PEYVÊN HEVWATE Û PIR WATE- LUQMAN YUSIF - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 25 أغسطس 2024

PEYVÊN HEVWATE Û PIR WATE- LUQMAN YUSIF

 

 PEYVÊN HEVWATE Û PIR WATE

  

 LUQMAN YÛSIF

Mîna zimanê heyî bi zengîniya peyv û gotinan, zimanê Kurdî jî di vî warî de gelek dewlemed û zengîn e û ev dewlemendî ne bizava demeke kurt e, lê belê ya sedên salan e û li girêdana civaka kurdî ya girêdayî bi surişt û pêvajoyên demê vedgere, li gor zimanzan û lêkoleran ev zengînî û dewlemendî ne tenê li têkiliyên bi xweza û suriştê vedgerin bi qasî pêşveçûnên navxweyî di nava civakê bi xwe de, ev bi xwe jî yek ji sedemên ku hiştin zimanê me ta roja îro bi ser hemî hewildanên jinavbirinê bê parastin û bimîne ji zimanên herî zengîn di cîhana zimanan de.

Ji bo ronîkirinê yek dikare wek nimûne li ser hin xalên girêdayî vê babetê raweste ku di encamê de rastiya gotinê bête tekezkirin, û wek nimûne di warê navbihûrî de hin peyv û gotinên hevwate û hin jî pirwate bînin ziman:

ÇEND PEYVÊN PIR WATE:

1-BER, di lêvkirin û nivîsê de yek peyv e, lê di hûrbîniyê de pir wate ye wek mînak:

BER, ji kevirê biçûk re.

BER, ji berê tivingê û hin çekên din re.

BER, ji zayîna ajalan re, mînak: Ev mih yan jî ev çêlek yek, du, sê… berî ye.

BER, ji rû û rûdanê re tê gotin: Berê te li kûjan deverê ye.

BER, berbang, ji dema berî bangê re tê gotin û gelek caran ji dema berî rohilat re.

BER, berdêlî, ji pêguhera du bûkan re tê gotin.

BER, ji berê caw re.

BER, li hindurê xanî tê raxistin.

2-GIR:

Girê, gund yan jî bilind cih.

Gir, ji girsbûnê re, mînak: Xwedî gewdekî gir e. Ev nîsk yan jî genim lib gir e.

Gir, girêdayî milmilanî û rewşa derûnî, wek: Ev kes bi gir e, yanî şêjina wî ne xweş e.

Gir, girê deveh û hin ajalan.

KULEK:

1-Ji pez re tê gotin.

2-Ji pencera biçûk re tê gotin.

3-Kesekî di meşê de bikule (Seqet).

 4- KUL:                                                                       

Kul, girêdayî ye bi êş, azer û derdan ve.

Kul, ji birînê re tê gotin. Mînak: Birîna şervan kul e.

Kul, car caran jî bi wateya xwestek û daxwazan. Mînak: Ji min re bêje kula te çiye? Kula min ez biser kevim.

ÇEND PEYVÊN HEVWATE:

-TEV-HEMÎ-XIR-GIŞ.

Mînak:

1-Şagirt tev çûn dibistanê.

2-Şagirt hemî ne çûn dibistanê

3-Şagirt xir  çûbûn dibistanê.

4-Şagirt giş hatibûn dibistanê.

-BEYANÎ. SPÊDA. SEGUR. ŞEVEQ. BERBANG.

Ev peyv tev girêdayî destpêka rojê ne.

PIR. GELEK. ZEHF

Pir: Derbaseka di ser çem re yan jî di ser avê re.

Gelek: Zivistan gelek sar e.

Zehv: Zeh kes beşdarbûn.                                                                      

RONDIK, HÊSIR, FERMÊSK .                                                                  

Her sê peyv ji ava ku ji çavan diherike tên bikaranîn.                      

Her weha ji bilî peyv û gotinên amaje bi wan hat kirin bi sedan di zimanê Kurdî de hene û ev jî li zengîniya wî vedgere. Ev zimanê ku bi saya vê zengîniyê karîbû bi hezarên salan li hemberî hewldanên ji navbirinê xwe biparêze û di nav zimanên cîhanê de bimîne dîrokî û resen.

PÊNÛSA AZAD- H -18

PEYVÊN HEVWATE Û PIR WATE- LUQMAN YUSIF Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 25, 2024 Rating: 5     PEYVÊN HEVWATE Û PIR WATE      LUQMAN YÛSIF Mîna zimanê heyî bi zengîniya peyv û gotinan, zimanê Kurdî jî di vî warî de gelek dewlemed û...

ليست هناك تعليقات: