Çîroka Kerê û Gur-Vanês Mîranî
Vanês Mîranî
Dibêjin carekê ji caran koçeran ji
beriyê bar kirin da biçine zozana,
malbatek ji wan
malbatên baneyan haşa Kerikî qorikî bêmerêz hebû, ne kêra dara dihat, û ne kêra
bara dihat.
Xwedî rabû ew Ker li
wê derê hişt û got: ma ez ê bi xwe re bibim çi!?
Li wir li xwe bikim
bela çi!?
Du Berxkên qorik jî
li wir bûn, qey xwedî jî tu guhdanî bi wan nedabû,
gelekî bê wec bûn, te
digot qey wan ti êm û şîr nexwaribûn li zivistanê.
Ew jî man li wê
derê.
Pisûkek jî ji
hevalan veqetiya bû ew jî li wê derê mabû.
Her ku ew yên êlêkî
ne, bê guman xwe dane rex hev.
Dîkek jî nebirin ew
jî ma li rex wan.
Ker, du Berx, Pisûk
û Dîk tev bûn hevalên hev û li wir man.
Dibêjin biharek di
ser wan de hat, Xwedê xêr li ser wan de barand, bihareke pir xweş û geş çe bû.
Mêrgek nêzîkî li wargehê
wan bû hema ew jî qeliqîn berê xwe danê û çûn ketin di wê mêrgê de, tê de man û
man, û ew bihara xweş têr tê de çêrîn û xwarin û xwe tê de hilavêtin.
Herdu Berx bûn weke
du berindiran li wan hatin, eha dûvê wan hinde lê hatin, ango gelekî mezin bûn.
Dîk jî weku ewekî lê
hat û baş mezin bû.
Pisûk jî sikura wê
taze sitûr bû, nema dikarî pişta xwe bixwerînê.
Kerê malê jî bû weke
ewekî lê hat û pir zexim bû.
Rojekê ji rojan
tebata Kerê nehat û ji hevalên xwe re got:
Gelî hevalan, bi
Quran zira min tê.
Gotinê: kuro; em li vê derê sitirîne, bela xwe veke,
em ê di vê mêrgê de ne dixwin û vedixwin, babo bela xwe veke.
Ev e demeke em ê tê
de ne, çendê heyvan e.
Tu bi Xwedê ke xwe
ker ke, tê bi dawiyê we bikê ku hinek bi me bihisin, Gur in tişt in bên li me
kom bibin, wê me bixwin.
Kêr got: bi Quran ez
ê bizirim.
Êdî nema karîn çar
jê bikin wesa bê çare man.
Ker jî rabû çû li
ser paleka herî bilind û da ber qêrîniyê.
Li newaleka herî kûr
de, li aliyê dîtir Gurekî dengê wî kir.
Gur got: dengê
giyanewerekî hat guhê min!
Hema ez dibêjim
dengê zirîna Kerekî bû.
Em çi qas li van
dera geriyane, bi şev û rojan, ti kon, ti êl, ti bane, ti Pez, ti Giyanewer me
li van deran ne dîtine.
Ka cê ez ê herim li ser
serê vê mila hanê, ka ez tiştna nabînim.
Ew jî çû serê milê
lê nêrî dît ku mêrgeka heşîn wa li wê derê ye.
Kerekê wê tê de ye, û
du kavirên tê de ne, û Dîkeke û Pisûkek jî wê tê de ne,
Gur ji xwe re got: Êêê
… bi heqê Quranê ez van bixwim têra min çend
heyvan hene êmê min.
Hema ez ê bixeriqim.
Ew jî ber bi wan ve
diçû, bi rê de Rûvîkî dît.
Rûvî gotiyê : kuro;
tu yê çi bikiî?
Gur lê vegerand û
got :
bi Xwedê hal û hewal
ev e.
Rûvî jî vêre çû.
Bi wêvetir hatin
Gurekî dî jî dît.
Ji wî Gurî re got:
kuro; were min xenîmetek dîtiye.
Têra me qederekî
heye.
De ka were em ê tev
de herin, ew jî hatin gihan mêrgê, heke silav li wan kirin yan çi, gote wan:
hûn li vê derê çi dikin?
Ker û hevalên xwe li
wan vegerand û gotin: em li vê derê ne, ev mêrga me ye, ev e çar pênc heyv e em
tê de, milkê me ye û em hemî tê de ne.
Gur ji wan re got:
ma qey bê xwedî ye, ma hûn nizanin erdê xelkê ye, ev milkê min e, ev milkê bav
û bapîrê min e, hûn hatine tê danê.
Tev sekinîn û bi
mendehoş man.
Ker got: hema ku
jiyê kê ji me mezin be babo, ev mêrg e ya wî ye, ev milk e milkê wî ye.
Bi Xwedê ez nizanim,
hema dibêjin sala Ava mezin qerisî tu yê wê salê yî.
Rûvî jî rabû du rûndik
ji çavên xwe barandin û pê re got: xwezî te ev gotin e negotiba.
Ker gotiyê: çima?
Rûvî gotiyê:
bi Xwedê hingî du
kurên min li ber zewacê mir in.
Ker lê nêrî ku karê
wan xirab e!
Rabû got: bi Xwedê
ez nizanim, hema jiyê min di navbera her du lingên min de li pişt ewê min nivîsiye.
Bes hema lê binêrin
hûnê bizanin ka jiyê min çi qas e!?
Vêca Rûvî lê nîrî ku
şixul xirab e!
Rabû got: Gurî.
Gur gotiyê: ha.
Got: ev xet latînî
ne û çavên min wan nafitirînin ez baş nabînim.
Rûvî sîng li bin
guhê wî da û got: de rabe lo, ti yê wesa milk û emlakan ji xelkê bistînê.
Gur gote roviyê
nezan: ka ti xwe bide alî ez baş bi latînî dizanim.
Gur çû baş kerê û kêrê
herdu lingên xwe ji hev vekirin.
Gurî devê xwe bir û
ber da ku dev bavêjiyê nav lingê kerê lê Ker herdu lingên xwe dane hev û kavirekî
(Pehîn) ji vir ve got gurim!
û yê din ji milê dî
ve got gurim wesa dev û dimax li gur felişand û Pisûk bezî û Erd kola, dîk çû
li ser serê tehtekê ji wan heger darekê ji wan bang da, û Rûvî û Guriyê dî
gotin qirp û bazdan.
Û ev ên dî ketin li
ser kevilê Gurê mayî, kaze kaza wî bû di nav lepê wan de.
Herdiwê dî bazdan
heta gihane hinek Gur û Rûviyên dî.
Wan Gur û Rûviyan
gotine wan: kuro; ev we xêr e hûn direvin?
Gotin: ma me çi xêr
e!!??
Bi Xwedê leşkerek wê
ketî di vê newala ha de, yek li mirov digirê,
û du li mirov didin,
û yek tirba mirov dikolê, û yê dî li ser mirov bangil didê.
Vêçe baz bidin xwe
xilas bikin, dema rewşa gurê birîndar dîtin ku çawa ji nav lepê leşker filitiye
hemû ji tirsa revîn û bidûr ketin,
Ew mêrga mîna
behiştê ma ji wan re, wesa man tê de ta biharê koçer li zozanan vegeriyan.
Xwediyê kerê kerê
xwe dît û bir mala xwe û xwediyê herdu berxan jî berxên xwe dîtin û birin ê Dîk
jî Dîkê xwe bir herweha yê Pisûkê jî Pisûka xwe bir û ew mêrga delal ma ji wan
re û jiyana xwe bi asayî berdewam kirin.
Qewlê me çû deştê dê
û bavên me çûn behiştê û du kulav li ber teniştê.
Duhok - Domîz
06.04.2024 Z
ليست هناك تعليقات: