Tawanên nexşan û Dilovaniya Biran
Adilê Evdile
Bi dawîhatina cenga cîhanê ya yekem /1914-1918/ hêzên Ewrupiyan
(fatihe) li ser giyanê imperatoriya Osmanî xwendin û şûn warên osmaniyan li xwe
parvekirin, sînor û nexşeyên nû danîn ji gelên rojhilata navîn re, her gelek,
ku di bin desthilatiya osmaniyan debûn, weke: Ereb, Turk û Faris, ji wan re nexşe
û sînor danîn, ji bilî gelê Kurd, gel, xak û jiyoxrafiya wî hemî hate
binpêkirin û mafê wî dane mandelê, gelê Kurd bûbû tar û mar, welatê wî bûbû
parçeparçe dinavbera gelên Ereb, Turk û Farisan de, piştî çend girêbest û
peyman hatin danîn li ser maseyên hêzên Ewrupî, rewşenbîr, zana û
siyasetmedarên kurdan çavên xwe vekirin, dîtin, xwendin û bihîstin ku bi
têkçûna imperatoriya osmane re rewşine nû hatin dinyayê, nexşene nû hatin dîtin,
navê osmaniya winda bû, navê Turk kete şûnê, dewletin nû ji Ereban re hatin
damezrandin, jiyoxrafiya kurdistan perçe dibe, sînorin nû tên danîn, malbat,
Hoz, êl û xizm ji hevdû tên birîn û ji hev dûr dibin, ewan zana û berpirsên kurdan,
hawar û gaziyên xwe gihandin saziyên nêvdewletî, Emerîka, Urus, Ewrupa û
netewên yekgirtî, lê tu bersiv ne wergirtin, û kesek li hawara wan nehat, hemî
rê û dergeh li pêşiya wan hatin daran, gelê Kurd, neçar ma, dest bavêje çekên
xwe, û berê xwe bide qad û meydanên şer, ceng û berxwedanê.
Kurdên Başûr
Di destpêka çerxa bîstan de, piştî ceng rawesta û Kurd û
mafê wan hatin piştguhxistin, di sala /1919 an / de şêx Mehmûdê Berzincî,
rahişte çekan û şoreş li başûrê kurdestanê pêxist, û di pey wî re, şêx Ehmedê
Barzanî, şoreşeke din pêxist di sala /1931an/ de, lê dema bi ser neket, berê
xwe da kurdestana bakur, xwe avête nav kurdên xwe, tevlî şorşvanên pê re, ku
hatin hembêzkirin.
Di sala /1943 an / de,
Mistefayê Barzanî, şoreş dijî desthilata Iraqê pêxist, lê dema têk çû, berê xwe
da kurdestana rojhilat, nav gelê Kurd, ku hatin himbêzkirin.
Di sala/1945 an / de,
cardin, Mistefayê Barzanî şoreş pêxist dijî rêjîma Bexda, lê dema şoreş têk çû,
dîsa berê xwe da nav gelê xwe, tevlî şoreşvanên xwe, û tevlî komara kurdî li
Mehabedê bûn.
Di meha Nîsana sala /1980 an / de, serokê dewleta Iraqê, /Sedam
Husên/ biryar da ku nîv milyon kurdên Feylî koçber bike û berê wan da Iranê,
dema sînor derbas kirin, xwe li gelê xwe yên Kurd girtin, li Rojhilatê Kurdistan.
Piştî peymana xweser ya /11-3-1971/, ewa ku li hevhatin di navbera
dewleta Iraqê û Şoreşa kurdî de pêkhatibû, lê di dema çar salan de, ne çûbû
serî, car din şer derket di navbera herdu layan de, bi milyonan kurdên başûr
berê xwe dane nav birayên xwe yên Kurd, li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistan,
ku bûbûn aware, lê kurdan hevdu himbêz kirin û li hev xwedî derketin.
Kurdên Rojhilat
Simko Axayê şikakî, dema dît ku cenga cîhanê ya yekem bi dawî hat û
Kurd man dagirkirî û bê par man, dest avête çekên xwe, di sala/1920-1930/,
şoreşek pêxist dijî desthilatiya îranê, lê dema di şer û berxwedanan de zora wî
diçû, berê xwe û şervanên xwe dida başûrê Kurdistan, xwe li gel û birayên xwe
digirt,
Di sala/1941ê/ de, Heme Reşîd-Xan, li Rojhilatê Kurdistan, şoreş
pêxist û berdewam kir ta sala/1945 an /, lê dema bi ser neket, berê xwe û
şervanên xwe dabû başûrê Kurdistan, nav gelê xwe yê Kurd ku hatibûn êwerkirin.
Di sala/1979 an / de, piştî şoreşa gelên îranê hate dizîn, ji bal
Farisên şî`e ve, û berê artêşa xwe dane gelê Kurd, tu rê li ber kurdan neman ji
bilî ku berê xwe bidine penagehan, li nav birayên xwe li başûrê Kurdistan, ta
weku vê rojê, di kamp û baregihan de dimînin, lê destên xwe di ber xwe re ne
berdane, şoreşa wan berdewam e.
Kurdên Bakur
Di sala /1925 an / de, şoreşa şêx Se`îdê Pîran pêket, li bakurê
Kurdistan, lê mixabin piştî pênc mehan, têk çû, serkirdeyên şoreşê hatin
darvekirin, û beşekî mezin ji şoreşvanan, berê xwe dane binxetê, Rojavayê Kurdistan,
ku di bin desthilatiya Fransiyan de bû.
Şoreş û berxwedana çiyayê Agirî di sala /1927 an / de destpê kir,
bi serpereştiya ceneral /Ihsan Nûrî Paşa/ ku berdewam kir ta sala /1930 î/, û
beşek ji herêmên bakur hatin rizgarkirin, lê dema alîkarî û piştevan ji şoreşê
re nehatin, şoreş têk çû û şoreşvanan berê xwe dane nav gelê xwe yê Kurd, li
Rojhilatê Kurdistan.
Di sala /1937 an / de, şoreşeke din li bakurê Kurdistan, li herêma
Dêrsimê rûda, di bin serokatiya Seyid Riza de, û salekê berdewam kir, lê dema
şoreş têkçû, dîsa beşekî mezin ji şoreşvanan, berê xwe dane binxetê, Rojavayê
Kurdistan, ku bûbû penageh.
Di /12-9-1980 yî / de, tevdanek li nav dewleta Turkan rûda, hêzên
leşkeran bûbûne desthilat, yasaya awarte bi destê xwe xistibûn, rewşenbîr,
siyasetmedar û endamên partiyan yên ku nikarîbûn ji welat derkevin, hemî avêtin
zindanan, lê beşekî mezin ji kurdên bakur, karîbûn sînoran derbas bikin, û
beşek ji wan xwe gihandin nav xizmên xwe yên Kurd li Rojavayê Kurdistan, û
beşekî din berê xwe dabûne Başûrê Kurdistan, xwe avêtibûn himbêza gelê xwe.
Rojavayê Kurdistan
Di hemî şoreş û berxwedanên kurdên Başûrê Kurdistan de ji şoreşa êlûna sala /1961ê/ û şûn de çi şoreşên ku li Başûr rûdabûn kurdên Rojava beşdar dibûn, xortan ji rojava berê xwe didane Başûr û tevlî şorşvanên başûr dibûn, dema şoreşa gelê sûrî destpê kir di /15-3-2011 an / de, şer û têkdan li welat çêbû, ser û binê welatê Sûrî bû agir, beşekî mezin ji kurdên Rojava berê xwe dane Başûrê kurdestan ku yekem rê vekirî bû, li pêşiya wan û birayên wan kurdên Başûr ew himbêz kirin û bicihkirin, ta weku vê rojê, gotin û pendên pêşiyên kurdan gotine: Bê xweda dibe, lê bê xwedî nabe, Berê xwe nede tu welatan, heger kesên te li wir nebin. Ev in kurdên ku di roj û demên xirab û giran de hevdu himbêz dikin û ji hev re dibin alîgir û piştevan.
ده ست خوش
ردحذف