwe li min dipêça. Dema cara pêşîn bavê min ez li
ser bendekekê danîm, ez ji tirsan re lerizîm û kelegirî bûm, lê zû pê ra hatim
û min ji bilindahiya Deşta Sirûcê pir hez kir.
Bi naskirina Memet, roj li min hilat. Em di çend
demjimêran de bûn dostên herî nêzîk. Me ji pêsîra kurdî şîrê axaftinê mît, û ji
xwe navkên me girêdayî heman janê bûn. Mal û sermiyanên Şirnexa wî, di şerê
xendekan de rastî nemanê hatibûn, û êrîşên komên terorîst û firokeyên dostan,
avahî û taxên Kobanîya min wêran kiribûn.
Destpêkê min nexwest qala reşxewna xwe bikim, lê êdî min
dilê xwe ji Memet re vekiribû. Min çîroka berxa kovî ya ku ez, ji roja roj de
li vî welatî ji piyan xistime, jê re got, lê gotinên wî ez pir tirsandim û
bêçare hîştim. Wî heman reşxewn didît! Memetê Şirnexî heman berxa kovî didît.
Piştî şeş salan li Emerîkayê, ew hîn jî wê berxa kovî ya ku dibe dêwekî mirdar,
dibîne. Dema min jê pirsa hewildanên wî yên çareseriyekê kir, wî bi awirên
xemgîn û dilekî şikestî serê xwe hejand:
“Çare nîne. Pê re bijî û li ber xwe bide.”
Min roja din biryar da ku biçim ser tixtorekî derûnî. Ez
nikarim bi vê reşxewna teres re bijîm. Divê dermanek hebe! Lê Tixtora xwînsar,
hêviya dermanan qut kir.
“Birêz Omer, Ez dixwazim bê heb, bi awayekî xwezayî te
derman bikim.”
Min got, tixtorên Emerîkayê tiştekî nizanin, yan jî guh
nadin axaftinên min. Ev bû çend car in, rewşa xwe ji vê dêlika ku, dibêjî qey
ji tirbê vegerandine re şîrove dikim, ew ti dermanan nade min. Berî hefteyekê
min dîsa bi ser de kir qîreqîr:
“Ji bo xatirê kundên şevan, hebên xewê bide min da ku
bibim berateyekî û êdî vê reşxewna kûçikbav nebînim.”
Aramî û axaftina wê ya nermik, mûrî berdidan nav xwîna
min û dihatim ku derî bişikînim û wek tajiyekî berriyê bazdim derve.
“Te di van demên dawî de, ti caran hizra xwekuştinê
kiriye?”
“Na, na na. Ez nizanim pirsa te ji bo çi ye! Xwdiyên min
rastî zordarî û komkujiyan hatine, di nîrên pir dijwar re derbas bûne, mal û
milkên me talan bûne, em koçber û derbider bûne, lê em ji jiyanê hez dikin û
qet hizreke wiha nakin.”
“Ez Kurdan baş nas dikim, û pir caran ji bo we xemgîn
dibim. Rast e, we pir rojên reş dîtine. Ez kêfxweş im tu niha li vir î.”
Min jî wiha hizir dikir, û hatina vê parzemînê wek
pêkhatina xewnekê didît. Lê ev berxa pînc ji min nagere û şev û roj li min
kirine cihenime!
“Li vir
berx êrîşî mirovan nakin. Ew qet nêzîkî goşt nabin. Berxa tu qala wê dikî, ji
welatê te ye.”
Min di
hindirê xwe de hest bi pisîkeka ku di qorzîkekê de asê mabe û li ber êrîşkirinê
ye, kir. Ey qereçiya paş gundan, li welatê min jî berx mirovan naxwin. Ew kedî
ne, bêziyan in, û min jî, ji zarokiya xwe ve ji berxan hez dikir. Ji xwe ji nav
hemî ajelan, min bêhtir ji wan hez dikir.
“Tu çawa dizanî ew ji welatê min e? Min li welatê xwe qet
berxên wiha nedîtibûn. Roja ku min lingên xwe li ser axa vî welatê bênamûs
danîn, vê reşxewnê destpê kir!”
“Te li welatê xwe ti berx xwedî kiribûn?”
Min li tixtora xwe ya wek bizineke ku mirinê ew êdî ji
bîr kiribe nihêrî, û demekê bêdeng mam. Bîna pembû dîsa kete pozê min. Min
çavên xwe girtin, dev û bêvila xwe bi herdu destên xwe nixamtin û henaseyek ji
kûraniya hinavên xwe kişand. Ooof, çi bîneke xweş e. Ez di nav zeviyê pembû de
li berxa xwe ya ku min navê wê kiribû Encil, digeriyam. Ez pir lê miqate bûm.
Xwîşka min carekê ji min pirsî ka min navê “Encil” ji ku anîye! Min serî û milê
xwe bi neyînî hejandin. Nizanim min ew nav ji ku anîbû, lê min ji jê hez dikir
û kêfa Encilê jî jê re dihat.
Min gîhayê wê dianî malê, ew dişûşt, pak dikir, bi destê
xwe gîha didayê, dikir himêza xwe, maç dikir û carna jî ew bi xwe re dibir nav
nivînan. Diya min dixeyidî û dixwest ez wê derxim. Min bi ya diya xwe nedikir.
Engcilê jî guh nedida diya min û xwe li ber min dirêj dikir.
“Encil”
“Encil! kî ye Encil? ”
“Ew berxikeka gelekî xweşik bû, min pir jê hez dikir û wê
jî ji min hez dikir.”
“Rengê berxa te, rûyê wê, çavên wê, hemî tên bîra te?”
Ey
hawar, ev tixtor xerifî ye! Bê guman. Ez û Encilê bi hev re mezin bûn. Reng,
rû, çav û şêweyê liv û lîstina wê, gîş wek neqşên li ser kevirê mermer di
xeyala min de ne.
“Erê
pir baş tên bîra min. Min ew fêrî Kurdî kiribû.”
Tixtora
rûqermiçî li banê odeyê nihêrî, çavên xwe girtin û ji min jî xwest ku çavên xwe
bigrim û vê carê berxa kovî, berxa reşxewna xwe xeyal bikim.
“Berxa
xewna te, ya ku dixwaze te bixwe, çawa ye? ”
Ji bo
xwedê ev çi pirs e. Xuyaye ev tixtor dixwaze tenê dema xwe dagire û pereyan
qezenc bike. Her carekê ez têm, ew heman pirsan dubare dike. Ma wê çawa be!
“Ji dûr
ve wek her berxekê ye, lê dema nêzîk dibe, har dibe û wek gurekî devbixwîn, her
carekê dev davêje endamekî laşê min?”
“Û pişt
re? ”
“Pişt
re! Ez bi qîrîn û hawaran şiyar dibim.”
Tixtora
min demeke baş bêdeng ma, li ser kompiyûtera xwe bi dirêjî tiştek nivîsand û
dîsa li min zîvirî:
“Tu çi
karî dikî?”
Pirsên
wê wek qertelan sebra min dixwar, lê min xwe digirt.
“Hîn
bêkar im, lê nêzîk ezê şifêriya Uber’ê bikim.”
Min
bawernameya ajotinê derxistibû û berî çend rojan otombêlek kirî. Memet ji min
re qala şifêrîya Uber’ê kir. Wî got şifêrî li Waşintonê karekî hêsan û pir baş
e.
Derûnnasa
Amerîkî serê xwe bi geşbînî hejand, hate ber min, milê min bi nermî tepand, û
bi dengekî nizim got:
“Zû
dest bi kar bike, bêtirs raze û ji wê berxê netirse. Dema êrîş kir, li ber xwe nede. Xwe radestî wê bike.”
Min bi awirên matmayînê lê nihêrî, lê wê serê xwe hejand
û bi baweriya bijîşkeka nişterger a ku destê xwe dabe ser birînê, got:
“Ew
Encila te ya vî welatî ye.”
..........................................
Sêdara Spîndarê (2)
Raman Hesê
Li daristana Rojhilatê ya çav pê neketî û li ber spîndara
pîr, piyasek û çend darên birrandî li ser hev rêz û alandî hebûn, ew ne şîn bû,
lê pelweşandî û hişk bû. Bi qasî her pelek ku diweşiya, temenê spîndarê
dirêjtir û girêka wê jî asêtir dibû.
Qurman
rehên xwe berdabûn kûrahiya dilê erdê û bi jenîna dawîn re dihatin avdan, mezin
dibûn û cihê xwe germtir dikirin. Werîsekî riziyayî ku ji mêj ve bi guliyê
spîndarê ve hatibû daleqandin, bi hinaseyên dawîn re tayên wî jev vediçiriyan û
xewna wî ya dawîbûnê ku girêka wî vebe û riha bibe, dibû rastî.
Dêwê
heftrû li ber siya spîndarê pal dabû, bi şev û roj pasvaniya sêdara wê ku qaşo
parastina deverê dike, wî dikir. Ewî xiniz, dijber û yên ku dixwazin dara
spîndarê bibirrin û ji qurm ve rakin, li ber wê û bi darên wê yên hişk sêdar û
bi dar ve dikir, da ku ew rihê bidarvekirî jîn û hêzê bide darê, ciwaniya wê
vegerîne, kirasê pîrbûnê ji ser wê bavêje û di biharî de geş bibe.
Kîjan
sal bû? Kes nizane! Ya giring ew bû ku her sal heman tişt e, her ew dûbare ye.
Çi dem wilo dibû? Ma çi demê wilo nedibû. Sêdar li dar bû û jimara rihê ku
dihatin aramkirin, bidawî nedibûn. Te digot qey ji bin erdê derdikevin
mlamîratan. Hema dêw kesan dide hev, dest û pêyên wan girêdide û li bendî
çarenûsa nepenî dihêle.
Roj
diçû ava û dihilat, spîndar geş û bilindtir dibû, lê kurman ew ji binî de
dixwar! Çawa mirov qinyata xwe bi niviştên şaxan tîne û jidil ji wan bawer dike
ku dê çêbibin! Wiha li spîndarê hatibû, wê jî xweş qinyata xwe bi dêw dianî,
çare û hêviya wê ev dêw bû. Jixwe ev tiştên wilo ne dûrî wê ne, wê xwe di bin
vî rûpoşî de veşartiye. Bi vî navî bi dar ve dike û xweşiya xwe ya nîvtamî
tîne.
Sibeha
rojeke payizê, dêw çavê li xwe rihekî nû ggeran. Jê re hatibû gotin ku Ramînek
heye, ew hêdî hêdî belav dibe, dijberiya li hember spîndarê ji xwe re kiriye
kar, mafê spîndarê yê jînê dixwe û dixwaze mejiyê yên li daristanê hemûyan
xerab bike, doza tiştekî tenê dike, doza mafê xwe yê hatiye xwarin dike,
dixwaze darin din jî bilî spîndarê biçîne, av bide û geş bike.
Wê
hingê dêw çêja devê xwe xweş kir û di ber xwe de got: "Wê Spîndar li ser
vî kesî xelateke mezin bide me, hêja ye mirov ji bo wî biweste û li pey bikeve.
Heger ew têkeve nav lepên min de, hevalên wî jî dê ji ber xwe ve yeko yeko bên
ber destên min. Ez ê ayet Ellah bi vê diyariya xwe pir şa bikim."
Dêw di
demeke kurt de karê xwe bi cih kir, wî Ramîn li ber bejna spîndarê ku nagihe
milên wî, rawestand. Piştî birrîna fermanê bi çend rojan, ew derxiste ser
piyaseyê û mizgîniya hatinê bi girnijîneke kal gihande sêdarê. Bi liveke sivik
girêka sêdarê li stûyê wî bêhn kir û xwe da alî.
Sêdar
li stûyê Ramîn nerî, axivî û jê re got:
- Ma tu nizanî ku ram li vê daristana tarî qedexe ye û
sizaya wê bidarvekirin e?!
- Ma nebûye dema em payiza vê daristanê bi rengê azadiyê
bixemilînin û ji nû re şîn bikin?!
- Kengî keskayiyê kariye zora reşiyê bibe?
- Dema roja azad hil tê, kirasê tariyê yê reş diçirîne!
Ma şev tu carî li erdê dimîne?
- Lê roj nema dikare ji tirsan bihile, spîndar mîna
keleşan bi siya bejna xwe ya bilind rê li ber tîrêjên wê girtiye. Ka çare çi
ye?
- Ku her yek ji me qurmek an guliyeke wê bibirranda, siya
wê dima?
- Gotin xweş in, lê girêka min asê dibe û stûyê te yê
bêguneh difetisîne!
- Me ev girêk çêkiriye û me jiyana xwe jî bi girêkan tije
kiriye! Ku her yek ji me bipûnije çima spîndar geş û mezin dibe, em ê pêrgî
çareya bendewar bên!
-
Bibûre nikarim bi ya te bikim! Tu hêviya min a dawî yî,
bi hinaseya te dê tayê dawî yê girêkê veçire û ez ê riha bibim!
- Pir axivîme û min Penahî ji bo me tevan doziye.
- Spîndar awiran ji min vedide ku lez bikim û wê geş
bikim!
- Tu mîna kurman jî nayê, wan qurm qul kirine!
- Dêw hat. Oxira te ya xêrê be, piştî te wê tayên min jî
jev veçirin û ez ê bidim pey ronahiya şopa te! Dê darên mêwe û gulan jî, ji
bilî spîndaran li vê daristanê bên çandin, ev soza min e. Soza gelê şoreşger e…
Guliya
spîndarê şeqitî, qirçîniya wê li her derê belav bû…..
Qîrînî
bi tavan ket, birûskan bihêrs erd û esman hejand. Ramînê bêliv; nesax û bêgiyan
li ser darên hişk ên spîndarê hate xwar. Hinaseya wî ya dawî girêka sêdarê veçirand,
darên bin xwe şîn kir, wan guliyên xwe berdan. Roj giriye, dilê ewran sojand,
wê jî bi xunava barana xwe çavên raketî vekirin û pozê gelekan şewitand.
Piştî
deng çû yên daristanê, wan û tayên girêkê êrîşî spîndarê kirin, agir berdanê û
çend qurmên wê birrîn, lê dêwê heftrû dîsa parastin wê kir û nehişt mirada wan
here serî. Wî bifen û fûtan çû wan û careke din bi navê dijminê Ellah agirê di
hundirê dilê wan de vemirand. Di wextê xwe de hat, di kêlîka dawî de giha ser
spîndarê, wî careke din ew rakire ser pêyan û dîsa soza avdan û geşkirinê pê re
da. Spîndarê jî di dilê xwe de digot: "Dawiya dawî dê dêw jî têkeve girêk
û werîsê sêdarê de, lê aniha tiştê giring peydakirina sêdar û girêkeke ciwan
e."
Her çi
qas peyda bibin sêdar û asê bibin girêk, ev çîrok dimîne dûbar e. Ku agir
bernedin spîndarê, qet nîne ji wan re ti çar e! her bêhûde ye!
………………………………………………………………
Maça Dawiyê (3)
Mîdiye Berekat
Berfê jineke bîst û heft salî ye bejin dirêj û zirav e. Hertim bihna
nêrgizan li xwe dike û çavên xwe ji kila reş sêwî nahêle. Agirî hevjînê wê ye
mêrekî bi deh mêran e û weke navê xwe bi hêz û navdar e.
Berfê û Agirî cara yekem li ser çiyayê gundê xwe ji hev re hezkirina xwe
eşkere kirin. Hîngê buhar bû gulên sor û spî deş û çiya xemilandibûn û firîna
pinpinînkan dest pê kiribû. Her tişt bi lez çû mîna herikîna ava çemeke lezok
ta bi hev re gihîştin vê şeva zivistanê ku li derve ba û baran bibûne yek û
sermeya xwe li gund digerandin.
Berfê du fîncan qehwe çêkirin û anî odeyê, dema ku fîncan danî pêş Agirî
wî qehwe venexwer ne jî gulmek ne jî gotinek got. Bêdengî eşkere bûbû, lê dengê
agirê sobeyê ew bêdengî paşve vedigerand û agirê mûma sêwî ya ku li ser maseya
textî bû berxwedanî dikir ku bimîne vêketî.
Bi girî axaftina Berfê dest pê bû û got:
- Ta fîncana qehweya dawiyê jî tu li laqî min nabînî ku em bi hev re
vexwin?! Qehwe ne yê sibehê ye, na ew yê şevên dirêj in yê hişyarbûna evîndaran
e.
Bi gotina evîndaran re Agirî ber xwe de kenî û bi xeyalên xwe re koçî
şeva daweta wan kir. Şeveke xunavî û bê ba bû, cara yekem ji nêz ve bihna
nêrgizan ji stûyê Berfê dikir. Cara yekem bû laşê jineke wisa tazî, bi bihên,
sibehî û bedew didît. Lê ne cara yekem bû ku lêvên wî devê jinekê radimûse.
Berî ku Berfê nas bike ew xortekî tewşankî bû ji keçekê diçû keçekê, lê dilê
xwe ji tu kesî re gupegup nekir ji bilî Berfê û hezkirina Berfê re. Agirî
sêwiyê dê û bavê xwe bû, delalê malê bû û aramiya tirsên Berfê bû ku bi hemêz û
gotinên xwe pêlên tirsê di dilê Berfê de hêdî dikir. Têra xwe ji xwe razî bû ku
çavên keçan li ser wî ranedibûn, lê wî tenê ji Berfa xwe hez kir û ji nav baxek
gul de tenê yek hilbijart û ew kire rêhevala jiyana xwe.
Berfê gulma duyem ji qehwê fir kir, lê nikarî daqurtanda û bi lez berve
derve çû. Piştî çend kêlî derbas bûn ew vegerî hundir, destê xwe danîbû ser
zikê xwe yê gilover û dest bi lomeyan kir:
- Çima tu ewqas ji min sar bûyî?! Kanî tirsa te li
ser min û zarokê te? Ta zarokê te jî nexwest ez qehweya dawiyê vexwin ez
vereşîm û pir jî, min hêvî kir tu werî û mîna berê destê xwe dînî ser porê min tu
stûyê min ramûsî û bibêjî xema nexwe tevî vereşê hîn bihna nêrgizan ji te tê.
Lê xuya ye tu dixwezî ez biçim.
Katijmêr bûye heyştê êvarê, Berfê bi çavên şilotî
rabû û deriyê dolabê cilên xwe vekir. Çenteyekî mezin daxwest û cil bi cil dane
hev û dikire çênte. Dema ku dest avête cilekî kurmanckî regsor sekinî, berê xwe
daye Agirî û got:
- Bawarim ezê vî cilê xwe li vir bihêlim ji ber ku
ev diyariyê te ye, nikarim ji tu kesî din re xwe bikim.
Gotinên wê dibûne şûr, kêr û qûrşîn û li dilê Agirî
diketin. Dêmek Berfê dê ji kesekî din re cilên bedew li xwe bike, dê bi tazî
têkeve hemêza keseke din û ewê bihna nêrgizan ji stûyê wê bihn bike. Çi jineke
bê soz e! Çawa dilê xwe dikare zû zû Agirî bavêje û kesekî din têxwe şûnê?! Ma
hezkirin ewqas hêsan e?! Ma jiyana li gel kesekî din ne dijwar e?! Agirî tevî
ku xortekî ewqas bedew û keçan jê hez dikir, lê tu carî nikarî bi zorê ji tu
kesî hez bike. Nikarî xwe nêzî keçekê bikira ji ber ku dizanî ew hîn raste
hezkirinê nehatiye. Wî tenê Berf kire heval, dost, jiyan û hevjîna xwe. Îro jî
Berfê dixweze biçe!
Berfê şûşeyê bihnê ser fîstanê xwe de rijand ji ber
ku dizanî tiştê ku dihêle Agirî mest û serxweş bibe ew bihna wê ye, bihna
nêrgizan ku her carê li xwe dikir Agirî canê wê tijî maç dikirin. Berfê xwe,
fîstan û ode tijî bihn kir belkî Agirî dîsa were û wê ramûse yan jî pê re
baxive lê deng jî pê neket tenê li cihê xwe mabû û li Berfê dinihêrî.
Berfê cilên xwe hemû kirine çênte û ta şûşeyê bihnê
yê vala jî têxweste çênte. Tu tişt li şûna xwe nehîşt ji bilî wî fîstanê sor ta
wêneyên xwe yên darve jî hilkirin, lê her ku tiştek dixiste çênte li çavên
Agirî dinihêrî li benda gotinekê mabû. Ku Agirî biqîre, baxive, bixeyide û ser
de şer bike ku were destên wê bigire û jê re bibêje neçe lê ew mabû bêdeng mîna
kizoteke geş û tenê di xwe û êşa xwe de hin bi hin dişewitî. Dema ku Berfê
biryara çûyînê biribû Agirî jê bawar nekiribû ji ber ku dizanî dilê hez dike bi
hêsanî dest ji evînê bernade. Berfê jî her tişt guman kiribû ji bilî bêdengiya
Agirî.
Her şev berî ku razana herdiyan lez dikir ku pife
mûmê bikin ji ber ku ewê hemêza hev de xew bikin ji hev ne dûr, lê ev bûye şeş
meh her yek dûrî yê din radizê û Agirî dest pê kir.
Îşev Berfê pife mûnê nekir, nedixwest di şeva dawiyê
de rûyê Agirî nebîne û tariyê bîne odeyê. Piştre ma ewê çawa karibe îşev razê û
ev şeva dawiyê ye dê wî bibîne, lê yê jê dijwartir ku Agirî bûye şeş meh li
kêleka wê ranazê. Berfê çiqas hêvî dikir ku îşev Agirî were û di hemêza wê de
razê û bila bibûya şeva xwetirxwestineke bi evînî, lê Agirî dilê xwe xistibû
bin kevirekî hişk û bê dilovanî. Ew gavekê jî nêzî Berfa xwe nebû tevî ku
hêviya wî jî ew bû ku Berfa xwe hemêz bike û ta sibehê bihna wê bike û ramûse,
lê nikarîbû. Berfê çav li ser Agirî ranekirin û li benda hatina wî bû ku weke
şevên zivistanê yên berê ew bibeze û xwe têxwe hemêza wê de û bibêje: Berfê
Berfa min de min germ bike lê bi Xwedê serma ez kuştime.
Şeveke dirêj bû ku derve her ku diçû ba hêztir dibû
û sartir dibû, guhên Agirî li benda guhartina biryara Berfê bû û Berfê li benda
gotinek û hemêzek ji Agirî bû. Katijmêr bûye çar ber destê sibehê berbangeke
giran û lezok bû Berfê got:
- Dilê min Agirî ger tu naxwezî ez biçim baxive, ezê
li vir bimînim. Ger tu tenê gotinekê ji min re bibêjî ezê çentê xwe vekim cil û
wêneyên me vegerînim cihê berê û ezê weke tu dixwezî navê zarokê me bikin Roj
lê tenê wan lêvan bilvîne bila serhişkbûna te me ji hev dûr nexwe.
Agirî hewil da bibêje: Berfa min bimîne ez ji te hez
dikim. Lê nikarî cara yekem bû nikarî hestên xwe bi dengekî bilind eşkere bike,
cara yekem bû bi hêrs digrî û tenê di dilê xwe de digot Berfê neçe bila bi tena
xwe di vê odeyê de kal nebim. Bila jidayîkbûn, ken, girî, dêm û bedewiya lawê
xwe bibînim min sêwî li vir nehêle. Lê ew maye bêdeng maye zimanşikestî û deng
jî pê neket.
Dengê zembûra teksiyê ji derve hat, Berfê rondikên
xwe paqij kirin û maça dawiyê li lêvên Agirî xist.
Li vê sibehê ev xwetirxwestina duyem bû di navbera
Berfê û Agirî de, xwetirxwestina yekem berî şeş mehan bû dema ku Berfê Agirî
oxire goristana şehîdan kir ku bo welêt bibû qurban. Xwetirxwestina duyem û
maça dawiyê îro ye ku odeya tê de bîranîn çêkiribûn Berfê mecbûr maye bifroşe.
Berfê çenteyê xwe derxiste derve, li teksiyê siwar
bû û xeyalê Agirî di hundir malê de bi maça dawiyê re mabû serxweş.
ليست هناك تعليقات: